Kolberî: Pîşe yan jî çewsandina neteweyekê – Beşa 1em

Kanî Merîwan

Diyardeya kolberî li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bûye pirseke civakî, çandî û heta siyasî jî. Di demekê de hin kes bi çavekî dilşewat mêzeyê kolberan dikin û wan wekî mirovên bêdesthilat û “bêkar” dihesibînin ku ji bo pariyek nan jiyan û tendirustiya xwe dixine metirsiyê, hinên din jî sedema çêbûna vê diyardeyê vedigerînin bo helwesta hikûmetê li deverên sînorî ku ji pêkhateyên aboriya siyasî ve serî    hildide..

Ewa rohn û eşkere ye ku diyardeya kolberî li navçeyên sînorî, ne tenê rizamendiya hikûmetê digel e, belkî emrazek e ji bo xapandina bîr û hizra gelê kurd, di rastî de kolberî, ji bo hikûmetê û wê beşa berjewendîxwaz a kurd ku destê wan tevlî hikûmetê ye û her yek ji wan ji wê diyardeyê li pey berjewendiyên xwe digerin, wek lîstokekê ye ku her bi xwe tê de serkeftî dibin.

“Thorstein Veblen”, aborînasê amerîkî li ser wê baweriyê ye ku di sîstema sermayedarî de, dewlemendî xizmet bi rûmet û kirameta mirovan dike û qata serdest bi vî rengî serdestiya civakê bi dest dixe. Wataya sade ya axaftinên “Veblen” ew e ku saman û dewlemendî, şêwaza jiyana mirovan diguherîne û reftara civakî ya wan pêk tîne. Pêka hin çavkaniyan, aboriya sînorî heta astekê bandor li ser bingeha malbatan daniye ku em dikarin bêjin malbat stûxwarê wan guherînkariyan bûne. Sînor û geşedana sînoran bûne sedema dabeşbûn û newekhevî û polarbûna civaka bajar. Keşa aboriya sînorî ya serdest wisa kiriye ku kolberî cardin bibe berhemanîna ziyanên din.

Bi sedema stratejiya hikûmetê li navçeyên sînorî; Şêweya jiyan, buhaya perwerde û zewicîn di navçeyên sînorî de lawaz e û valatî dikeve navbera navçeyên sînorî û bajarên navendî yên Îranê. Lewma hebûna bazarên sînorî di wan navçeyan de, wisa kiriye ku xelk ber bi wan karan ve herin ku demkî ne û dahata wan a hertimî nîne. Wek,    kolberî ku rêjeyeke zêde ya xelkê van navçeyan pê re mijûl in.   Eva jî bûye sedema wê ku tekezî di potansiyel û şiyanên navxweyî de bê dûrxistin û rûniştî çavnihêrê dahata bazar û sînoran bin û malbat jî girêdayî aboriya sînoran bin.

Dîroka kolberî

Destpêka kolberiyê vedigere bo şoreşa Îranê li sala 1979an. Piştî şoreşê hemû cureyên meşrûb an vexwarina elkolê li Îranê hate qedexekirin û di encamê de kiryarê wan berhemane di nav hundurê Îranê de zêde bûn. Qaçaxa meşrûbê di wê serdemê de bi karek pir dahat dihate hesibandin. Kolberî karek piledarî ye ku pêk hatiye ji    kolber, xwedî bar, êskort û ajovan. Hemû ew kar     metirsîdar in û wekî  wê yekê ye ku tu bi mirinê re bilîzî. Di rastî de kolberî rêyek nîne ji bo dewlemendbûnê, belkî hewldanek e ji bo manê.

Bingeha kolberî vedigere bo havirdekirina kelûpelan ji derveyê yasaya gumrikî ji sînoran. Ew kelûpel    ku bi sedema barimteyek zêde ji sînorên fermî ve nayêne havirdekirin, hêza mirovî yan kolber bo veguhastina wan tê bikaranîn. Havirdekerên wan kelûpel    kesên “xwecihî” ne ku digel pêkhateya civakî-aborî ya aliyê din ê sînor nasiyar in.    Ev diyarde    hêdî hêdî bûye sedema çêbûna qatek sermayedar a nû, ewa jî roj li pey rojê sermaye û desthilata wan a civakî zêde dike.

Qatek ku ji bo parastina sermaye û desthilata civakî ya xwe, neçar in xwe girê bidin bi hikûmet û siyaseta desthilatdaran. Pêka amarên nefermî di sala 2019an de, hejmara kesên kolber li parêzgehên sînorî ên Rojhilatê Kurdistanê nêzî 80 hezar kes bûye. Mewdaya temenê kolberan di navbera 13 heta 60 salî de ye û zêdetirîn hejmara wan kesan ku mijûlê karê kolberiyê ne, ser bi bajarên Kirmaşan, Pawe, Giyelan, Newsûd û Qesra Şîrîn ji parêzgeha Kirmaşanê, Merîwan û Bane û Sewlava ji parêzgeha Sine û Serdeş, Şino, Pîranşehr û Bokan ji parêzgeha Urmiyê ne.

Piraniya ew kelûpelên ku ji rêya kolberî ve têne veguhastin pêk hatine ji televîzyon, kolêr (siplît), cigare, sarker (selace), vexwarinên elkolî, cilûberg û qumaş. Kolber “ji xeynî vê ku rastî raniya befrê tên yan ji kevir û zinar û çiyayan ve dikevine xwarê, hejmarek zêde ji wan li rêya veguhastina kelûpelan di sînor de ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve rastî teqekirinê tên û têne kuştin.

Kolber bi ser du beşan de hatiye parvekirin, ew beşa ku karta kolberî hene û ew beşa ku kartek bi vî rengî nînin û bi awayekî neyasayî di sînoran de kolberiyê dikin. Lê xalek gelek girîng ku hewce ye ji vê şûngehê ve em îşareyê pê bikin, ew e ku di bingehê de kolberî û qaçaxkirina kelûpelan du wateyên cuda ne. Pêka wan raporên ku binkeya li hember derketin li dijî kelûpel û qaçaxkirina dirav    û navenda lêkolîna parlemana Îranê belav kiriye, nêzî 5 heta 7 milyon dolaran kelûpel ji rêya qaçax ve tê nav hundurê Îranê û ewa ku ji rêya kolberî ve tê nav Îranê helsengandin digel wê qaçaxa fermî ewqas kêm e ku her nayê hesibandin.

Bo çi pîşeya kolberî?

Pirsyar ew e ku çima xelkê vê navçeyê neçar in ber bi wan karan ve herin, eger em bikarin navê wê danîne kar, bo wê ku dahatek kêm peyda bikin. Çima nûciwanek 14 salî ku li cihê vê ku li dibistanê be kar bike? Di rojên dawîn ên sala 2018an de, nûçeya nexuyabûna du birayên kolber bi navên Azad Xusrewî yê temen 17 sal û Ferhad Xusrewî yê temen 14 salî, xelkê gundê Nê yê ser bi bajarê Merîwanê hate belavkirin.

Termê Azad di 26ê Kanûna Paşîn de hate peydakirin ku ji ber sirê canê xwe ji dest dabû. Sê roj pey vê yekê, bi hevkariya xelkê navçeyê, termê Ferhad Xusrewî jî ku ji ber qerisînê canê xwe ji dest dabû, li nêzî rêya sereke hate peydakirin. Koça dawî ya Ferhad tenê yek ji karesatên jiyana rojane ya kolberan ku bi sedema temenê wî yê kêm û mirina wî ya bi êş ve bû bi manşêta rojnameyan. Belkî bê gotin ku qaçaxçiyetî û binpêkirina sînor, qaçaxçiyetiya neyasayî ye û sizadana qaçaxçiyan pêwîstiyek e. Lê di heman demê de mirov divê wê pirsê bîne berçav ku çima mirov divê karek bi vî rengî bike? Çima divê hin kes cesteyê xwe wek emrazekê bikar bînin bo bidestanîna kêmtirîn dahatê? Axo dibe rejîma desthilatdar a Îranê di vê forma nû ya koletiyê de berpirsiyar bê zanîn? 

Ger bîrmendên ewropî wek mirovê redkirî li civakê behsa koçberan bikin, li Rojhilatê gelek kes wek mirovê redkirî li civakê têne hesibandin. Ji dîtingeha hikûmetê ve kurd hertim wek dijmin, serkêş, cudahîxwaz yan terorîst hatiye nasîn û her lewma    jî ji civakê dûr hatiye xistin. Di rastî de rewşek awarte hertim ji bo neteweyekê ye ku li derve tune ye, neteweyek ku heye lê wek mirov nûneratiya wan nehatiye kirin. Di berdewamiya dîrokê de, sînor ji bo kurd sembola newekhevî bûye.  Çimkî kurd bi ser çar welatên dîktator de hatiye parvekirin. Kurd li Sûriyê, Tirkiye, Îran û Iraq, wek dijminê navxwe û cudahîxwaz û terorîst tê nasîn û bi şêweyê cuda digel wan reftar tê kirin.

Kurdistan xwediyê erdnîgariyeke gelek taybet e. Take bijardeyek ku wek alternatîvek ku bo xelkê dimîne, çiya ye. Berevajiyê navçeyên din ên Îranê, piraniya bajarên sînorî yên Kurdistanê, geşebûna aboriya wan kêmtir e. Helsengandina pîverên geşebûna aboriya bajarên sînorî digel navçeyên din ên Îranê îşareyek e bo hebûna newekhevî li mijara veberhênan û girîngîdana hikûmetê bi wan navçeyan. Bo mînak parêzgehên sînorî li pîverên cuda ên aborî, civakî û çandî di rêzbenda dawî ya parêzgehên Îranê de ne. Em wek nîşandeyek serekî dikarin îşareyekê bi dahat seranserî bikin. Heta ew kesên ku bawernameya masterî û doktorî jî hene, ji ber bêkarî neçar in kolberiyê bikin.

 

KURDŞOP
688 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!