Bîcar yek ji bajêrên ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistnanê ye ku li bakurê rojhilata wê parêzgehê li navçeyekê hilkeftiye ku ji berê ve bi navçeya Gerûs naskirî ye.
Aboriya Gerûsê li ser çandinî, ajeldarî û karê destî yên weke hûnandin an jî raçandina ferşan hatiye avakirin. Dîroka raçandina ferşan li bajêrê Bîcarê wedigere nêzîkî sala 1266an a Koçî. Dîroka raçandina ferşan di Kurdistanê bixwe de wedigere bo çend sedsalan berî naha. Bi sedema pêgeha taybet a bajêrê Bîcarê di serdemê şerê cîhanî yê yekem de, ji aliyê Rûsan û her weha Tirkên Osmanî ve rastî êrîşan hatiye û bi sedema wan bûyeran raçandina ferşan kêm dibe.
Her çiqas ku berî şerê cîhanî yê duyem gelek ji amûrên raçandina ferşan bona berfirehî dan bi vê hunerê û pîşeyê, hundirî bajêrê Bîcarê hebe jî, lê li gel destpêkirina şer û birçîtiyê, raçandina ferşan di qonaxên din de rastî kêmbûnê hatiye. Û li heyama salên 1340an a Rojî (1961an a Zayînî) şûnda di gel geşbîna sermayedariyê li Îranê û geşbîna berhemên destçêkirî, gelek ji navendên raçandina ferşan dubare nûjen bûn û ev yeka jî bo berfrehî dan bi pîşeya ferşê Bîcarê destpêkek baş bû. Di destpêka şerê cîhanî yê duyem de, daxwazkariyên ferşan pir zêde bûn û raçînerên ferşê Gerûsê li ser vê baweriyê bûn ku bi cihê ferşê mezin û bi qebareya mezin, ferşê hûr raçînin û vê biryarê wisa kir ku Bîcar û Gerûs wek cemsera Ferş bên naskirin.
Ferşê Bîcarê li gund û bajarên cuda de bi sê şêwazan tên raçandin: Badok, Nîv badok û pan.
Ferşên Bîcarê 50 rêz bi 7 cm û bi şiklê kulîlkên hevrîşim in. Ger ferş di şiklê çilê hevrîşim de be, rêza ferş digihîje 60 û 70yan. Girêyên vê ferşê tirkî û razana girêyan ber bi jêr û rast in. Di raçandina ferşê Bîcarê de hirî û pembû tê bikaranîn. Ji ber vê yekê amûrên ku ji bo derziyên ferşan hewce ne ji Zelanda Nû hundir dibin. Di ferşên Bîcar û ferşên din de hevrîşim kêm tê bikaranîn. Şêweya tevna ferşên Bîcarê di şiklê xwe de taybet e. Berê şêniyên herêmê sê tevin bi kar dianîn, tevna duyemîn zirav û tevna yekem û sêyem jî qalind bû, lê naha ev awayê tevnê hatiye guhertin û bi du tevnan tê kirin. Şêwaza lêxistin û kutana li ser tevnên vê ferşê ji deverên din cuda ye. Sedema sereke ya vê cudahiya hejmar û dereceya giraniya derbe lêdanane ku li ser tevnan tên dayîn.
Şidandin û çiriya tevlîhev a hiriyê ku zêde dibe wisa dike ku ferşên Bîcarê weke ferşên hesinî bên naskirin. Ferşên resen ên Bîcarê bi sedema pêkhateya taybet û domdariya bilind, bikaranîna gelek rengan û dîzaynên dahênerane di cîhanê de navdar in. Îro qebareya vê ferşê 1.5 metran jortir e. Ev ferş qalin û pir giran in. Girêyên wan ên pir xurt hene, ji bo hewayê sar pir guncaw in û lingan germ dikin.
Cûdahiya ferşên Bîcarê di gel ferşên din di qalindbûna pêkhateya wê de ye. Ji ber vê yekê ew bi awayekê hatiye raçandin ku ew nikaribin werin çemandin. Ji bo raçandina vê ferşê ji bilî yek an du benên tenik, çermê pir stûr dixin nav pêkhateya vê de. Ew bi kulmekê hesin bi girêyên ferşê ve tê lêdan û ev yeka jî pêkhateya ferşên han pir bihêz dike.
Yek ji taybetmendiyên ferşên Bîcarê an jî Gerûsê rengên ku tên bikaranîn e. Ev ferşê han bi piranî bi rengên xwe yên germ û geş tên naskirin. Cudahiyên di navbera rengan de bedewiya vê ferşê du qat dike. Rengên ku ji bo ferşên han hatine hilbijartin, agahiyên li xwezaya sar û çiya û di heman demê de rengîniya Kurdistanê nîşan dide. Rengên ferşên Bîcarê bi rengên cil û bergên Kurdî re guncaw in û taybetmendiya rengê vê cure ferşê domdarî û mana rengê wê ye. Taybetmendiyeke din a ku ferşên Bîcarê ji ferşên din cuda dike, bikaranîna hevrîşimê di tevn de ye. Ew taybetmendiyane wisa kiriye ku pîşeya raçandina ferşan bibe yek ji hunerên destan ên herî girîng li Bîcar û parêzgeha Sinê de. Balkêş e ku hûn zanibin ku gelek ferşên Azerbaycanê yên kevn ên ku li muzexaneyên li cîhanê tên dîtin, hemî ji pêkhateya ferşên Bîcarê ne. Di demên kevnar de xan an jî mîr û fermandarên kurd ew ferşê han wek diyarî ji rayedarên dewletê re dişandin.