Bajarê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê paytexta Gêlasên Îranê ye

Parêzgeha Urmiyê xwediyê potansiyelekî baş a çandiniyê ye û şahidê hilberîna berhemên curbicur ên çandiniyê ye û nêzîkî ji sedî 6 ji berhemên çandiniyê yên Îranê di wê parêzgehê de hilberîn dibin.

Gêlas yek ji girîngtirîn berhemên çandiniyê yên parêzgeha Urmiyê ye û nêzîkî 18 Hezar ton Gêlas di wê parêzgehê de hilberîn dibe ku piraniya wê li bajarê Şinoyê ye.

Hilberîna Gêlasê li Şinoyê ji demên kevnar ve heye. Hewayê guncaw, ronahiya hewce, germahî, axa bi bereket û elbet ezmûna xelkê di hilberîna vê fêkiyê de bûye sedem ku, cotkarên Şinoyê Gêlasên bi kualîte berhem bînin û ev faktorên han bûne sedem ku bajarê Şinoyê bibe paytexta Gêlasên Îranê.

Rûbera çandiniya baxên Gêlasên Şinoyê 350 hektar e û di demsala çinînê de nêzîkî 2 Hezar ton Gêlas tê komkirin. Tê texmînkirin ku rêjeya berhemanîna Gêlasan ji her hektarekî de 8 ton be. Di demsala çinîna Gêlasan de zêdetirî 7 Hezar kesan rasterast kar dikin û zêdetir ji 120 milyar Tûmen dahata vê heye.

Çinîna Gêlasan salane di mehên Gulan û Hezîranê de dest pê dike û 35 heta 45 rojan berdewam dike. Berhemên cotkarên Şinoyê li bajarên din bi nirxek pir zêde tên firotin. Delal ango bazirganên Gêlasan ji cotkaran bi nirxek pir kêm dikirin û qazanca sereke dikeve berîkên wan.

Cureyên Gêlasan ev in: Yekane reş û pembeyî, zer, hêşûyî, reqema navxweyî û çend cureyên din, ku di nav wan de cureyên reş û yekane herî zêde berhemanîna Gêlasên Şinoyê li xwe digire.

Baxçevanên vî bajarî kêmtirîn jehrê bikar tînin. Zelalbûna reng, tama xweş û bêhna xweş û kualîteya baş ya Gêlasên Şinoyê bala bikiran li navxwe û derve kişandiye û dikişîne ser xwe.

Gêlas ji ber vîtamînên xwe ji bo dermankirina nexweşiyên dil, romatîzma û êşa movikan bikêrhatî ye, Gêlas jehra laş derdixe û di xurtkirina dil, rovî, mîde û hêza derûnî de rolek girîng dilîze. Vîtamîn C di vê fêkiyê de balkêş e û alîkariya paqijkirina xwînê û aramkirina nervan dike.

Ji ber pêkhateya nerm a Gêlasê û îhtîmala perçiqandina di dema çinînê de, çinîna bi destan riya herî pêbawer e ji bo kêmkirina zirarê. Bi gelemperî nayê pêşniyar kirin ku makîneyên mekanîzekirî û lerza ku dibe sedem ku Gêlas ji dara xwe hilbeve, ji ber ku dema ku fêkî li çiqilên darê û hem jî li erdê dikeve, dibe ku rêjeyek mezin ji berhemê xerab û xesar bibe.

Ji koma berhema Gêlasê, ji sedî 90 wek xwarinên teze diçe bazarê û ji sedî 10 jî ji bo hilberîna hilberina tiştên bermayê Gêlasê, ji bo kargehan tên şandin; Gêlasên ku ji hêla bikiran û rûtîn ve nebaşin, bi gelemperî ji kargehan re tên şandin.

Çandin, geşekirin û depokirina Gêlasan û her weha paqij kirin û şandina Gêlasan bo bazarên navxwe û derve mezaxteke zêde heye, lewma Gêlas di rêza wan berheman de ye ku bi nirxeke giran tê firotin û dahateke wê yê baş heye. Ji bilî dabînkirina bazara navxwe, salane Gêlasên Şinoyê bo welatên din jî tên derfirotin. Gêlasên Şinoyê ji bo bajarên mezin ên wekî Tehran, Qezwîn, Îsfehan, Şîraz, û herweha bo welatên weke Rûsya, Ermenistan, Pakistan, Afganistan, Qeter, Îmarat, Iraq û welatên Kendavê tên derfirotin.

Festîvala Gêlasên Şinoyê her sal di navbera 12-14ê Pûşperê li bajêr tê lidarxistin. Armanca wê festîvalê danasîna şiyanên bajarê Şinoyê bi giştî û berhemên bax û baxçeyên vê herêmê bi taybetî Gêlas û Sêvan e û herweha binavkirina wî bajêrî wek navendeke berhemanîna Gêlas û kişandina geştyaran ji seranserî Îranê ye.

KURDŞOP
639 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!