Li Herêma Kurdistanê bêkarî

Herêma Kurdistanê weke welatekê ku di nava 20 salên borî de geşekirineke berçav di warê aborî de dîtiye û li diyardeya bêkariyê dûr nebûye.  Tevî ku derbarê amarên bêkariyê li Herêma Kurdistanê amarên cûda derdikevin, lê li gorî amarên wezareta Kar û Karûbarê civakî di sala 2020ê de ew amar geheştiye %12ê. 

Hanî Murteza 

Kurdshop – Herêma Kurdistanê weke welatekê ku di nava 20 salên borî de geşekirineke berçav di warê aborî de dîtiye û li diyardeya bêkariyê dûr nebûye.  Tevî ku derbarê amarên bêkariyê li Herêma Kurdistanê amarên cûda derdikevin, lê li gorî amarên wezareta Kar û Karûbarê civakî di sala 2020ê de ew amar geheştiye %12ê. 

Bêkarî yek ji diyardeyên nexwestî ye ku ferdên civakê pê re rû bi rû dimînin û di serdema me de yek ji pirsgirêkên sereke yên hemû civakan e.

Bêkarî ew e ku ferdên civakê ger li kar bigere jî nikaribin peyda bikin. Car caran kar hene û kes ji vî karî razî nabin û li gor rewşa xwe ya civakî û asta xwendina xwe guncaw nabînin. Yanî kar bi şarezayî û pisporiyên mirov li hev nayê.

Bi giştî, bêkar ew kes e ku karibe û bixwaze bi mûçeyek diyar bixebite lê nikare kar peyda bike. Rêjeya bêkariyê yek ji nîşaneyên rewşa aborî ya her welatekî ye.

Dîroka Serhildana Bêkariyê

Dîroka bêkariyê bi dîroka pîşesaziyê re derket holê. Berê bêkarî li gundan nebû, kesê nedizanî bêkarî çîye. Bêkarî li Brîtanyayê di dema Şoreşa Pîşesazî ya di sêyemên beşa sedsala hejdehan de derket holê û piştre li Ewrupa bi giştî û Amerîkayê belav bû.

Di sedsalên 20 û 21an de li welatên cîhanê û li Kurdistanê jî bêkarî zêde bû. Ev yek ji ber peydabûna makîneyên cihêreng ên pêşketî û nûjen e ku şûna mirovan girtiye; Bi taybetî piştî Şoreşa Pîşesazî û pêşketina teknolojiyê.

Zêdebûna şêniyên cîhanê û Kurdistanê sedemeke din a zêdebûna bêkariyê ye. Sedemeke din a bêkariyê li gelek welatan, di nav de li Kurdistanê, hebûna karkerên biyanî ye ku bi mûçeyên kêmtir ji hêza kar ya xwecihî dixebitin.

Cureyên bêkariyê:

Bêkarîya dilxwaz: Cureyek bêkariyê ku tê de karker bi dilxwazî dest ji karê xwe berdide.

* Bêkarîya bi zorê: Rewşa ku tê de karker neçar dibe ku li dijî îradeya xwe dest ji karê xwe berde, di demekê de ku dixwaze û şiyana wî heye ku kar bike

* Bêkarîya sergirtî: Hejmara zêde ya karkerên ku ti berhema wan nîne, wate ger ev hejmar ji nava hêza kar bêne derxistin, qebareya hilberînê kêm nabe.

Têbinî: Kesên malnişîn, kêmendam û kesên ku ji ber pirsgirêkên taybetî kar nakin û her weha kesên ku bi awayekî aktîf li kar nagerin lê dixwazin bixebitin wek bêkar nayên hejmarkirin .

KURDŞOP
774 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!