Amûrên jiyana Kurdewarî – Meşke 4 – Beşa dawiyê

Leyla Nûranî

Çawaniya Meşk kirinê

Mast û avê dixin nava meşkê û du kes meşkê dikin, jin bi ser meşka xwe de dibêjin (Pesna wê didin) û di wê baweriyê de ne ku heta bêhtir pesna wê bidin rûnê wê baştir dibe.

Gelek caran ava çend kaniyan bo meşkê tînin û dibêjin ku "Ava filan kaniyê bi rûn e" hin caran ava ku şeva bihorî ji kaniyê anîne dixin nava meşkê, wate şevek bi ser re derbas bibe. Heta sê caran avê dixin nav meşkê û dema ku rûnê wê kom dibe, vala dikin û rûn û dew ji hev cuda dikin. Dew di roja ku hatibe berhemanîn de nayê vexwarin û jêre dibêjin dew ê rojê.

Rihan, şibît, pelê mêvan, kezanê û gulan dixin nav dew de heta sê rojan datînên ku tirş bibe.

Av Mastaw/ yekemîn av

Ava ku yekem car dixin nava meşkê, dema ku meşkê dikin

Awareke/ ava hûrik

Ev ava ku di dema meşk kirinê de dixin nav meşkê, ango di nîva meşk kirinê de dixin nava meşkê de, navê wê ji wê yekê hatiye wergirtin ku di nîva meşik kirinê de hin pirtiyên hûrik rûn tên berhemanîn.

Awe Wirde

Ava ku piştî peydabûna hin pirtiyên rûn dixin nava meşkê de

Ava rûn

Ev ava ku piştî ku meşke rûn dide û di dema meşk kirinê de dixin nav meşkê

Ava yekcarî/ ava xilasiyê/ ava dawiyê

Ava herî dawiyê ku dixin nav meşkê

Ava hêdî / Ava Nerim

Ava ku ne sar û ne jî germ be (Şîrtên), eger  hewa sar be bi ava hêdî nebe meşk nayê kirin

Ava Dir

Aveke ku gelek dir e û postê mirov diqelişîne

Ava sar ku bo meşk kirinê nabe

Kef û rûn

Kef a ku tevlî rûnê destpêkê ye ku ji meşkê berhem tê (rûnê destpêkê)

"Bi kef û rûn bûye – bi wateya peydabûna kef û rûn ê ku nû ji meşkê peyda dibe.

Kef û Rûnê mezin

Peyda bûna pirtiyên mezin ên rûn û kefê ku wateya dawîhatina meşkê ye, piştî kef û rûnê mezin êdî gornîz gornîz dibe

Kefe Çirçe

Beşeke kêm a kefê ye ku berî peydabûna Kefa Rûn di nav meşkê de çêdibe

Kefe Çewre

Kefa ku gelek bi rûn e

Hin awaz û stranên jinan di dema meşk kirinê de digotin (devoka soranî)

"meşkem meşkey mangaye/ lolep darî xurmaye

Hewarim gorr mûsa ye/ bêrî şem û zaraye"

 

"meşke bijê nadirî/ haname Şêx Qadirî

Çîxî le rûy çadirî/ kaban ronî bigrî

Rebbî merman lê nemrî/ kaban zembê helnagrî"

 

"meşkem dejê beyane/ kak brayimim mîwane

Be xo û be çirîkane/ qedrî le ser çawan e

Nîwrojî be hêlkane /her şamî şekberane"

 

"awî sêxir û sêdollan

Meşkê bijênin be kiçollan

Rûn xoşe be babollan"

 

"meşkêm le dar henare/ kaban desrokey lare

Doy zor, rûn be texare/ meşkêm, zêrî nêwdare"

 

"meşkêm bijê le binarî /le biney Birayîm Celalî

Be bay pişwêy şemalî

Heçî meşkêm helkalî/ ca serî binê de talî"

 

"meşkem meşkey candaran / rûnî degrîn be baran

Kakim deyba bo şaran / bom dênê alqe û guwaran

Kakim serkirdê siwaran / mîwanê carubaran"

 

Çavkanî – Ferhenga xwarinên Mukriyanê

Edebiyatî Zarekî Mukriyan – Beşî Jinan – Selah Payanî

KURDŞOP
632 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!