Paqijkirina meşka mirarbûyî
Eger nezer li meşkê bide, divê ev nezer (Mirarî) bê paqijkirin, bi heriyê û heft avan tê şûştin ku paqij bibe.
Heft caran didin ber avê û dibêjin:
1 - Bîsmîllahê Rehman û Rehîm, ev mirariya ku di destê min de ye û li ser vî tiştî (Amûrê –Meşkê) ye bi vê avê derkeve.
2 - Mirar mirariya se, çar ling û du lingan, ji vê tiştê derkeve
3 - Heft ên nav gulavan, bi van av û rûbaran biçin
4 - Heft ji heftan mirariya vî tiştî derkeve, Ellahûme selî ela seyîdîna Mihemed we ela alê seyîdîna Mihemmed, rez û malê kesî li ser min nine, ev mirariye paqij bibe
Bawerî
Divê mirarbûna her tişta ku pîs bûye bê derxistin û bi heft avan bê şûştin, eger ne wesa be heta heft piştan pîsî û mirarbûna wan dernakeve.
Paşveçûna Meşkê
Eger hetinûçûna meşkê (Kêhan) wate (rêkûpêkiya tevgera wê) di dema kêranê de têk biçe, bi her sedemekê be, eger dest jê berdin yan bi her sedemeke din têk biçe û neyê kêhan, dibêjin ev paşve zîviriye
Valakirin (betalkirina) meşkê
Valakirin û cûdakirina rûn ji dew dema ku meşkê betal dikin
Dana meşkê bi cîranan an kesên din (Meşke Zawa)
Dema ku meşka xwe bi deyîn bidî cîranan, hin kes hene ku meşkê nadin û dibêjin meşka me mezin û nayê veguhestin, dibêjin li me nayê
Bawerî
Dema ku meşkê didin kesekî, ew mala ku meşk bi deyîn wergirtiye dema ku vedigerîne sê kevirên spî li ser datînê piştre vedigerîne.
Dû dana Meşkê (berdana dûkêlê bi ser meşkê) (Qangkirina Meşkê)
Dema ku meşkê li medbexê datînên ku dûkêlê bigre (me meşk dû dida û me digot bila li ber derî qurm bigre) (Qurim ew reşatiya ku ji ber dûkêlê ber ban û deriyê xanî ve digre)
Meşk di nav xwê de danîn (Xwêkirina meşkê)
Bireke zêde a xwê bi meşkê werdikin û pê dihisûn û dikêşin heta qayîm be û bêhna wê nemîne
Edet
#Bo ku nezer li meşkê nede diranê Beraz pêve dikin
#Heft Ûzerlik (Boxîr)an tînin wan qang didin û dibêjin "Yek Ûzerlik, du ûzerlîk .. Heft ûzerlik, heft hezar silav bo dîdara paqij a pêxemberê axir zeman, çavê neyar û biyaniyan biteqe (bisoje)
# Bendikê reş û spî tînin bi hev re dihûnin û morikên şîn pêve dikin bi meşkeyê ve dikin
Têkçûna Meşkê
Xerab bûn û têkçûna meşkê ji ber nezerê (Çavê Pîs – Nezerê lêdaye)
Meşk hatin
Dema ku rûn bi temamî ji mastê nav meşkê cûda dibe, ew jî wate meşkkirin temam bûye û meşk hatiye
Zayîna Meşkê
Dema ku rûnê meşkê du an jî çend qat zêde dibe
Bawerî
# Eger meşk bizê divê ajelek di bin de bê qurbanîkirin
# Eger meşk bizê divê rûnê wê bibexşin, ji bo ku bibe sedema xêrê, wî rûnê ser meşkê dibexşin
# Eger meşk bizê dê serê mezin û serdaran bixwe
# Eger meşk bizê nabe li ba kesî bê gotin
Meşkejan (Meşkhatin)
Her dema ku rûn di meşkê de kom bû û meşk çêbû dibêjin ew meşk hatiye û divê bê valakirin
"Meşke bijê hejarim/ reng zerd û lêw be barim/ wekû kêşî gulldarim/ birrnûy canbêzarim/ le guley mêrdan xesarim"(folklor)
Meşk Kêhran (Meşk kirin)
Hejandin û anîn û birina meşkê heta ku rûn jê peyda dibe. Dema ku Xaşxaşik gul dide wê demê rûnê şîr zêde dibe, êdî penîr çênakin. wê demê meşkê dikêhin
"meşke dejênim becarêkî/ lêy derênim texarêkî/ deydem be naske siwarêkî/ bom bida be cûte guwarêkî "(folklor)
Meşk kêhan bi ava gerim
Dema ku bi ava gerim meşkê dikin wê demê dereng çêdibe û rûnê wê kêm dibe
Germejê bûn (Germbûna Meşkê)
Dema ku meşk zû temam dibe, dibêjin ew meşk germ bûye, dema ku meşk germ dibe rûn nade, her av û kef e.
Spîkirina meşkê
Renîna miwîyan ji meşka ku nehatiye amadekirin, bo ku baştir miwî ji meşkê bêne jêvekirin, dixin nava gemarê (Ar û Av a ku hatiye têkel kirin) piştre miwîyan ditiraşin.
Pêçana Meşkê
Dema ku post di nava ar û xwê de tê pêçan heta miwîyên wê bi hêsanî bên jêvekirin.
Dakutana Meşkê
Dema ku meşkê dadikutin, bi taybet piştî ku rûn û kef li ser kom bûye heta ku tiştek pêve nemîne bikarin careke din meşkê bikin.
Helguran (An jî vegeriyana) meşkê
Dema ku meşk zû temam bibe, kêm û şil be dibêjin ku meşk ziviriye
Şikandina avê bo meşkê
Dema ku ava sar û germ bo meşkê tên amadekirin û tevlihev dikin
Amadekirina pîst bo meşkê, Gurîn
pîst ango çerm ji ser leşê heywanekê vekirin yan rakirin bê ku birîndar bibe.
"Mam brayîm kalanekey le berpiştêndê na, xencerî rût bedestewe, gutî: hesene gine! Ca wexo kewe, kellegat geyişteserî, êsta ..., be meşket derdênim." (emîrî mîrza : 103)
2- weke gefkirinê ye û herwaha yek ji awayên eşkencekirinê yên sedsalên berê bû
"maç dekem ew meçekaney be kelebçe dêşin/ bow seraney be grêy qemçî degriwên degrîm" (mamosta hêmin)
Bawerî
Her mala ku qurbaniya xwe wesa kevil bike ku bo meşkê bibe weke du qurbanî hesabe
Berdan an ber anîna meşkê
Dema ku goşeyên meşka dar tûyeke pîst bigre dibêjin ku meşka me ber daye