Xişrên jinên Mukriyanê – Beşa 5

Berbene

Morik, top, gulên destçêkirî yan her tişteke girovir ku bi qeytanekê ve dikirin û dixistin stûya xwe

Emin delêm kakîne emro êwarê heyranekey min heyranî lê dê, gerdinî zerde berbeney lê dê

Heyran

Berkuje

Xişreke ji zêr an zîv ku sikke (pereyê hesin) ji sûret an qirane ku destikek pêvekirine, ji berçêla kirasê Kurdî dane qeytanek pêvedikirin, an jî li ser milê kurtek didûrîn û levendî pêve girêdidan, berê li şûna pişkûjan hatiye bikaranîn.

(Eminîş bitrazênim derzî berkûjê/eger arezûm lê bê şûqî debrim le mangê/ belam gezim niya de gel rojê). Qale Xerîb Beyta Şêx Ferex û Xatûn Estê

(Bot bim be xulamî berkojê / Ewroj narom degel Rojê)

Berkojey qûbbe

Berkujeyeke taybete ku ji sikkeya weke gopîtka (qupî) hatiye çêkirin

Bermûr

Em ê xwe ji bo wan bidin kuştin heta ku tevahiya welatê wan weke xwîna me sor dibe weke şîlandik û mercanên nav morikan têne pêş çavê me

(Hejar bo Kurdistan -7)

Kîj gerawe duwayî bermûran we xoy dêxê/ Telebî dekem le xodayî le kin çadirî mey  bêxê) Mamilê

Bermûrî Lêran

Gerdenbendeke ku serê wê zêrên pênc pehlewî, deh pehlewî, cehferî Kenedî an jî du û nîv Pehlewî ku ji herdû aliyan ve morikên bi nirx pêve dikin û pîştre Lîre, Pehlewî an jî Sûretan pêve dikin heta ser stûyê dirêj dibe, morik û zêr wek hev in û li ser şûtikê disekine û awayê kevin ê şamrexta niha ye

Ber û Bermûrû

Bermû / Benkûbermûr

Ewe be serî pencanî de berdî mermwrî dedane / ewan berûbermûran de sîngî de ewê ke le mercanê/ her deyankirdewe be şerebaz û şereberan e) (Derwêş Rehman ;Azîze)

Berdebajele/mûrû bajele

Sersestar û bindestar

Morikek pehn e, nava wê qol e, ya jûrî û jêrîn heye rengê wê spî, kesk û reş heye, ya Spî û Kesk gelek dihatin xwestin û ya Reş diçiriskî

Yên esil û bedel hene, ev morik di bin axê de tê dîtin û bi wateya Bext(şans) e, her kes nekare bidest bîne her bi wî awayî ji heriyê çêdike.

Berî niha bi serê kelle qendê çêdikirin û dixistin stûyê xwe. Cureke destçêkirî ya ne esil heye, bo tevlîvehkirinê cutek wî alî û cotek li aliyê din dikirin nav morikan û dixistin stûyê xwe yan bi taybet çêdikirin û bi qeytanekê li kurtekê xwe ve girê didan. Reng kesk bi taybet gelek tê bikaranîn.

Bawer

Eger ser û bin van morikan li hev bên dê dilê jin û mêran jî li hev werin

Cureyên reş ên wan morikan wêneyê perekê li ser aliyê wê yê pehn heye ji ber wê "Nîv per " jî jêre tê gotin. Morika bajele morikek pîroz tê hesab kirin

Morika bajele ya hin kesan tozeke weke ar pê ve ye ku dibêjin ew wateya şans û bexte

Herkesê ku şansê wî hebe şeva înê ser û binê morika wî hev digrin

Her kesê morika Bajele peyda bike dîtibe şansê wî heye

Daw û Derman

Cureke spî ya wan morikan e ku bo hemlê derman e

Eger zarok bajele hebe

Paniya wî birîndar dibe, yek ji wan morikên spî bi şîrê dayîka wî zarokî şil dikin û li paniya wî didin û baş dibe

Wan morikan bi berçavê wî disûn

KURDŞOP
694 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!