Mamosta Serdar
Di Kurdistanê de her herêmekî li gorî çanda xwecihî taybetmendiyên wê hene, çawa devok diguhure bêguman xwarin û hinek tiştên din jî diguhure. Hinek xwarinên bi navê xwe çi qas taybetmendiyê digire, bi tama xwe jî gelek diguhure. Ez dixwezim li ser xwarinên taybet çava tên çêkirin û çi dikin nav xwarinê û çawa tên amade kirin hinek rawe bikim.
KELEDOŞ: Keledoş bi taybet li aliyê Colemêrg û herêma Serhed û li Rojhilatê Kurdistanê jî li herêmên ku tê çêkirin.
Amûrên di nav de Amûrên ji bo di nav mastî de
1- Genimê qutayî ango dan 1- Sîr
2- Nok 2- Hêk
3- Fasulî 3- Ar (li ser xwestekê)
4- Çorîn 4- Xwê
5- Goştê nerme (li ser xwastekê)
6- Dohnê nivîşkê
7- Bîber (îsota hûr)
8- Xwê
9- Pitat (kartol)
10- Mast
Çêkirina KELEDOŞÊ:
1- Berî her tiştî divê danê te (genim) baş bi kele
2- Nok û fasiîn xwe yên ku pêşî kelandî, bikin nav
3- Kartolên çargoşî bi kerkirî bikin nav
4- Goştê ku hatî kelandî û ava goştê kelandî bi parzûnkirî bikin nav
5- Çorîna xwe baş bişon û tîştekî cûda de bi kelînin û biparzûnin û bikin nav
6- kîloyek mast, li gorî xwe sîr, xwê, hêkek û 5 kevçên arî di nav kasikekî tevlîhev bikin û bikin di nav keledoşê de. Bila baş bi kele
7- Ji bo li ser xwarina xwe rûnê niwişk û îsota xwe (bîbera hişk) baş bi qelînin
Xwarina we amadeye, hûn dikarin bikin kasikekî û rûnê qelandî bikin li ser , afîyet be!..
NÎŞE: Mast û pancarê we (çorîn) çi qasî zêde be, tama keledoşê jî ew qas xweştir dibe:
Çêkirina Xwarina Ûr û Rûvî
Di Kurdistanê de xwarinek gelek taybet e. Di nivîsekî de me gotibû Kurd bi xwe
xweza jiyankirine, levma tiştê ku bi xweza jiyan dike de; her tiştê wê bi sûd jê digre! Ûr û rûvî jî bi taybet Kurdistanê xwarina wê belav bû û niha em dikarin bêjin li her derî tê çêkirin lê belê tama resen her Kurdistanê ye!..
Amûrên çêkirinê
1- Birinc 7- Xwê
2- Bexdenoz 8- Îsot (bîbera hişk)
3- 2 dene Pîvaz 9- Bîbera reş
4- Dinikek Sîr 10- Îsota hûr
5- Nîv kîloya Goştê kutayî (qiyme) 11- Dohnê sersinga pezî
6- Catra kovî 12- Av temate (salçe)
Çêkirina xwarinê (ûr û rûvî)
1- Xwê û ava sirkê li ser ûr û rûviyan bikin û di nav sîniyê de bila bimîne
2- Bila baş bên şuştin û 4-5 destên avê de derbaz bikin
3- Birincê xwe baş bişon
4- Goştê kutayî pêxin di nav birincî
5- Sîra xwe ya bi kêrê hatî hûr kirin, têxin nav
6- Pîvaz, dohnê sersingî û baharatên xwe hemûyan bi hev re tevlî hev bikin
7- ûr û rûviyên xwe bi mirûra (birinc) we çêkirî tujî bikin û bi dirûn
8- Ji bo hêsanî bên tujî kirina rûviyên xwe berîwajî tujî bikin
9- Dû re ûr û rûviyên hatine tejî kirin bikin di nav qoşxanê û ava kelandî berdin ser
10- Pîvaz, îsot, catre û sîrekî têxin di nav avê de û bila baş bikele
Xwarina we amadeye, Noş û can be!..