Êlan Mihemed
Dengbêj û hunermenda dengxweş Eyşe Şan xwediya qirika zêrîn di sala 1938an de li Amedê jidayik bûye. Hunermenda dengxweş di 18 saliya xwe de ket pey xewna hunerê û stranbêjiyê. Tevî ku ew hezkirinndi jiyana wê de bû sedema gelek qehr, kul û derdan. Wekî ku ev keser û jan bandora xwe li stran û jînegeriya Eyşe Şanê kiriye.
Eyşe Şan ku bi denge xwe yê zîz û zelal li dilê hemî Kurdan cihekî zêrîn girtiye, jiyana xwe ya hunerî li Tirkiye, Ewrupa, Îraqê domand. Bavê wê jî dengbêj bû, bi dengbêjiya xwe li ser Eyşe Şanê pir bandoreke mezin kir, ew bi kilamên bavê xwe bi çanda Kurdî mezin bû. Ji ber ku di nav civaka Kurdan de berê dengbêjiya jinan wekî gunehekê dihesibandin, ne hêsan bû jinek di nav civakê de derkeve û dengê xwe bilind bike û stranan bibêje.
Em hemû jî dizanin ku hunermenda Kurd Eyşe Şanê mîna gelek jinên Kurd bi darê zorê hate zewicandin, ji zewacê bêtir keçeke wê çêbû, lê zewaca wê dom nekir û dev ji mêrê xwe berda. Berdana ji mêr jiyana Eyşe Şanê xiste nav zehmetiyeke mezin û heta dawiya jiyana xwe ji malbata xwe dûr ket. Ev dûrbûn bi hesret hîşt ji bajarê xwe diyarbekir û dayika xwe re. Di gelek stranên xwe de behsa vê xurbet û dûrbûnê dike. Gava mirov li ser jînegeriya wê hûr dibe, fêm dike ku çiqasî qehr û kula wan salan bandor lê kiriye. Di nava stranên wê de evîndarî, dûrbîn, êşa civakî û hunereke rastîn bi peyv û hevokên bijarte xwe didin xuya kirin.
Eyşe Şan piştî ku dev ji mêrê xwe ber dide diçe bajarê Entabê û li wir di radyoyeykê de dest bi gotina stranên Tirkî dike. Zimanê Kurdî wekî gelek caran di wê çaxê de qedexe bû, lê di sala 1963an de dema diçe bajarê Stenbolê dest bi gotina kilamên Kurdî dike û dengê wê tê tomar kirin. Lê ji ber gotina kilamên Kurdî rastî zextên giran tê û di sala 1972an de mecbûr dibe koçî Almanyayê bike. Dema jiyana koçberiyê derfet çêdibe kasêtên bi Kurdî çêke, bi kilamên xurbetê dengê Eyşe Şanê bi riya kasêtan li Bakûrê Kurdistanê belav dibe. Bi kilama xwe ya bi nabê ''Ez Xezal im'' bi nav û deng dibe.
Eyşe Şan çû Almanyayê lê êşê dest ji pêsîra wê berneda. Ser qedera wê ya bêbext, Keça wê şehnaz a hejdeh mehî dimire. Piştî mirina keça xwe kilama qederê got, hem dilê xwe û hem dilê her kesî şewitand. Pitşî wê bi demek dirêj ji muzîkê dûr dikeve. Piştî mirina keça xwe vedigere Tirkiyayê, lê li wir jî pir namîne û di sala 1979an diçe Îraqê di radyoya Bexdayê dest bi kar dike. Li gel dengê Mihemed Şêxo, Arifê Cizîrî, Tehsîn Taha, Îsa berwarî û Gulbihar dengê Eyşe Şanê jî li radyoya bexdayê bilind dibe. Hindê hevaltiya di navbera Eyşe Şan û Arifê Cizîrî de xweş dibe, Arifê Cizîrî li ser wê kilamekê bi navê ''Eyşana Elî” çêdike.
Eyşe Şana dengxweş bi hunera xwe li hemû aliyên Kurdistanê hatiye naskirin û hezkirin. Stran û gotinên wê ta niha jî ji nifşên nû re di guhên her kesî de deng vedide. Piştî bi salan û şûn ve ew vedigere Tirkiya û diçe Îzmirê li ba zarokên xwe. Ji ber zehmetiya ku nikarî dayika xwe bibîne, dema ku dayika wê diçe ser dilovaniya xwedê kilama bi navê ''Hey wax dayê'' saz dike, careke din dilê xwe û dilê her kesî dişewitîne.
Beşek ji strana ''Hey wax dayê'':
“Dayikê qorban ava çemê Diyarbekir îro diherike leme leme e e e
Dayikê qorban pêl li pêlê dixe davê ser keleme
Wele îro dayika min nexweşe waya min tunine
Hêsirê çavê min dêrana Xwedê weke baranê biharê diherike, nasekine
Heywax dayê xerîbim dayê, hey wax dayê nemînim dayê, Heywax dayê bêkesim dayê, bê te kesê min nemaye li vê dunyayê dayê ez bimirim dayê…”
Di 18yê meha 12an a sala 1996an ji ber nexweşiya celtayê jiyana xwe ji dest dide. Wesîyeta wê ew bû ku meytê wê li Amedê li erdê bav û kalan binax bibe, lê wesîyeta wê bi cih nehat û hezkirina diyarbekir di kilam û stranên wê de her û her zindî ma.
Eyşeşan bi dengê xwe yê xweş car caran Kurdan da girînê, carinan rakir govendê û carinan jî dilan bi tijî xem kir. Îro jî em dibînin ku hunermend Eşeşanê di nava hunermendên nûhatû bandoreke gelekî bê hempa çêkiriye û bi taybet gelek ji gekek jinan bi rîtim û qirika wê distirin. Li dawiyê qey qederê xwedî gotineke din bûye ku di nava strana wê bi azad melodiyeke êşbar gotin li gotinê germ dike. Di nava hemû stranên wê de qehr û kul bûye mijara sereke. Îro em dibînin ku bi dehan lêkolîn, nirxandin û pirtûk li ser berhem û jînegeriya wê hatine kirin ku bûne mîrasek ji gelê Kurd re.
Beşek ji strana Qederê:
“Were yar... Qederê yar
Qederê bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar
Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar
Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq
Li ser pista seêwîxelqê bûy siwar
Yar yar yar qederê yar
Lê qederê... te gostê min helandî
Lê sitûyê lingê min li xelkê dikî xiwar
Lê qederê te ji xwe re ez kirime tucar
Tu ji min re bûyî bazar
Te ez kirime tucarekî bilmez
Bi bazara xwe nizanim kirime zirar yar yar ...
Lê qederê maliksewitiyê
Te ez kirime sivanekî yaqe bi qulavê (qirêj) ling bigemar
Tuyê li dawiyê bûye gurekî
Siba tu bircîye har yar yar yar”