Diyako Şasiwar
Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin
Li gor nivîsîna Elî Merdan, bi sedema wê ku ew hunermende li taxa Tekiyeya Şêx Elî Talebanî li Kerkûkê jiyaye, her ji zarokatiya xwe ve ji ber hogiriya bi tekyiye re û bi rêya wê yekê re digel Quranxwîn û hafizên wî bajarî hevnas bûye, diyar e ku Quranxwîn û ew kesên awazên olî dixwînin, çand û kevneşopiyeke taybetî ya xwendinê ku ew bi demê re fêr bûne, berçav digirin û awayê xwendina Quranê li gorî metodên ku ji aliyê xwendevanên cur bi cur ve têne pejirandin, wan han didin ku bi dengên xwe li ser rîtm û formên muzîkê yên cur bi cur biceribînin.
Ji xeynî wê ku gelek helkeftên olî yên wekî mewlûdî, xwendina mewlûdê û merasima bi dawîhatina feqîtiyê ku tê de feqî cejnê digirin, bûne sedema gelek helkeftên ku pêwîstiya wan bi muzîkê bûye. Her lewma ji mêj ve li Kurdistanê hin merasimên olî hatine lidarxistin ku tê de dengxweşên pêbendê olê, helbest û awazên olî û Quran xwendine. Eşkere ye ku wan li gorî şiyana dengê û awazê û hunera xwe û cureyên helbestên xwe her yekê şêwazek û awazek hilbijartine.
Elî Merdan di destpêkê de wekî ku bi xwe dibêje, li şûna wê ku lîstikên zarokan bilîze, fêrê guhdarkirina Quranê û ew kesên ku ew awazane dixwendin, bûye. Bi vî awayî ew fêr dibe ku çawa dengê xwe di rewşên cuda de bikar bîne. Paşê di xwendina Quranê û ew sirûd û awazên olî de şarezayiyê peyda bike. Elî Merdan her di wan kombûn û civatan de bi çend kesî re hevnas dibe, ku meqamên Kurdî yên wek “Elaweysî, Qetar û Xawker û hwd gotine.
Ewa ku cihê balkêşê ye di vê beşa jiyana Elî Merdan de, hebûna jinan di van kombûn û civatên olî de ye. Bi taybetî ew bi du jinan re hevnas dibe ku ew jî hafiz (ezber) in. Ew du xwîşkên dengxweş in, ku ji herduyan re jî mela tê gotin. “Mela Şewket” û “Mela Heybet”. Her du jin hem Quranxwîn in û hem jî di merasimên olî û cejnan de bo lidarxistina cejnên mewlûdê û rêûresmên olî awazên mezhebî û Quran dixwandin û ji wan jî mirov gelek tiştan fêr dibe.
Ji wê yekê girîngtir, dema ku Elî Merdan nûciwan bûye, bavê wî koç dike û neçar dibe mala xwe bo gundê Leylan vebiguhazîne. Mala xalê Elî Merdan li wir bûye. Di vî gundî de deriyek din bi ser Elî Merdan de vedibe. Li wir dîwanxaneyek mezin hebûye ku dîwanxaneya şêx bû.
Di wê dîwanxaneyê de ji xeynî wê ku tevahiya xelkê hatinçûna wê derê kirine, bi şevan kesên dengxweş ji bo xemilandina dîwanxaneya şêx, stran û awaz xwendine ku çend kesên navdan ji wan “Xidirê Baram Çaweş û Kamîlê Tepeloyî” li wir bûne. Wan meqamên Elaweysî, Xurşîdî û Xawker û gelek awazên dinê gotine. Elî Merdan bi wan re ecêbgirtî dimîne û di encamê de rojane ew tiştên ku ji wan hîn bûye ji bo xwe dibêje û gencîneyeke zêde pêk tîne. Heta ku wisa jê tê dengê wî tê bihêstin û ew jî ji bo dîwanxaneyê tê gazîkirin û bi vî rengî Elî Merdan ji wan kombûn û civatane de şiyana dengê xwe dibîne. Her di wê heyama kurt de hogireke zêde li gundê Leylanê ji bo xwe peyda dike. Ewa ku di wê beşê de Elî Merdan tekeziyê li ser dike, rola tekiye, xaneqa, dîwanxane û mizgeft e di perwerdekirina dengê hunermendên wê serdemê de ku her yek ji wan şûnên resenî ji ber ku komek mirovên dengxweş û hunermend tê de bûne, fêrî awaz û muzîkê bûne.
Herçiqas ew mirovên dengxweş û hunermend û yên ku li binkeyên mezhebî yên wekî mizgeft, tekiye û xaneqayê kar kirine, helbestên wan helbestên olî bûn, lê di awazên wan de ew rîtm û awazane dubare kirine ku di gelempera cîhana îslametî de adetî bûn. Ew hunermendane ew tişte bi awayekî navçeyî kirine û bi deng û kultûra xwe re, digel ew rîtm û awazên ku di navçeyên Kurdewarî de adatî bûne û nemaze li navçeya Kerkûkê rêk xistine û tiştek navçeyî jê bi dest xistine û bûye bi kevneşopiyeke ciwanînasî ya dengxweşî li wê navçeyê û Elî Merdan ji wan sûd wergirtiye û her ew keşûhewaye li gorî bîranînên xwe, zêdetirîn bandor heta serdema ciwaniyê li ser hunera wî daniye.
Ev diyardeyên hûr ku li ser wî bi bandor bûne pêk hatine ji: Şêwaza derbirîn û rîtm û awaza quranxwendinê û ew kesên ku di mizgeftan de mewlûd xwendine bi taybetî Mela Şewket û Mela Heybet ku li bajarê Kerkûkê du xatûnên quranxwîn û awazxwînên olî bûne. Paşê li gundê Leylanê ew awazxwînane, meqamên wek Elaweysî, Qetar, Xawker, Ay Ay û Xurşîdî xwendine.
Elî Merdan ew meqamatane ji wan hîn dibe û amade dibe bo wê ku wek kesek dengxweş di pêş de li navçeya Kerkûkê derkeve. Tişta ku di wê serdemê de bi jiyana wî re zêde dibe evîndariya Elî Merdan bi du xatûnan re bûye ku her ji serdema nûciwaniyê ve li gundê wan bûne. Ew dibine sedema wê ku, ew bi cihê wê ku zêdetir bo aliyê awaz û meqamên olî û mezhebî biçe, evîn û hezkirî, ew çavkaniyane bin ku awaz û hesta hunermendî ya wî dilerzînin û di encamê de Elî Merdan evîndarê keçxala xwe dibe.
Her çende ti carî negiha bi keç xalê xwe. Ew evîne bandorek zêde li ser hestên wî dadinê û heta di helbestek xwe de ku berhema wê evîndariyê ye behsa wê yekê dike ku ew evîndarê keçxala xwe bûye û xalê wî pêşiya wê evînê girtiye û evîna wî serkut kiriye. Piştî wê ku Elî Merdan ji wê navçeyê koç dike û di pêş de diçe navçeyek bi navê “Heftexar”.
Di navçeya Hefexarê de xwe mijûlê karûbarê rojane dike, lê ji xeynî wê yekê di tenêtiya xwe de mijûlê karê hunerî dibe û di encamê de piştî wê ku di Heftexarê de karesatek tê pêş û ew kesê ku penah dabû wî dimire, û Elî Merdan jî biryarê dide bi wê gencîneya hunerê re ku navçeya Kerkûkê û li gundên derdorên Kerkûkê jê fêr bûye, ji heyranbêjan, beytbêjan, ji quranxwînan û ew kesên ku mewlûdê dixwînin, wate bi gencîneyek ji awaz û rîtmê ve rû bike bi Metropol û bajarek mezin wekî Bexdayê. Li wir jiyanek nû dest pê dike û bingeha jiyanê li ser huner û berfirehkirina hunera Kurdî û cihgirkirina kesayetiyê xwe yê hunerî dest pê dike. Wate Elî Merdan ji navçeyek asteng ve karên xwe dest pê kir. Resm û adet û rîtm û formên hunerî û awazên Kurdewarî hîn bû û wê carê ber bi bajarekî emzin wekî Bexayê ve pêngav avêt da ku li wir bikare ew gencîneya ku fêr bûye, tevlî wê gencîneya berbelav bike ku di Bexayê de hîn dibe û kesayetiyê hunerî yê xwe li wir bi awayekî pirofîşnalî perwerde bike.