Em ê dîroka şanoya kurdî li Kurdistanê û li diyasporayê di çend beşan de binirxînin; Beşa destpêka vê nivîsê derbarê dîroka şanoya Kurdî li Împaratoriya Osmaniyan de û piştre derbarê şanoya Kurdî li Ermenîstan û Gurcistanê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Başûrê Kurdistanê û Iraqê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de û di dawiyê de jî derbarê diyasporaya Kurdî koma behsan pêşkêş bikin. Ev nivîsa wergêraneke li ser mijara Dr. Marî Rostemî, ku di çend beşan de tê pêşkêş kirin.
Li Kurdistanê jî, mîna piraniya welatên Rojhilata Navîn, beriya hatin û pêşketina şanoyê bi şêwaza şanoya Ewrupayê û şanonameyê, komek şêweyên çalak yên di şiklê şanoyê de hebûn e. Girîngtirîn edetên şanoya folklorê ku taybet in bi Kurdistanê ew in, di Newrozê de, cejna destpêka demsala Biharê ya ku destpêka sala nû ya kurdî ye, tên pêşkêşkirin.
Mînakek girîng a wan pêşkêşan, ku beşek ji festîvala Bihara Kurdî bûye, “Mîrmîran” an jî “Mîrmîrên”, festîval mîna “Cejna Bêaqilan” di Sedsalên Navîn de, ku di vê cejnê de padîşahek destkird wekî hukumdar dihat hilbijartin. Ji xeynî rêûresimên Newrozê, kurdan ji mêj ve festîvalên taybet ên demsalan hebûne yên wek Kose Geldî an Kosekose, an jî rêûresimên taybet bi baranê li dar xistine yên wek, Garwenekî û Bûka Baranê (Rostemî 2019: 26-38) hebûn. Lê belê di warê formê de, ya herî nêzîkî şanoya rojavayî şêwazên çîrokbêjiya dramatîk e ku li piraniya welatên Rojhilata Navîn kevneşopiyeke hevpar e. Çîrok û çîrokbêjî yek ji xalên herî girîng ên edebiyata devkî ya kurdî bûye. Evîndarî û behs kirina dîrokan ji mêj ve ji aliyê beytbêjên kurd ve li cihên wekî qehwexaneyan hatine pêşkêşkirin.
Tevî piraniya kevneşopiyên xwecihî, şanoya modern bi zimanê kurdî tenê di destpêka sedsala 20an de derketiye holê. Yekem car di pêşangeha Cîhanî ya Columbia ya li Chicagoyê de hatiye lidarxistin û îşare bi dramayeke kurdî hatiye kirin
Osmaniyan bi şanoya "Kompleksa Gundê Tirkan" beşdarî pêşangehê bibûn, ku diviyabû pirrengiya Deşta Osmanî nîşan bide. Di çanda Osmaniyan de û ji van şanoyên ku di vê festîvalê de hatin pêşkêşkirin şanoyek bi nîv diramaya kurdî hebûye ku bi erebî ji aliyê şanogerên Xiristiyan, Ereb û Yewnanî ve hatiye pêşkêşkirin (Sarikaya, 2012an). Drama “Kurdî” ku ji aliyê derhênerekî Ereb ê Xiristiyan ve hatibû çêkirin, bi mifah wergirtin li dîmenên weke dizîna jin û şervanên jêhatî ên kurd bûye ku ji aliyekê ve dîtingeha Osmaniyên xeyrî Kurd ên xeyrî misilman ve jiyana kurdan nîşan dida.
Yekem şanonameya bi zimanê kurdî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye lîstin, ji vê demê şûnda ku Ebdulrehîm Rehmî Hekarî (1958-1890an) şanoname û du ekterên wî, wate Memê Alan di kovara Jînê de diweşîne; Ev şanonameya şibandineke zêde di gel Mem û Zînê, ku romansiya herî navdar a Kurdsitanê ye tineye. Çîroka Memê Alan dibe ku di serdemên şerên Xaçperestan(Selîbî) de rû dabe, wate di vê serdemê de ku Ewrupiyan hewl didan Qudsê ji destê Selahedîn bistînin, di şanoya Hekarî de Mem dayîk û hevjîna xwe berdide û tevlî hêzên mîrê Hekariyê dibe, ji bo piştgiriya Selahedîn ku fermana cîhadê daye.
Piştî demeke dirêj, Mem ku gelek guherî ye, ji şer vedigere û tê cem hevjîna xwe. Dayika Mem ku haya wê ji vegera kurê xwe nîne, dema tê malê û bûka xwe di gel zilamekê dibîne û wî zilamî jî nas nake, bi kêrê li sînga wî dixe. Xuya ye ku Hekarî ji bo nivîsandina vê şanoyê kevneşopiya devkî ya kurdî, bi taybetî jî vegotina Memê Ebbasî mifah wergirtiye. Hekarî di kurte danasîna şanoyê de wiha dinivîse: “Tiyatroya Kurdan fezîleta noşî dide”, yanî “Şanoya Kurdî fezîletên Kurdan nîşan dide”. Ev Fezîletên ku şanonameyê ji aliyê Mem, dayîk û hevjîna wî ve hatine temsîlkirin, serbilindî û hezkirina welat, ol û malbatê ne.
Ev hestên li hember Kurd û Îslamê yên ku taybetmendiyên Memê Alan in, nîşana hêviya Kurdan e ku bo fermî naskirina van wek neteweyekê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem e. Ev yek bi taybetî di pênasekirina Selahedîn Eyûbî, rêberê kurd ê misilman de, ku ji aliyê neteweperestên kurd ên destpêkê wek lehengekî neteweyî dihat pênasekirin, diyar dibe.
Gelek pê neçû ku xewna kurdan a serxwebûnê têk dan, ji ber ku hilweşîna Împaratoriya Osmanî bûbû sedema perçebûna Kurdistanê û kurd di nav welatên li Rojhilata Navîn ku nû hatinbûn avakirin hatibû parvekirin. Ev yeka jî bi dehan sal kuştinên zimanî, etnosîd û jenosayîdê li pey hatin û astengek bû, bo pêşketina çanda kurd. Ev yeka di demekê de ye ku armanca polîtîkayên navendxwaz ên Îran, Sûriye û Tirkiyayê bi awayeke hovane asîmîlekirin û tepeserkirina Kurdan bû. Kurdan li Iraq, Başûr û Yekîtiya Sovyetê de, azadiyeke zêdetir bo afirandina şanoya resen a Kurdî bidest xistin.