Filma çiroka Dayîkên Şemiyê bû xwedanê xelata Laleya Zêrîn

Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de, fîlma Ayşe Polat a mijara wê çîroka Dayîkên Şemiyê bû ya bi navê ‘’Kor Noktada’’ ango ‘’Li Xala Kor’’ xelata Laleya Zêrîn wergirt.

Kurdshop - Ji aliyê Weqfa Çand û Huner a Stenbolê ve (ÎKSV) îsal 42yemîn Festîvala Fîlman hate birêve birin û xelata Laleya Zêrîn a di qada netewî de ji fîlma herî baş re tê dayîn, ji Ayşe Polat re hate dayîn ku çîroka fîlma wê li ser Dayîkên Şemiyê ye.

Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de, fîlma Ayşe Polat a mijara wê çîroka Dayîkên Şemiyê bû ya bi navê ‘’Kor Noktada’’ ango ‘’Li Xala Kor’’ xelata Laleya Zêrîn wergirt.

Di Festîvala Fîlmana a 42yemîn a Stenbolê de xelat geheştin xwediyên xwe û di qada fîlmên netewî ya herî baş de fîlma ‘’Kor Noktada’’ ango ‘’Li Xala Kor’’ a ku çîroka wê Dayîkên Şemiyê ye û ji aliyê Ayşe Polat ve hatiye nivîsandin û derhênerê wê jî her ew bi xwe ye bû xwediyê xelata Laleya Zêrîn.

Fîlma ‘’Li Xala Kor’’, xelata fîlma herî baş, senaryoya herî baş û çîrok û vehûnandina herî baş wergirt. Piştî wergirtina xelatê jî Derhêner Ayşe Polat ragehand: ‘’Min îlham ji Dayîkên Şemiyê wergirt. Ez xelatê jî li ser navê Dayîkên Şemiyê werdigrim. Hêvîdarim di demekî nêzîk de rojên baş em bibînin.’’

Di çarçoveya Festîvala Stenbolê ya 42yemîn de 134 fîlmên dirêj û 29 kurtefîlm di 12 rojan de ji bo kesên ji sînemayê hesdikin hatin nişandan. Festîval îsal di 14 beşan de ji 84 welatan bi beşdariya fîlmên 160 derhêneran ve hate lidarxistin.

Derhêner, senarist û çêker a kurd Ayşe Polat sala 1970yê li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê li dayîkbûye. Di sala 1978ê li gel malbatan xwe ya karker koçî Almanyayê kirine û zarokê sêyem ê malbatê ye. Perwerdeya li Hamburg a Almanyayê temam dike û piştre li zanîngeha Bremen a Almanyayê beşa ziman û wêjeya Almanî de dixwîne û li gel wê jî di heman demê de li zanîngeha Berlînê zanista Fîlozofî û Çandî xilas dike. Di 15 saliya xwe û şûnde dikeve nav karûbarên sînemayê û heta naha bi dehan fîlmên dirêj û kurte fîlm kêşane û beşdariya gelek festîvalên giring kirine û fîlmên wê yên dirêj di festîvalên navnetewî de gelek car hatin pêşandan û xelat bidest xistin. Fîlma wê ya En Garde di Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Locarno de xelata Zîv a Leopar bidest xist, heman fîlm di sala 2005ê de jî ji aliyê rexnegirên sinemaya Alman ve wek fîlma salê ya herî baş hate helbijartin.

KURDŞOP
843 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!