Hunera berpirs û rûbirûbûna neyar – Beşa 2

Hunera berpirsiyarbûn li hember reşên civakî hestiyar e. Dibe neynikek bo dengvedan û rengvedana tevahiya wan tiştên ku wek problemên mirovên civakê tên nasîn

Mînak; Nasir Rezazî

Dr. Soran Riwandizî

Hunera berpirsiyarbûn li hember reşên civakî hestiyar e. Dibe neynikek bo dengvedan û rengvedana tevahiya wan tiştên ku wek problemên mirovên civakê tên nasîn. Ew cure huner, ewa ku xelk dizane û nikare amaje pê bike û ewa ku xelk nizane û pêwîst e amaje pê were kirin, dike qada karê xwe. Ji bo ku ev mijar zêdetir zelal bibe, divê ez bêjim beşa herî zêde ya civaka texa navend û texa blindest e. Ew du tex, rastî zêdetirîn pirsgirêkên civakî dibin. Kesên ku di nav arîşeyan de ne, ji yên ku li derveyî pirsgirêkan e, zêdetir êş û azarê dibînin, lê ji ber wan pirsgirêkan û kombûna wan, şiyan û zanayî û hesta derxistina hunerî ya wan pirsgirêkan nîne. Di rewşeke wiha de, hunermendê berpirsiyarê civakî, xwe nîşan dide û rola navbeynkariyê dileyîze. Ew dibe zimanhalê daxwaziyên wê beşa civakê, ku di nav êş û azarên xwe de fetisîne û nikarin bînin ziman, eger bînin ziman jî bandorek wisa li ser civakê çênakin. Hunermendê berpirsê civakî, ku gelek caran bi xwe jî reh û rîşalekî wî di nav wan arîşeyan de ye, vêca wek texekê ji texên civakê yan jî wek texeke hizrî dest bi tevgerê dike û berhemên hunerî ji wan pirsgirêkan diafirîne, yan jî em dikarin bêjin form û ziman dike pêgeha arîşeyên civakî.

Bi zimanekî din, eger em di warê form û naverokê de li vê hunerê binêrin, karê hunermendê berpirsê civakî, gelekî zehmet e ji ber ku ne tenê aliyê bedewiya hunerê nîşan dide, belkû ew alî wek beşekî veneqetiyay, hemû naveroka hunerî û edebî û …, hebûna wê ne tenê pêwîst e, belkû bêyî ew, naverokek nabe ku navê wê naveroka hunerî be. Ji bilî wê, aliyê wê yê bedewî, form û derbirrîn û ziman û gelek mijarên din rol tê de dileyîzin û zemîn amade dikin bo naverokê. Di vir de hunermendê berpirsê civakî, bi pewendkirina arîşe û asteng û daxwaziyên civakî yên civaka xwe yan civaka cîhanî yan mirov bi giştî, ligel form û derbirrîn û zimanê hunerî, cêmikekî dixulqîne ku cîhan û civak di ziman de deng vedidin. Wate, wê care berdeng ligel naverokeke vala rûbirû nîne belkû naverokekî dibîne û tam dike û dibihîse û dixwîne ku yan tabloyekî nîgarkêşiya kêm hempa ye li kêleka berhemên Picasso. Me berê jî behs kir, tabloya Gronica ku tê dîtin û şirovekirin, yan parçe mûzîkek bihêz wek berhemên Victor Jara, ku tê guhdarîkirin û behskirin û ziman bi ziman tê gotin, yan naverokeke edebî li kêleka helbestên Yannis Ritsos ku tê xwendin û tê xwendin û jan jê tê çandin.

Ew mijar, du tiştan bo meyê xwendevan zelal dike; têgehîştinek ku heyamekî bask bi ser rewşenbîriya kurdî û heta farsî de jî kişandibû ku qaşo hunera berpirs ji prensîbên xwe dûr ketiye, ji ber wê jî asta naveroka huner dadixîne. Liberçav derbaskirina dîroka huner û edebiyaya cîhanî, wê gotinê piştrast nake. Diyartirîn kesayetiyên huner û edebiyata cîhanî, derveyî wê yasayê nebûn. Ji Gabriel Garcia Marquze bigire heta Milan Kundera, ji Walt Whtiman bigire heta Memûd Derwîşê ereb û Ehmed Şamlûyê fars û Şêrko Bêkesê kurd.

Di vê mijarê de em dixwazin behsa berhemên yek ji wan hunermendên berpirs bikin ku hunera serhildanê gelekî pêş de biriye, ew jî mamostayê awaz û stran û sirûdên kurdî, Nasir Rezazî ye. Ez ji ber wê yekê vê mijarê behs dikim, çimkî bandora wê di du dehkên heşta û not yên sedsala borî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gelekî zêde bû. Lê mixabin bi vemirîna wê qadê, huner di warê mûzîkî de li her dû herêman ber bi tinebûnê ve diçe. Helbet ez naxwazin zêde li ser hûrgiliyan berhemên Nasir Rezazî baxivim, belkû bi rengekî giştî ezê berhemên wî li ber çavan re derbas bikin û di beşa paşîn de bi berfirehî li ser hinek wêstgehên girîng yên karê wî hunermendî rawestim.

Nasir Rezazî bi gotina stranên romantic û folklorîkên kurdî yên dehkên şêst û heftê yên sedsala borî derbasî nav meydana stranên kurdî bû. Gavekî li pêş hemû hunermendên beriya xwe bû. Ew hunermedên ku beriya wî zêdetir mijûlî regandin, tomarkirin û hewldan bo komkirina folklore kurdî di warê stran û mûzîkî de bûn. Ji mamosta Elî Merdan bigire heta Tayer Tofîq û Hesen Zîrek û Mihemedê Mamlê û Arif Cizraîw û Kawî Axa û gelekên din. Nasir Rezazî bi gotina stranên wan hunermendan dest bi karê hunerî kir, bi taybet stranên namir Elî Merdan digot destpêkê, paşê hinek stranên Mihemedê Mamlê ji nû de stra. Ew cure destpêkirina karê hunerî, bo her hunermendekî ku dixwaze bi zimanekî netewî xebata hunerî bike, pêwîst e, ji ber ku eger wisa neke zehmet e bikaribe gavên din bavêje û nikare pêş bikeve û ziman jî wê mecalê nade. Lê ewa ku di jiyan û berhemên Nasir Rezazî de girîngitir û wek navena giraniya karê wî hunermendê mezin e, werçarxana di jiyan û berhem û helwest û nerîna wî bo civak û cîhanê de ye. Em vê yekê li ser çi esasî dinirxînin? Gelo me jiyannameya Nasir Rezazî xwandiye û em gihîştine wê encamê guhertinên di jiyana wî de çi bûne û çawan wan guhertinan li ser berhemên wî reng vedane? Ew şêwaza ku me hilbijartiye, pêwîstî bi rîşalnasiyê nîne. Pêwîst e li şûna rîşalnasî û jiyana hunermend, ku bi mirina wî dawî t, girîngî bi nasîna helwest û naverok û şêwaza dariştina berhemên hunermendekî û di wî alî de behsa hunera kesekî bê kirin.

Ji xwe me berê jî behs kr, hunermendê mezin Nasir Rezazî, bi naskirina serbor û serpêhatiya hunera mûzîka kurdî û zanîna aheng û awazên kurdî, bi destpêkek dewlemend dest bi karên hunerî kir û ziman û mêjiyê xwe bi çavkaniyên resen, zelal kir. Lê di beşa duyem ya kar de, wî destkeftên xwe derbasî qonaxek din kir û bi nasîna hunerê, zimanê xwe dewlemend kir, rîtm û lehn yek bi yek tecrube kir û paşê derbasî qonaxek din bû. Ew jî ji ber çend sedeman; yek ji sedeman ew bû ku jiyana civakî û siyasî ya kurd dihat guhertin û şerrekî pêsîra gelê kurd girtbû ku xuya bû zû bi zû pêsîra kurdan bernade. Di rewşek wisa de kurd bi du şêweyan rûbirûyê astengan dibûn. Li nav Kurdistanê, rêjîmên serkutker xelkê ditirsandin, direvandin, li çîya û li meydanên şer jî zarokên kurd sîngê xwe didan ber guleyên dijin bo parastina nîştiman û netewa xwe. Di vir de pirsiyarek tê hişê mirov; li navxwe de çi mekanîzmek dikare xelkê ji tirsandin û revandin û xofa dijmin rizgar bike û moralê bide wan? Yan ew kur û keçên ku di sengeran de şer dikin, gelo hêzek heye wan vejîne û bêje wan çavên me li dest û tivingên we ye? Bersiva wan her du pirsiyaran ew e ku hunera berpirs wî karî dike, hem navxwe piştrast dike xebat berdewam e û hem jî sengerê piştrast dike ku piştevaniya we li navxwe heye lê çavên wan jî li we ye.

Mamosta Nasir Rezazî, bi berhemên xwe yên şoreşvanî, bi sirûd û kilamên xwe û xebatên wî li ser helbestên dehketa heftê heta dehka not, rola wî hunermendê berpirsê civakî leyîst û hem navxwe hem jî senger qerdarê stran û sirûd û dengê wêrekê wî yê xem û xebat û moral û mûzîka wî ne.

Di beşa bê de dê li ser çend berhemên mamosta Nasir Rezazî bipeyvîn.

 

 

KURDŞOP
988 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!