Kurte şiroveyek li ser fîlma “Paris/New York, Inexpensive”

Hejar Remezanî bi vê fîlmê bûye xwedanê xelata baştirîn belgefîlma Festîvala “Pure Magic” ya Amsterdamê

Kurdshop -   Fîlma “Paris/New York, Inexpensive”, belgefîlmek e ku ji aliyê fîlmsazê kurd Hejar Remezanî, xelkê bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê û xwendekarê zanîngeha Sorbon ya Parîsê ve hatiye çêkirin. Ev fîlme, di çendîn festîvalên navdewletî hatiye nîşandan û çend xelatên cîhanî jî wergirtiye.

Hejar Remezanî bi vê fîlmê bûye xwedanê xelata baştirîn belgefîlma Festîvala “Pure Magic” ya Amsterdamê. Her wiha vê fîlmê, sala 2022 jî xelata festîvala fîlman ya Atînayê bidest xistiye, her wiha bûye baştirîn belgefîlma festîvala Mabig ya Almanya û xelata taybet ya lêjneya daweran li festîvala Chambal ya Hindîstanê jî bidest aniye.

Fîlma “Paris/New York, Inexpensive” ji sê pişkan pêk hatiye û her beşek jî çîrok û serpêhatiyên karakterekî pîr e ku behsa jiyana xwe û ezmûnên xwe dike. Di fîlmê de lokeyşin gelek kêm rastî guhertinan tên, ji ber ku hem karakter di warê fîzîkî de ew şiyana wan nîne û hem jî armanca wê fîlmê ne ew e. karê girîng yê fîlmsaz di vê belgefîlmê de, hilbijartina lokeyşinên sosret û mûzîka taybet nîne, belkû destnîşankirina sê karakter û mijarên taybet e ku taybetbûn û balkêşbûna ezmûnên wan karakteran, wisa li bîner dike guhê xwe bide tevahiya diyalogan û bibîne û li ser bifikire.

Di beşa yekem ya fîlmê de, fîlmsaz rojên dawî yên jiyana karakterekî fîlmê, James, bi kamîraya xwe tomar dike. James, mamostayê zanîngehê û Amerîkî ye ku 50 sal e li Parîsê dijî û aşiqê jiyanê ye. Sî salan li zanîngeha New Der ya Parîsê ders daye û mala wî cihê kombûn û civata dost û heval û xwendekaran bûye. Dozde pirtûk di warên cuda de nivîsiye. Yekemîn pirtûka wî li ser sêkswalîtê bûye. Di vir de karakterê fîlmê bi vegotina jiyana xwe, hêdî hêdî perde li ser felsefe û hizra xwe ya civakî hildide. Şêwaza dîtina wî bo mijarên sêkswalîtê, cuda û sosret e. Dema mirov zêdetir tê de hûr dibe, xuya dibe ku wî mamostayî gelekî zûtir hewla çareserkirina pirsgirêkên girêdayî sêkswalîtê, ku çendîn sal e li Ewrupa û Amerîka hewla çareserkirina wan tê dayîn, daye. Ew niha jî, ku rojên dawî yên jiyana xwe diborîne, di xema wan pirsgirêkan de ye û li ser nerîna xwe rijd e û ew jî mijara “azadiya cinsî” ye. Baweriya wî bi azadiya peywendiya jin û mêr heye û di beşa dawî ya axaftinên wî de jî xuya dibe ku di jiyana xwe de jî cîbecî kiriye. Hevjîna wî, ku berê bi rengekî ne yasayî peywendî ligel hebûye, xelka Stokholmê ye. Rojekî dema vedigeriya zêda xwe, sirrekî jê re vedibêje. Ducanî ye û ji ber ku bavê wê efserekî pilebilind yê artêşê bûye, şerm dike ji bavê xwe re bêje û daxwaz dike çend salan bibin jin û mêr. Jixwe di gotinên wî de xuya dibe ku wî ew peywendî wek astengiyek li pêşiya azadiya mirov zaniye û di wê baweriyê de bûye jê re pirsgirêkan çêdike û ji ber wê jî ji hevjîna xwe cuda dibe.

Bi baweriya wî, her peywendiyek ku mirov dilxweş bike, rewa ye û ji bo wî ecêb e ku neyarên wî vê yekê qebûl nakin.

Aliyekî din yê jiyan û hizra karakterê yekem yê vê belgefîlmê, hewldan e bo ku dinyayê bike cihekî xweş bo jiyanê. Vê yekê jî bi cîbecîkirina du projeyan, ji mala xwe dest pê dike. Yekem; heyama 40 salan, rojên yekşembiyê dost û hevalên xwe bo xwarin û vexwarin û kêfê vedixwîne mala xwe û deriyê wî bo her kesî vekirî ye. Bi gotina wî, di wê heyamê de zêdetirî dused û pêncî hezar kesan li mala wî de xwarine û vexwarine û dostanî û evîndarî kirine. Ew dibêje, hevalekî min digote min, her gava tu bikarî hemû xelkê dinyayê bihev re bidî naskirin, dilê te şa dibe. Ev ruh, li Ewrupaya ku ferdiyet tevahiya can û cergê jiyanê vegirtiye, tiştekî sosret e. Helbet mirov dikare bêje, hewl û çalakiyên wî karakterî, refleksek e li hember wê krîza ku li Ewrupa heye.

Projeya duyem, çêkirina nasnameyeke nû ye bo wan kesan e yên ku hatinçûna mala wî dikin. Ew dixwaze yan xwastiye, nasnameya mirovên cur bi cur, ji nû de rêk bixe û ava bike. Di nasnameya wî de tiştek hemû mirovan pêkve girêdide, ew jî, erd e. Ew pîvanekî bo yekgirtina mirovan destnîşan dike, ew jî cihê jidayîkbûnê ye. Nasnameya ku ew behs dike û wek pasprta cîhanî dide nasîn, ji aliyê wî ve bo gelek kesan hatiye nivîsandin û çêkirin. Lê polîs rêgirî dike û pêşiya wê plana wî digire. Ev mijar ji ber wê yekê balkêş e ku di demekî ku de Yekitiya Ewrupa jî nebûye, di rojeva wî karakterî de bûye.

Beşeke din ya diyalogên wî karakterî, ku derxera nerîna wî ya felsefî ye, liber hevdana şêwazê jiyana Amerîkî û Ewrupî ye. Bi wateyek din, jiyana kapîtalîzm û xizmetguzariya civakî li ber hev datîne û rexne dike. Vê yekê di liber hevdana xizmetguzariyên dermanî li Amerîka û Fransa encam dide. Remezanî jî di fîlmê de tenê wan nerînan datîne berhev û netîce û şirovê ji bîner re dihêle û ji bîner re dibêje, vê cure jiyanê çi berhem aniye. Karakterê fîlmê, di sêkansa dawî ya jiyana xwe de, tenê maye û bê heval û hedar e û bi vî rengî jî dawî dibe.

Karaktera duyem û hibijartina wê mijara girîng, ku nerîna jineke Ewrupî, hem niha û hem piştî şerê cîhanî yê duyem nîşan dide, ji aliyekî wê rastiyê derdixe ku heta niha jî hizra nasyonalîstî li Fransa bihêz e û gotin û vegotinên wê xatûna bi temen, wê rastiyê nîşanî bîner dide. Eger karakterê yekem, jiyana wî girêdayî cîhanê ye û bi rengekî aşiqane jî hej Fransa dike, karaktera duyem, Fransayê weke ku heye, hez dike. Fransa wek xwe li ba wê bedew e û naxwaze were destkarîkirin, vêca çi baş û çi xirab. Karaktera han, wêneya montajkirî ya General de Gaulle naxwaze. Ew derheqê de Gaulle dibêje: Wî dixwast û em pêş diketin. Ev, sirra pêşketin û derbasbûn ji gemara şerê cîhanî bûye, gemara ku bandora wê heta dawî roja jiyanê li ser karaktera pîr ya belgefîlmê de maye. Kerk û kina Almaniyan, heftê sal e hê jî di dilê wê de maye. Lê di dawiyê de şer û kîndariyê, çareya dawî nabîne û perestarek û mirovek, zanista mirovekî, piştî heftê salan, kerba tevahiya wê gemarê ji bîra wê dibe û ev jî me dibe ser felsefa karakterê yekem yê fîlmê ku divê mirov nêzîkî hev bibin û d vê cîhana mezin de bi hev re baxivin, bêjin û bikenin û bixwin û bimirin.

Karakterê sêyem, xwedanê kesayetiyek parçe parçe ye. Di aliyê bavê de Îrlandî ye û di aliyê dê de jî Portugalî ye û di serdema şerê cîhanî de li Amerîka serbaz bûye û niha jî li Fransa dijî. Hevalên wî Rûsî ne û li Amerîka dijîn.

Bin û binetarên wan, li gorî ku mamê wî lêkolîn kiriye, gundî û reş û rût bûne û xwe jî wek kesekî dahêner nabîne û ya ku bo wî girîng e, azadiya wî ye. Dibêje, ez di bin destê kesî de nînim û ji azadiya xwe hez dikim. Lê ew jiyana li Fransa, baştir dibîne ji “hovîtiya” li Amerîka. Di nav çendîn kesayet û nasnameyan tê û diçe lê hez dike nasnameyeke wî ya diyar hebe û derheqê nasnameya xwe de zêdetir bizane. Gelekî jî weswas e û herî dawî jî ji fîlmsaz û kamîraman re dibêje: “Tu ne casûs î!”

KURDŞOP
1045 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!