Madura FARIS
Kurdshop - Li gor zaniyariyan bi taybetî piştî Şerê Cîhanê Yê Dûyemîn sektora sînemayê kete nav liv û tevgereke mezin.
Li Kurdistanê jî piştî 1950an sînemageran hewl dan cihê wê sektorê di nav civaka kurd de vekin an jî bibin pacek bo vegûhestina jan û xweşiyên kurdan ber bi cîhanê ve.
Di sedsala 21an de jî hewldan hene ku sînema hêdî hêdî derbasî qada navneteweyî bibe. Lê ya ku tê rexne kirin ne profesyonelbûna wê ye.
Heger em ji quncek din lê binêrin, bê derfetî û astengiyên ku pêşiya sînemagerên kurd hene zêde ne. Bi vî halî jî heger di salê de 10 fîlm çêbibin, ji wan tenê yek baş be, ew karekî girîng e.
Ji aliyekî din ve em dibînin ku hîn bandora fars, ereb û tirkan li ser sînema û sînemagerên kurd bi dijwar e. Ji bo derbaskirina vê kelemê jî beşek ji derhênerên civan hewl didin gelek awayên sînemayê bikar bînin. Wek mînak, li hinek berheman de piraniya şêwezarên kurdî tên bikar anîn û her hêmanek ji bo veguhestina çanda dewlemenda kurdî tê destgirtin.
Ji bo kurdan ji mîtolojiyê bigirin heya helbestvanên 300-400 sal berê; ji dengbêjiyê bigirin, heya derfetên îroyîn, ji bo afirandina “sînemaya kurdî” deriyekî zêrin vebûye.
Li gor nêrîna pisporan, sînema hûnerek gerok e ku dikare reng û dengê civakek an jî civakan li cîhanê bigerîne û binasîne.
Gelo, ji sedsala 20an ta ku 21an sînemaya kurdî çi rêkek pîvandiye?
Zaniyariyên ku hene dibêjin, cara yekem derhênerê bi eslê xwe Ermenî Hemo Beg Nazariyan bi filma “Zerê” sala 1926an li Rûsyayê hewl daye bala cîhanê bikişîne ser pirsgirêka kurdan. Ew filim li ser jiyana wan kurdên êzidî ye ku wê serdemê di çarçoveya Yekitiya Sowyetê de dijiyan. Bi wî rengî eger em lê temaşe bikin, filma “Zerê” dibe rêxweşkerek ku sînemaya kurdî ji dayîk bibe.
Serdema ji dayîk bûna sînemaya kurdî bi filmên Yilmaz Guney ku wek “bavê sînemaya kurdî” tê binavkirin re di salên 1970an û şûnde, destpê kiriye.
Yilmaz Guney bi derhênerê esil kurd Atif Yilmaz re ji salên 1950an dest bi karê sînemayê kiriye. Lê belê, wê serdemê qedexeya ku bi her awayekî li ser kurdan hebûye, sînema ji wê bêpar nameye.
Bi van her sê filmên Guney, “Sürü” (Kerî) 1978, “Yol” (Rê) 1982 û “Duvar” (Dîwar) 1983, gavên cidî ji bo avabûna sînemaya kurdî hatine rakirin, her çiqasî ku desthilata Tirkiyeyê rê nedaye ew berhem bi zimanê kurdî bêne amadekirin, an jî pir aşkere qala pirsgirêkên civaka kurd bikin.
Salên 2000an jî bi hatina nivşek nû ya sînemagerên kurd him di qada navneteweyî him jî Kurdistanê de karên pir bi nirx hatin berhemanîn û ji bo sînemaya kurdî ev qonaxeke nû bû.
Behman Qobadî yek ji wan derhênerane ku bi berhemên xwe jiyana rojane ya kurdan ku beşek ji wê bi şer, penaberî, êş û nexweşiyan pêk tê, radixe ber çavê cîhanê.
Behmen Qobadî bi fîlma “Kîso Jî Difirin” (2004) xelata “Festîvala DE SAN SEBASTIAN” dike ya xwe û nûnerê Îranê bo Oscara 2004 tê destnîşankirin û 34 xelatên navnetewî jî distîne.
Herwiha, bi filma ‘Serdema Hespên Serxweş” (2000) xelata “CAMERA D`OR” li Festîvala Cannesê (2000) û çar xelatên navnetewî werdigire.
Derhêner Mano Xelîl jî bi filma navê “Hechecîk”, hêjayî xelata “Baştirîn Filma Festîvala Dihokê” (2016) tê dîtin.
Herwiha, filma “Cîran” ya Xelîl, di “Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gangneung a Koreya Başûr” de, wekî baştirîn fîlmê dirêj a salê xelat bir û di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Monsê li Belçîkayê xelata “Grand Prix”a herî mezin wergirt.
Herwiha, di Festîvala Fîlman a Navneteweyî Afrika, Asya û Amerikaya Latînî li bajarê Milano de jî sê xelatên taybet bir. Vê filmê li paytexta Swîsreyê “Xelata Bernê” jî kir ya xwe (2021), û heya roja îro jî wek nûnerê kurdan beşdarî festîvalên cîhanî dibe.
Derhênerekî din yê ku em hez dikin bal bikişînin ser karê wî Mehmet Alî Konar e ku bi fîlmên “Govenda Alî û Dayîka Zîn” (2021) Xelata “FIBRESCI” li Festîvala Navneteweyî ya Dihokê û “Hewno Bêreng” (Xewnên Bêreng) sala 2018an Xelata Navneteweyî ya “Festîvala Film ya Stenbolê” û Xelata “Festîvala Navnetewî a Filman ya Enqereyê” wek baştirîn film kir malê xwe.
Derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê jî Tûrec ESLANÎ yê ku bi filma “Bê Nîştiman” li Festîvala Navneteweyî ya Çînê xelata ‘Silk Road’ stand.(2021)
Hiner Salim derhênerê filmên “Vodka Lemon” (2004) û “Welatê Min Yê Tîj û Şirîn” (2013) e û bi wan filman gelek xelatên curecur bi dest xistiye. Filmên bi navê “Kilometre Zêro” û “Dol” jî Hiner Salim, di festivala filmên cîhanê li Cannesê di sala 2005an xelata "Chevalier des Arts et des Lettres" stand.
Erselan Emîrî bi filma “Zalawe” li bajarê Venedîk xelata “Luigi De Laurentiis” wergirt (2021).
Dîsa, Husên Hesen bi filma “Reşeba” dikaribû xelata Mîhra Erebî li Festîvala Filman a Navnetewî ya Dubeyê bibe (2016).
Car din, Şehram Elîdî jî wek derhênerekî navdarê kurd tê nasîn ku bi filma, “Pistîna Bayê” xelata Rexnegirên Cannesê di sala 2009an de wergirt û her ji bo vê filmê nêzî 20 xelatên navneteweyî bir.
Elîdî ji bo filma “Bîranînên Hespê Reş” tevî Xelata Baştirîn Filma Festîvala Avanca ya Portugalê li 2003an, 10 xelatên navnetewyî jî stand.
Herwiha, gelek derhênerên kurd wek Şivan Atûf, Cano Rojbeyanî, Nizamettîn Ariç, Bextiyar Fetah, Şevket Emîn Korkî û hwd. hene ku rola wan di pêşveçûna sînemaya kurdî de nayê jibîrkirin.
Ji aliye din ve, hin hewldan hene ku rê vedikin di navbera sînemaya kurdî û cîhanî de çêbikin.
Ji wan, Festîvala Filmên Kurdî Los Angilês (LAKFF), Festîvala Filmên Kurdî Nomad û Festîvala Filman a Traveling ku filmên kurdî li Kurdistan û hemû cîhanê tînin cem hev, gaveke erênî ye.
Gelek berhemên din yên kurt û dirêj jî hene ku him xelat standine û him jî rêyek biberçav ji bo gihiştina sînemaya kurdî bi asteke diyar pîvandine.
Bêguman ji bo ku sînemaya kurdî bi rola xwe ya sereke rabe, rêyek e dûr û dirêj li pêş e.
Derhêner Şivan Atûf di vê mijarê de wiha dibêje: “Niha bi taybet li wan welatên ku ev sektor zêde pêşketiye, sînemaye ku civakê birêve dibe. Li Kurdistanê jî sînema ketiye rê, lê hîna destpêke û astengî jî gelek in.”