Li Kotê Ber Çem di kolanên nû de 5 tirbeyên din hatin dîtin

Kurdshop – Li navçeya Erxenî ya ser bi parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê, li şûnwarê dîrokî yê Girê Kotê Ber Çem bermayên dîrokî yên nû hatin dîtin.

Ji bo dîtina nivîsa li ser ''Kotê Ber Çem''

Li şikeftên Hîlar ên li navçeya Erxenî ya Amedê, ku wek qada arkeolojik hatiye pejirandin, 500 metre li bakurê wê Girê Kotê Ber Çem ji bo dîroka şaristaniyetê yek ji xalên herî giring tê zanîn. Di sala 1964ê de lêkolînên ku hatin kirin de gelek şûnwarên Berî Zayîn 7500 heta Berî Zayînê 5500 salan hatin dîtin. Herwaha aşkera bû ku cara yekem çandina genim, nok û nîskan û herwaha kedî kirina pez û bizinan û ji jiyana koçberî derbasbûna jiyana niştecîhî yekem car li vê herêmê pêkhatiye û ew yek ji aliyê cihana arkeolojî ve jî hate pejirandin. Ev dever xwedî dîrokekî 12 hezar salî ye û cara yekem cîhê ku mirovahiyê çandinî lê kirî yek ji cîhên herî destpêkê ye. Îsal jî lêkolîn û kolanên ku hatin kirin de herî dawî 5 tirbeyên nû derketin û di wan tirbeyan de termên ku derketin di wekî ku mirov çawa di zikê dayîka xwe de ye, bi wê seknê û pozîsyonê de ne û tê pêşbînî kirin ku ew terma ne yên serdema bronz in.

Seroka Beşa Arkeolojiyê yên Zanîngeha 18ê Adarê ya Çanakale ya Tirkiyê Profesor Dr. Asli Erîm Ozdogan ragehand: Me îsal pirsgirêkên budceyê jî hebûn û ji ber wê hejmara karkerên me kêmbû. Ji ber wê jî kolanên li Kotê Ber Çem bi derengî birêve diçin. Li qada goristanê me xwest ku em bizanin firehiya wê çende. Îsal û sala borî bi giştî me 10 tirbe destnîşan kirin. Herwaha skelet û bedenekî temam ê jinekê hat dîtin. Em dê hewl bidin hin tirbeyên din ên zêdetir vekin û piştî tehlîlên zayendî bên kirin dê diyar bibe ku ev dever taybet a jinan bûye yan na. Lê îsal wek sala 2023yê 5 tirbeyên nû hatin dîtin. Qada goristanê çiqasê belave me hinek din jî destnîşan kir û piştre çawa ew qada goristanê ber bi deştê ve şimitiye û hatina çem û avê re binê wê de şimitandin û ser ve jî tejîbûn çawa pêkhatiye hinek baştir diyar bûye. Herwaha li ser wan 5 tirbeyên ku hatine dîtin jî kar berdewam dike û yên kîjan sedemê ne dê piştî tehlîlan derbikevin.

Qaymeqamê Erxenî û wekîlê Serokê Şaredariyê Ehmed Karaaslan jî diyar kir, Kotê Ber Çem xwedî dîrokekî 12 hezar salî ye û îro em li gel mamosta Asli me bermayên tirbeyan dîtin. Tirbeyên heyî xwedî dîrokekî 12 hezar salî ne. Di tirbeyan de gerdenî û gelek tiştên din hatin dîtin û mirov wekî ji dayîka xwe ji dayîk dibin ango wek cenîn di tirbeyan de hatine veşartin. Herwaha hin çêker û avahiyên pir cuda hene. Avahiyên wek mal hene, avahiyên wek perestgeh hene. Ev dever nîşan dide ku jiyan lê hebûye û yek ji cîhên herî yekem ê derbasbûna jiyana niştecîhbûnê ye û dîrokekî gelek giring li vê derê heye.

KURDŞOP
783 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!