Nêrgîle çi ziyanekê digihîne bi tendirustiyê?

Rojan Sofîzade

 

Mixabin zarok û ciwanên Kurd roj bi rojê zêde ber bi cigare û nêrgîlekêşanê ve diçin, dîsan mixabin gelek bi serbilindî ve vîdyo û wêneyên vê karê jî li ser torên civakî belav dikin. Tevî wê ku di vê mijarê de bi dehan encamên neyînî yên civakî û saykolojî heye, lê di vê nivîsê de em ê li ser bandorên tendirustiyê yên nêrgîlekêşanê jî behs bikin. Em hêvîdar in ku zarok û xortên Kurd xwe ji vê adetên xirab dûr bixin û êdî nêrgîlekêşanê wek serbilindî nehesibînin, ji ber ku bi rastî çihê şanaziyê nîne. Herwiha divê em tekezî bikin ku tendirustiya tak beranber e digel tendirustiya civakê.

Ziyanên nêrgîlekêşanê

Komira di nav agirdana nêrgîleyê de rasterast gaza monoksîdî kerbon dişîne nava pişikê, ku mirov piştî kişandinê rastî gêjbûnê tê. Di kesê nêrgîlekêş de ji ber germa zêde ya dûkela nêrgîleyê penceşêra dev û qirikê tê dîtin.

Di dema kişandina nêrgîleyê de, divê pişik bi her kişanekê re tijî bibe, ku wisa ye bi kişana nêrgîleyê dûkel tevahiya pişikan digire. Ava di nava nêrgîleyê de germahiya dûkelê kêm dike, lê di heman demê de dûkelê nemdar dike ku eva bi xwe dibe sedema wê ku zêdetir madên jehrî xwe pê ve bigirin. Li gorî zanyariyan, her yek car kişana nêrgîleyê beranberî zêdetirî 100 cigare ye.

Nexweşiyên ku ji rêya nêrgîlekêşanê ve têne veguhestin: “Sêl, virûsa têmîsk, baktereya helîkobakterpîlorî ku dibe sedema birîna nav zik, hepatît û nexweşiyên rûvî û hwd”. Egzmaya dest, pirsgirêkên diranan, têkçûna hestiyê rû, beşek in ji lêkevtên din ên kişana nêrgîleyê.

Jin û bikaranîna nêrgîlkeyê

Di destpêka sedsala 20an de jinên nêrgîlekêş pir kêm bûn, lê di dawiya heman sedsalê de hejmara wan bi mêran re wekhevî bû. Hewldanên kompaniyên mezin ên cigareyê bi rêya reklaman ve, bîrûbaweriyên şaş ên wekî kontrolkirina kêşa laş bi rêya kişandina cigareyê ve, herwiha asayîkirina cigareyê di civakê de û hwd, ji sedemên zêdebûna hejmara jinên nêrgîlekêş in.

Li gorî lêkolînan jinên ku nêrgîleyê dikişînin li gorî jinên dinê 5 heta 14 salan zûtir ji jinên dinê dimirin. Jinên ku nêrgîleyê dikişînin û hebên kontrolkirina zayînê dixwin jî bi nexweşiya dil re rû bi rû dibin. Jinên ku nêrgîleyê dikişînin li gorî mêrên ku nêrgîleyê dikişînin zêdetir bi nexweşiyên pîst û pûçbûna hestiyan re rû bi rû dibin.

Zarok û dûkela nêrgîleyê

Ti carî li cem zarokan cigare û nêrgêleyê nekêşînin, ji ber ku di yekem pêngav de dibe sedema nexweşiyên bêhnê yên wekî asm. Zarokên ku rojane bi dûkela cigare bi taybetî dûkela nêrgîleyê re rû bi rû ne, ji sedî 10 zêdetir ji zarokên dinê tûşê nexweşiyên sirlêdan û henasekêşanê dibin û ji sedî 40 zêdetir jî bi îltihaba gurçikan re rû bi rû dibin.

Herwisa dûkela cigare û nêrgîleyê nerasterast jî bandorê li hişmendî û asta fêrbûna zarokan li dibistanê dike. Li gorî lêkolînan ew zarokane di dibistanê de û di waneyên matematîkê de ji zarokên dinê lawaztir in. Ev zarok du qat zêdetir ji zarokên dinê ber bi cigare û nêrgîlekêşanê ve diçin.

Di vî warî de rola malbatan çi ye?

Divê em zanibin ku malbatan rasterast bandor li ser reftarên zarokên xwe hene. Malbat bi hilbijartina keşûderbaseke tendirust û berçavgirtina reftarên dirust, dikarin pêşeroja zarokên xwe garantî bikin, ji bo wê mijarê jî berçavgirtina van rêkarane girîng û pêwîst in.

1. Ji bo parastina xwe û hezkiriyên xwe, xwe ji cigare û nêrgîleyê dûr bixin an jî di nava malê de bikar neynin.

2. Divê em daxwazê ji xelkê bikin ku cigare û nêrgîleyê li derdora me û li bal me nekşînin an jî em xwe ji kombûnên wiha dûr bigirin.

3. Di dibistan û saziyên perwerdehiyê yên zarokên me de em ji nebûna cigare û tiştên wiha alxahîn bin.

4. Ji bo derbaskirina demê divê em ji cihên ku cigare û nêrgîle tê de têne kişandindin, xwe dûr bigirin.

5. Hekî em bi kesekî re dijîn ku naxwaze dev ji cigare û nêrgîlekêşanê berde, em jê bixwazin ku ew li derveyî malê bikar bîne.

6. Em ji zarokên xwe re bibin mînakek baş û ti carî li dijî gotinên xwe tevnegerin.

7. Bi birina serê ya asta xwebawerî û karîna biryardanê û herwiha jiholêrakirina xemokî û şermokiya zarokên xwe, wan di hember rewşên dijwar de bihêz û xweragir bikin.

8. Beriya ku zarokên me bigihîjine wê temenê ku bikevine ber gefa cigare û nêrgîle û madên hişber, wan ji metirsiya wan madane hişyar bikin.

9. Bala xwe bidinê ka zarokên me pere çawa xerc dikin.

10. Zarokên xwe han bidin ku kar û çalakiyên baş û tendirust bikin.

11. Divê em ji zarokên xwe re hin kar û erkan bispêrin ku şiyana cîbicîkirina wan hebin.

12. Ji bo ku zarokên me tûşê cigare, nêrgîle û hwdê nebin, hêza wan a gotina “na”yê xurt bikin.

13. Divê em metirsiyên cigareyê biçûk nebînin û ji bo zarokên xwe ji cigareyê dûr bixin û wan li ser metirsiyên nexweşiyên ku bi cigareyê ve girêdayî ne bibin mînakek baş.

KURDŞOP
299 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!