Hewar Nûr
Mirov di rojê de çend demjimêran mijûlê karkirinê ye. Ew ji malê derdikevin û diçine oda karê xwe û piraniya demên xwe di odeke sergirêdayî û teng de derbas dikin, û ewa dikare dibe sedema xemokiyê. Lêkolînan selmandine ku hewce ye her takek çend demjimêran di nav sirûştê de be, ji ber ku ew ji bo tendirustiya canî û laşî bi sûd e.
Lêkolîn nîşan didin ku xwezayê bandorek mezin li ser mirovan heye û dikare bi bedewî û xemla xwe ruhan şa û bi kalîte bike.
Piştî lêkolîna çendîn salan ji lêkolîneran re derketiye ku mana di xwezayê de dikare strêsê kêm bike, hestên neyînî ji holê rake û mirovan kêfxweştir bike.
Gihîştina herî zêde ya aramiyê
Di jiyanê de aramî û asayiş dikare bandorek kûr li ruh û rewan bike. Ger hûn rojê çend demjimêran li xwezayê û li rex çem û rûberan gerê bikin, hinavên we aram dibin û dîtina dar, gul, hêşînahî, bihîstina herikîna avê û dengê çûkan bi tevahî xemrevîn in.
Kêmkirina qasa strês û xemgîniyê
Strês û nîgeranî ji wan pirsgirêkan in ku bi hêsanî dikarin gefê ji tendirustiyê bikin. Geriyan di nav xwezayê de dikare van pirsgirêkan çareser bike û we tendirustir bike. Lêkolîna lêkoleran nîşan daye ku kesên di rojê de çend demjimêran di nav sirûştê an jî hêşînahiyên parkên bajaran de derbas dikin ji sedî 20 kortîzola laşê wan kêm e. Hormona kortîzol di laş de dibe sedema strêsê.
Têr razan
Têr razan dikare hêz, wize û kêfxweşiyê bi xelatî bo mirovan bîne, her lewma geriyana di nav sirûştê de û hewaya paqij dikare xewa mirovan çêtir bike û laşê mirovan rehet bike.
Zêdekirina afirandinê
Eger hizir jê re bê dayîn, takên herî jêhatî û bi behre yên wek wênekêş, ji bo ku fikrên wan baştir li cem hişê wan be û karibin bi kêşana wêneyan ramanan biafirînin, penaha xwe bo xwezayê didin da ku pisporî û şarezayiya hunerî jê wergirin.
Destpêkek werzîş û rahênan
Bandoreke din a sirûşt li ser ruh û hinavê mirovan ew e ku handerê hereket û tevgerê ye, di dilê her kesî de xwesteka meş û pîyaseyê pêk tê û wan han dide ku tevgera xwe zêde bikin û carinan jî wan han dide ku berê xwe bidine avjenî û çiyageriyê û hwd ku zaminê tendirustiya mirovan e.
Bandorên li ser tendirustiya laş
Yek ji baştirîn bandorên xwezayê li ser me, tendirustiya laşî ye. Ronahiya rojê pir bi sûd e. Xwedan bi rojê vîtamîna D a laş dabîn dike, ku di tendirustî û dûrî ji xemokiyê de rolek baş heye.
Dûrketin ji her cure qirêjiyekê
Germbûna hewayê dibe sedema bingehîn a pirsgirêk û nexweşiyan. Çêtir e ku xwe ji wan cihan biparêzin û zû zû serdana cihê hêşîn bikin ku av û hewa paqijtir e û ji dûmana otomobîl û kargehan û hwd dûr in.
Bandorên li ser tendirustiya dil
Dil endamek girîng a laşê mirov e ku dikare di hêz û tendirustiya laş de rolek girîng bilîze. Geranûgeşt di nav sirûştê de û çûn di nav daristan û cihên hêşîn de rêyek e ku karayiya dil baştir dike û zamina tendirustî û temendirêjiyê ye. Herwisa em ji bîr nekin ku henaseyên kûrhilkişan di nava xwezaya xweş û paqij de, aramiya hiş û tendiristiya dil e jî.
Hestên hestyarî, tengahî û xemgîniyê
Geşûseyran di nav sirûştê de dikare ji her kesî re derfetekê bibexşe ku aliyê kêm rojane çend demjimêrekê bîranînên xemgîn û nexweş ên jiyanê ji bîr bike û bîranînên xwe ji bo xwe pêk bîne. Ji ber vê sedemê her kes bi jibîrkirina dijwariyan dikare hêdî hêdî xwe bigihîne lûtkeya tendirustiya ruh û rewanê û pêşî li pirsgirêkan bigire.
Di xwarinan de ji madên sirûştî û organîk sûd wergirin
Şêwaza xwarin û ew vexwarinên ku di danên rojê de têne xwarin, pir girîng in û dikarin bandorê li ruh, hiş û ramanê bikin. Ger hûn bala xwe bidine tiştên ku dixwin û vedixwin, ewa dikare li kêleka geştê li xwezayê tendirustiya we misoger bike û pirsgirêkên laşî û derûnî ji holê rake.
Di mal de we gul û guldan hebin
Guldanên gulên cur bi cur bi qasî seyran di xwezayê de dikarin bandorek baş li ruhê mirov hebe. Li malê xwedîkirina gulan û pêregihîştin, ji bilî bedewiyê dikare hewayê nav jî paqijtir bike, ji bo kesên ku ji ber çi sedemê nikarin her roj derkevine dervê û li xwezayê bigerin, xwedîkirina gulan li her derê malê dikare bibe wekheviya seyranê di nav sirûşt û daristan û rex çeman de bibe rêyek baş ji bo xemgîniyê.
Di dawiyê de, divê her gav ew mijarane ji bîra me bin ku em çiqas demê xwe ji bo sirûştê dabinên, wê demê em ê zêdetir bo aliyê tendirustî û temendirêjiyê pêngavan bavêjin.