Qelewî çî ye û sedem û çareserbûna wê çi ne?

Qelewbûn an jî kêşa zêde rewşek e ku rûnên zêde di laş de kom dibe; Bi awayekî ku bandorek neyînî li ser rewşa tendirustiya me dike û metirsiyê li ser tendirustiyê çê dike. Qelewî tenê şiklê laşê me têk nade, belkî zirarek mezin li organên laşê me dixe

Kazîwe Reşî

 

Em çawa bizian kêşa laşê me zêde ye?

Em dikarin bi rêya van hevkêşane ve diyarî bikin ka em normal in an kêşa laşê me zêde ye an qelew in: “Kêş bi ducarî ya bilindahiya metrê ve tê dabeşkirin”; hekî encama hevkêş di navbera 18-24 de be, ewa kêşa laş normal e, eger encama hevkêşê di navbera 25-29 de bû ewa kêş zêde ye û egere encam di navbera 30-39 de bû ewa qelew e.

Sedemên qelewbûnê çi ne?

Wergirtina kaloriya zêdetir ji wê ku em rojane di çalakiyên xwe de bi kar tînin, sedema sereke yê qelewbûnê ye. Pêka demê ew kaloriye kom dibe û dibe sedema qelewbûnê û ji xeynî wê jî komek sedemên dinê hene ku dibine sedema qelew û zêdebûna kêşê:

1- Jenetîk yan pêşîneya malbatî; Hin ji wan kesên ku kêşa wan zêde ye vedigere li ser jenetîkê, ku bi awayekî jenetîkî ji bo wan tê veguhastin û kar li ser rêjeya hormonan û haleta “hezim”kirina xwarin û şêwaza xwarinê dike.

2- Zêdexwarin û cura xwarinê yan xwarina wan xwardimeniyên ku zêde rûn û şekir û karbohîdratînên weke birinc û nanê spî tê de heye.

3- Komek derman ku dibine sedema qelewbûnê, wek dermanên: Dije xemokî, perkem, hin diremanên şekir û givaşa xwînê, kortîkostîrodî û ew dermanên ku ji bo nebûna zarokan têne bikaranîn.

4- Şêwaz û cura jiyanê yan kêm hereketkirin û werzişnekirin.

5- Têkçûna haletên derûnî. Hin kes dema ku tûşê xemokî yan jî kelecaniyê dibin, penahê bo aliyê zêdexwarinê ve dibin û bi wê yekê jî kêşa laşê wan zêde dibe.

6- Ducanî: Piraniya ew jinên ku ducan didin, kêşa wan zêde dibe û piştî zarokbûnê jî kêşa wan bo haletê asayî nayê vegerandin, lewam rastî qelebûnê tên.

7- Nebûna xewa hewce, ku dibe sedema guherinkarî di hormonan de ku wisa dike zêdetir hest bi birsîbûnî bê kirin û hez ji xwarinên zêde bikî.

 

Ew nexweşiyane çi ne ku bi sedema qelewî ve em rastî wan tên?

 

Nexweşiyên dil:

Bi daketina tenê 5 kîlo kêş, metisriyên li ser dil kêmtir dibin ji rewşa berê.

 

Nexweşiya şekir ya cura 2:

Ji ber peydakirina berevaniya dijî hormona ensolîn ku berpirsyar e ji ragirtina balansa rêjeya şekir di xwînê de, bi peydakirina berevanî ji aliyê xaneyan ve li dijî ensolîn, balansa şekir di xwînê de tê têkçûn.

Nexweşiya penceşêr:

Qelewî egera tûşbûn bi komek nexweşiyên penceşêrê zêde dike, ji wan: Penceşêrên “surênçik, penkiryas, kolon, Rêke, gurçîle, zirav û memik ji jinên kal”; Bi taybet wan kesan jî li xwe digire ku rûna zikê wan zêde ye.

Stûrbûna cumge:

Zêdebûna kêşê sedemeke sereke ye ji bo tûşbûn bi êş û stûrbûnên demdirêj di serçokan de. Bi çûna serê ya temen û zêdebûna kêşê, stûrbûn û êş zêde dibe, ewa jî dibe sedema kêmiya hereketê û zêdebûna qelewbûnê. Herwisa qelewî dibe sedema lawaziya masulke û têkdana hevsengiya laş di dema hereketkirinê de.

Rûnê nav cerg û stûrbûna cerg:

Qelewî û zêdebûna rêjeya rûnê di xwînê de, dibine sedema kombûna rûnê di nav cerg de, ji ber ku yekem çareser ji bo wê nesaxiyê daketina kêş e. Eger ev kombûnên rûnê demdirêj bin, dibe sedema stûrbûna cergê ku eva jî şêwazeke metirsîdar û kuştarî ye, ger berdewam be.

Çawa qelewî tê çareserkirin?

Sereketirîn çareserî ji bo qelewiyê pêk hatiye ji xwasta bo daketina kêşê, digel wê yekê jî komek rêyên din hene ji bo daketina kêşê.

Yekem: Guherîna şêwaza jiyan û pêbendbûn bi şêwaza taybetmendiyên xwarin ji bo daketina kêşê; Divê çalakiyên rojane bêne zêdekirin û bi rahênanên taybet re mijûl bin û herwisa divê xwarin ji aliyê pizîşk ve bêne rêkxistin.

Duyem: Bikaranîna derman ji bo çareserkirina qelewî û rêkxistina xwarinan digel wê yekê, lê divê şêwirmendî bi pizîşkê pispor re bê kirin.

Sêyem: Bikaranîna neştergerî bo çareserkirina qelewî, hin ji nexweş sûd ji du rêyan berê nabînin û pêwîstiya wan bi neştergeriyê heye bo çareserkirina qelewiyan, niha neştergerî ji bo çareserkirina qelewî gelek pêşkeftî ye û piraniya wan paşket û kêmûkuriyên ku berê hebûn, hatine çareserkirin.

KURDŞOP
786 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!