Kazîwe Reşî
“Jibîrçûn” bi yek ji wan pirsgirêkên tendirustî tê zanîn ku zêdetir kesên bi temen tûşî wê nexweşiyê dibin. Gelek nexweşî û rewşên dinê jî bandordar in li ser jibîrçûnê. Sedemên bîrçûnê gelek in û ji kesekî ve bo kesek din cuda ye, ew cudahî li gorî cudahiya perwerdeyî, rewşa jiyanê, jîngeha kar, rewşa fîzîkî û temenê kesan e.
Di îro rojê de mêjî mijûl e û gelek caran bo aliyek dinê diçe ku hêsantirîn tiştên jiyana rojane ji bîr dikin. Şarezayên warê mêjî û hundur rohn dikin, dema ku mirov rastî kelecaniyê tê tora bîranînê tevlîhev dibe û ev yeka jî yek ji wan şêwazên jibîrkirinê ye.
Sedemên tûşbûn bi jibîrkirinê
Bi şêweyek giştî gelek sedem hene ku bandorê dadinêne ser kesan ku tûşî jibîrkirinê bibin. Dîyartirîn û girîngtirîn sedem jî ev in:
1- Mijûlbûna zêde, belkî bibe sedema jibîrçûnê.
2- Têkçûna xewê, dema ku mirov têr xew nebe, hundurê mirov têk diçe û pir tişt têne jibîrkirin, ji ber vê yekê hewce ye ku sîstema xewê bê rêkûpêkkirin.
3- Girîngîpênedana van mijaran, wate mirov bi hez ve wan mijaran di dema xwe de naxe nav mêjiyê xwe û bi bîr nayêne û mebest ji bibîranîn nebûye û lewma ew yeka ji bîr diçe.
4- Tendirustiya xirab û nexweşî dibe sedema wê ku gelek tişt bên jibîrkirin.
5- Kalbûn û tûşbûn bi alzaymir.
6- Kêmbûna xwînê yan bikaranîna hin dermanên wek dije xemokî û kêmiya vîtamîna B1 û B12 û bilindbûna asta “kalîsiyom” di xwînê de.
7- Xwarina zêde ya elkol (meşrûbat) û cigerakêşan.
8- Bikaranîna zêde ya teknolojiyayê ku bandorek zêde dadinê li ser mêjiyê mirovan, çimkî mêjî mandî dike, ji ber ku mirov niha piraniya karên xwe bi rêya teknolojiyê ve dike, lewma jî ev halete zêde bûye û mêjî westiyayî ye û bala xwe nade kiryarên hişê duyemîn, ku dibe sedema jibîrkirina zû.
9- Sedema herî eşkere ku di van demên dawî de hatiye holê, tûşbûn bi vîrûsa Koronayê bûye, lêkolîneke nû diyarî kiriye ku 75% ji kal û pîrên ku ji ber vîrûsê Koronayê canê xwe ji dest dane, pirsgirêka jibîrçûnê dîtine.
10- Ji bilî faktorên tendirustiyê jî, faktorên aborî, pirsgirêkên malbatî, xemokî û bîrkirinên bê armanc dikarin zextê li ser bîrkirina mirovan zêde bike û bibe sedema tûşbûn bi nesaxiya jibîrçûnê.
Eger sedemên jibîrçûnê pir dirêj bibin, dibine nexweşî û kesên bi vê nexweşiyê ketine divê di nexweşxaneyan de dermankirina pizîşkî û derûnî werbigirin.
Bîrçûn li gor temenan tê guherîn, yên ku pîr û kal dibin, rastî jibîrçûna kalî didin, ger berdewam bike, dibe nîve alzaymir.
Li gorî lêkolînan, mêr ji jinan bêtir rastî jibîrçûnê tên; Ji ber ku mêr di jinanê de zêdetir xwedî erk e û zextên derûnî yên zêdetir li ser mêran in.
Hin xwarinên tendirustî hene ku pêşî ji jibîrkirinê digirin, di nav de:
“Rûnê masî, şikulatên tal, dan û genim, kafe, fistiq, gûz, hêk, av, biroklî, piyaz, sîr, silk, zencefîl, evokado, rûnê gûzên hindî”.
Mirov çawa bike ku bîrçûn nebe nexweşî û ji bo wê çareserî bê peydakirin.
1- Rahênanên werzişî alîkariyê didine tîjbûna bîrhatinê û ji ber vê yekê, werzişkirin oksîjena mêjiyê dabîn dike û “mîtabolîzma şekira gilokozê” rêk dixe ku gelek pêwîst e ji bo başbûna fermana xaneyên mêjiyê.
2- Ji bo ku mêjî hişyar bimîne, divê têkiliyên civakî bêne xurtkirin û zêdetir dem li ser wan bê terxankirin.
Roja cîhanî ya nesaxiya jibîrkirinê
21ê Îlonê her salê “roja cîhanî ya jibîrkirinê” ye. Hikûmet û aliyên cur bi cur ên cîhanê û Herêma Kurdistanê ji bo haydarbûn ji rewşa kesên ku tûşî wê nexweşiyê bûne û hewil didin welatî zêdetir haydar bin û zanyariyan li ser wê nexweşiyê û sedemên wê û dermankirina wê hebin.