Taybetmendiyên tendirustî yên darçînê

Xwarin û têkelkirina darçîn û du kevçî ji hingivînê bi taybetî ji bo hestiyarbûn û bihêzkirina sîstema berevaniyê gelek sûd heye û herwisa xwarina darçîn û hingivînê bi taybetî bi vexwarinên germ re ji bo çareserkirina petayê gelek bi sûd e. Ger darçîn û hingivîn bi hev re bêne tevlihevkirin û bixine ser pizikên rû, ji bo çareserbûna pizikan û cihê birînan dibe hevkar.

Kazîwe Reşî

 

Darçîn yek ji kevntirîn biharatên cîhanê ye ku ji berê ve weke giyayekî sirûştî tê bikaranîn û heta niha jî di gelek waran de bi mebesta xwarin û tendirustiyê tê bikaranîn.

Di Misra kevn de darçîn ji zêrê binirxtir bû û Çîniyan her ji demên berê ve bi taybetî ji bo dermankirina dilxelîn û petayê bi kar anîne.

Dara darçînê heta 18 metre bilind dibe. Beşa herî zêde ya darçînê ji welatê "Srî Lanka"yê ve hinardeyî cîhanê tê kirin. Rêjeya berhemanîna salane ya darçînê digihêje 35 hezar tonê.

Sûdên xwarin û bikaranîna darçînê

1- Xwarina darçînê asta şekira xwînê di laş de hevseng dike, ji ber ku "Ensolîn"ê zêde dike, lewra ji bo kesên ku nexweşiya şekirê hene bi sûd e. Ger ji bo heyama 12 hefteyan were bikaranîn, çareseriya têkçûna givaşa xwîna tûşbûna şekirê dike.

2- Darçîn ji bo nexweşiyên mêjî bi sûd e.

3- Diransaz rûnê darçînê wekî madeya dije gemarê bikar tînin.

4- Darçîn rûnê xwînê kêm dike.

5- Darçîn gera xwînê çalak dike.

6- Ger darçînê bi şîr re bê tevlihevkirin, berevaniyê li hember nexweşiyê dike û êşê kêm dike.

7- Darçîn ji bo kesên ku nexweşiya dil hene an jî boriya dilê wan hatiye girtin bi sûd e.

8- Darçîn ji bo nehêştina werimîna comgeyan bi sûd e.

9- Darçîn xaneyên laşê ji tûşbûna bi pençeşêrê diparêze.

10- Darçîn ji bo dermankirina nexweşiyên rûviya stûr pir bi sûd e.

11- Darçîn jehrê ji laşê derdixe, ji ber ku ew bi dije-oksîdanê dewlemend e ku jehran ji holê radike û pêşî ji têkçûna xaneyan digire.

12- Darçîn metirsiya nexweşiya "Alzaymir"ê kêm dike, bi taybetî di kesên pîr de.

13- Darçîn ji bo jinan bi sûd e, ji ber ku ketina nav kincan (periyûdî) rêk dixe û pêşî li çêbûna kîsitên hûr digre.

14- Alîkariya daketina kêşê dike, ji ber ku ew "Metabolîzm" û hezimê çalak dike, eva jî wisa dike ku bibe alîkar ji bo rizgarbûn ji rûnên zêde.

15- Sîstema parastinê bihêz dike, çimkî bi herdu madeyên "Bolîfînol û Biransusiyanîdînz"ê (Polyphenol û Bronzocyanidin) re dewlemend e, ku xwediyê taybetmendiyên dije-bakterî, vîrûs û kefikê ye ku eva jî sîstema parastinê bihêztir dike.

16- Pîstê tendirust dike, çimkî dewlemend e li dijî oksîdanê ku alîkariya paqijkirina xwînê û çalakkirina wê dike, û eva jî wisa dike ku tendirustiya pîstê çêtir be. Ger bi rûnê zeytûnê re were tevlihevkirin û li ser dev û çav bê lêdan, ji bo nermkirina pîst pir bi sûd e. Pir caran di şeklê sabûna darçînê de tê bikaranîn û ji bo kesên ku pîstê wan hişk e gelek bi sûd e.

17- Eger bi xwarinên dinê re, ango bi "şîrînî" re were tevlihevkirin û were xwarin, dibe sedema zêdebûna xwînê di laşî de.

18- Ava darçînê sûdeke girîng heye û bi taybetî ji bo demsalên payîz û zivistanê ku nexweşiyên demsalî û anfolanza tê de belav dibin, yek ji vexwarinên herî baş tê hesibandin.

Sûdên xwarina darçîn û hingivînê bi hev re

Xwarin û têkelkirina darçîn û du kevçî ji hingivînê bi taybetî ji bo hestiyarbûn û bihêzkirina sîstema berevaniyê gelek sûd heye û herwisa xwarina darçîn û hingivînê bi taybetî bi vexwarinên germ re ji bo çareserkirina petayê gelek bi sûd e. Ger darçîn û hingivîn bi hev re bêne tevlihevkirin û bixine ser pizikên rû, ji bo çareserbûna pizikan û cihê birînan dibe hevkar.

Ziyanên bikaranîna zêde ya darçînê

Xwarin û bikaranîna darçînê tevî hebûna sûdên wê, ziyandar e jî, lewma divê di bin çavdêriya pizîşkî de bê xwarin û zêde neyê bikaranîn.

Sê ji zirarên bikaranîna zêde ya darçînê li ser tendirustiya mirovan:

1- Hinek zêde madeya (Coumarin) tê de heye ku cergê mirov jehrî dike.

2- Xwarina zêde ya darçînê dibe sedema daketina zêde ya şekira xwînê.

3- Darçîn tamiya wê gelek zêde ye û carinan tengehenaseyê çê dike.

KURDŞOP
666 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!