Sûd û bandorên vexwarina avê

Ger bi qasî pêwîste av neyê bikar vexwarin, dê bê avî derkeve hole. Nîşaneyên  tênîbûnê; serêşî, westandin û qebizbûn in. Di rewşên demdirêj de jî dibe sedema nexweşiyeke giran. Xerckirina avê ji aliyê hemû vexwarin û xwarinên din ve wekî şîr, çay, ava fêkiyan û her wiha bi tena serê xwe tê dayîn, lê divê bê bîra mirov ku ev vexwarin ne şûna avê de ye.

Şadî

Kurdshop - Sûdên vexwarina avê çine? Dive rojê çiqas av bê vexwarin?

Pisporan li ser mirovên ku 4'3 ji laşê wan bi avê hatiye nixumandin û divê çiqas av vexwin, şîretên girîng dan.

Av hem di cîhanê de hem jî di laşê mirov de, xwarin û vexwarineke wisaye ku nebe nabe. Cîhan ji sedî 70’ê ave û avên li ser rûyê erdê jî, sedî 0,3 dikare were vexwarin. Xwîna mirov jî sedî 83, mejî û masûlke sedî 75, hestî jî sedî 22 ji avê pêk tê.

Pispor diyar dikin ku ava vexwarinê bi qasî avê girîng e, ku di jiyana mirovan de bi taybetî jî di hewayê germ de xwedî cihekî girîng e, pispor dibêjin nirxê PH avê di navbera 7,5 û 8.5 de ye, ango alkalin asta îdeal e, divê etîketên ava vexwarinê werin xwendin û ava bi nirxa PH'ê ya di van mesafeyan de divê were tercîhkirin.

‘’Di rewşekî demdirêj a tênîbûnê de, bê avî dibe ku bibe sedema nexwaşiyan. ‘’

Pisporên ku balê dikişînin ser pêwîstiya vexwarina zêde ya avê di hewaya germ de û di dema egzersîzê de wiha tîinn ziman:

‘’Ger bi qasî pêwîste av neyê bikar vexwarin, dê bê avî derkeve hole. Nîşaneyên  tênîbûnê; serêşî, westandin û qebizbûn in. Di rewşên demdirêj de jî dibe sedema nexweşiyeke giran. Xerckirina avê ji aliyê hemû vexwarin û xwarinên din ve wekî şîr, çay, ava fêkiyan û her wiha bi tena serê xwe tê dayîn, lê divê bê bîra mirov ku ev vexwarin ne şûna avê de ye. Heta ku beden zuha nebe, hestê tênîbûnê xuya nake. Ji ber vê yekê, berîya ku mirov tênî bibe, vexwarina avê pir girîng e. Ji ber ku zarok û kesên bi temen, ji mezinan kêmtir tênîbûnê hîs dikin, divê bê bîra wan ku avê vexwin."

‘’ Li cihê ku şînkahî û fêkî bi dest û li ber ava diherike bêne şuştin, di nava qabekî tije av de were şuştin, di nava salekî de bi navînî, 18 ton av dikare were rizgar kirin. ‘’

Pispor diyar dikin ku di mirovên bi tendurust de li gorî pêwîstiya   avê ya ji bo temen, rewşa avhewayê, xwarinên ku serf dike û çalakiyên ku pêktîne, pêwîstiya avê cuda tê nîşandan û di derbarê rêjeya bikaranîna avê ya ku divê bê bikar anîn de, van pêşniyaran dikin:

- Li gor kesên mezin rojê 2-3 lître av divê vexwin

- Ji bo zarokên 4-8 salî yek-yek û yek û nîv lître divê avê vexwin

- Ji bo zarokên 9-13 salî yek û nîv-2 lître avê vexwin

- Ji bo ciwanên 14-18 salî yek û nîv-2 lître avê vexwin

Pispor destnîşan dikin ku di dema bikaranîna avê de divê îsraf neyê kirin û dibêin, "Ji bo berdewamiya çavkaniyên avê û pêşerojeke paqij, divê her kes di dema bikaranîna tesîsên xwezayî de baldar bin.

Pisporên ku dibêjin av vexwarin ji bo tenduristiya mirovan gelek sûdewar e, sûdên avê wiha rêz dikin:

Jibîrkirin, ku ji ber tênî mayînê  bi pêş dikeve, fonksiyonên mejî yên weke bêbaldariyê sererast dike.

Rêjeya xwînê zêde dike, ji bo şaneyan oksîjena pêwîst û xwarinê bi awayekî lez vediguhêze û dihêle ku  dil jî bi rengekî hîn tendurusttir kar bike.

- Pêşî li pirsgirêkên por yên weke hilwerîn, qalik û şikestinê digre.

- Pirsgirêkên mehandinê yên weke qebzê û tembelbûna rûvîka derbas dike.

- Di dema pêkanîna hereketên werzîşî de, pêşî li pêk hatina kilîtbûn û krampan digre.

- Av di heman demê de di şer kirina li gel stresê de pêşenge.

- Pêşî li bêhna dev digre.

- Ji bo dayîkên ku şîr didin, çavkaniya herî girîng ya çêkirina şîre.

- Li hember nexwaşiyên jêgir ango vediguhêzin yên weke persîvê şer dike û berxwedana bedenê zêde dike.

- Di mijara tendurustiya çerm de bandorên wê yên girîng hene. Çermê kesên ku avê bi rêjeya pêwîst vedixwe, nerim dibe, dibriqe, tendurust û dîmenekî ciwan derdixe hole.

- Germahiya bedenê hevseng dike.

- Av dihêle ku îltihab ji bedenê derkeve

- Di kesên ku avê bi rêjeya pêwîst vedixwin de metabolîzmayê dixe kar û bi lez dike.

- Av vexwarin di heman demê de gurçikan ji nerihetiyan diparêze.

 

KURDŞOP
746 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!