Sûdên xwarina fêkî û mêveya mûz

Mûz an heman Banana bi sebeba hebûna çendîn hêmanên xwarinê di pêkhateyên wê de ku dikare bandoreke parastinê li ser tendrutiyê hebe, ji wan jî madeyên fîber an têl û dije Oksîd û vîtamînên weke B6 û C û kanzayan, (ku çavkaniyên xwarinê yên her girîng in.)

Hanî Morteza

Di gel vê ku mûz yek ji xweştirîn fêkî û mêveyên cîhanê tê hesabkirin, ji aliyê tendrustiyê ve jî çendîn sûdên wê yên bê mînak heye.

Mûz bi sebeba hebûna çendîn fîber an têlên xwarinê di pêkhateya wê de ku dikare bandoreke parastinê li ser tendrustiyê hebe, ji wan jî madeyên fîber û dije Oksîd û vîtamînên weke B6 û C kanzayan (ku çavkaniya xwarinê ya herî girîng in.)

Mêve an jî fêkiyê Mûz bi potasyomê tê komkirin û mûzeke navgînî ye (422) mîlîgirem kanza li hundir de ye an ji sedî 12 bihaya rojane ya vê tê pêşniyarkirin, li gor USDA her weha (3) gram fîbera tijî kirî û nêzîkî ji sedî 20 bihaya rojane ya wê bo her du vîtamînên C û B6 heye.

Renge we guh li probayotîkan bibe. Probayotîk ev bekteriyayên “baş”in ku alîkariyê didin bi gestiya didanan, ku di hinek xwarinên weke mast de hene. Mûz çavkaniya girîng a probayotîkan e û dikare alîkariyê bide bi çendîn pirsgirêkên zik.

Bê guman tevî xwarina Mûzê di demên normal de, xwarina wê di dema birçîbûnê de jî pirr sûdê digehîne bedena meriv.

Girîngitirîn sûdên xwarina Mûzê

1 – Asta tansyonê di xwînê de rêk dike.

2 – Hiş çalak dike.

3 – Bo encam dana xebata rojane, enerijiya temam û hewce dide bi bedenê.

  4- Hestî xurt dike û alîkariyê dide bi başbûna birînên bedena meriv.       

 5- Xwarina Mûzê bi zikê vala gewrîdana serê sibê kêm dike. 

6- Mûz ji aliyê oksîdanan ve dewlemend e û wisa dike ku pêşî ji çêbûna pirzik û qermiçîna çerm digire.  

 7- Vîtamînên ku di Mûzê de hene çerm ji tîrêjên rojê û lekeyan diparêze.  

8- Wisa çêtir e ku meriv Mûzan bi şînî bixwe, ji ber ku her çiqas şîntir be, asta nîşasta ku her merivekê tinebe zêdetir e û ev yeka jî dibe sedema kêmbûna giraniya bedena meriv.  

 9- Xwarina Mûzê di dema birçîtiyê de pir sûda wê heye bo organa mehandinê(Hezm).

10- Mûz hişê meriv aram dike û ev yeka jî li rêya berdana hormona sîrotonînê ve pêktîne.

11- Xwarina Mûzê pêşî li xemgînbûnê digire.

12- Mûzên pir gihîştî dikarin ji bo çareseriya nexweşiya penceşêrê di qonaxên destpêkê de were bikar anîn. 

13- Ji ber hebûna madeya fîber di Mûzê de, xwarina wan dibe alîkar ku karê rîviyan çêtir bibe.  

14- Ji ber hebûna hesin di pêkhateya xwe de dikare di tedawiya kêmxwîniyê de were bikar anîn.    

15- Yên ku ji tûşî hişkbûna bedenê dibin dikarin Mûzê bixwin, ji ber ku potasyoma ji destdayî ya bedenê qerebû dike.

KURDŞOP
647 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!