Jehra mêşên hingiv ji bo gelek nexwaşiyan dibe derman

Nexwaşiya epîlepsî ya ku mirov li ser heş diçe an jî diricife û didanên xwe dişidîne, derfetên wê yên derman kirinê hene, lê di civakê de naha daxwaza çareseriyên xwezayî zêde bûye. Ji bo wê jî berhemên mêşan ên xwezayî ti bandorekî wan a xirab tine.

Şadî

Kurdshop – Zanistên ilmî li, Beşa Lêkolînên pêşxistina Mêşvanî û Navenda Kiryarî ya Zanîngeha Duzce ya Tirkiyê bi hin lêkolînên nû ve destnîşan kirin ku ‘’Jehra Mêşên Hingiv’’ ji bo nexwaşiya ‘’epîlepsî’’ ango nexwaşiya ku wek sara û ser heşê xwe çûnê jî tê pênase kirin de dikare wek dermanê çareseriyê yê temamker bê bikaranîn.

Rêveberê Beşa Lêkolînên pêşxistina Mêşvanî û Navenda Kiryarî Dr. Meral Kekeçoglu vê derbarê de ragehand, ji bo ku mirov giringiya mêşên hingiv bizanin û vê derbarê de bên agahdar kirin û hişyar kirin roja 20ê Gulanê wek ‘’Roja Cîhanî ya Mêşên Hingiv’’ hatiye ragehandin.

Herwaha diyar kir, giringiya mêşên hingiv her roj divê zêdetir bê zanîn û got: Mêşên hingiv li gel xwezayê yek in. Mêşên hingiv toza kulîlkan ango polen belav dikin, bi belav kirina toza kulîlkan ve hewçerxî û berdewamiyê didin xwezayê. Mêşên hingiv ji bo jîngeyekî berdewam xwe nû bike, çandiniyê û berhemanîna nebat û giya de xwedî bandorekî bê hempa ne. Îro sedî 90 giya û xorakê ku heye bi tozê zêde dibe. Di wan nebat û giyayan de jî sedî 70 ji aliyê mêşên hingiv ve tê belav kirin. Eger mêş nebin îro ew xorakê ku em dixwin dê nebe ango mêş ewqas zindiyekî giring e.

Hindî Mêşên Hingiv hebin dê jiyan jî hebe

Dr. Meral Kekeçoglu dibêje, guhertina keşûhewa û pirsgirêkên xorak bi mêşan çareser dibe û diyar kir: Divê em nehêlin mêş tine bibin. Naha vê gavê ew ziyanê ku ji jîngeyê re tê dayîn ve em mêşan jî tine dikin. Tîka dikim dermanên ji bo çandiniyê tên bikaranîn de em hişyar bin. Dema ku dermanê çandiniyê tê rêşandin divê ew dermanên ku ziyanê nagehînin mêşan bên bikaranîn. Divê ev bijardeya me ya sereke be. Kesên ku bi çandiniyê ve mijûlin, elbet em nikarin dest ji çandiniyê berdin, lê dema em çandiniyê dikin eger em tiştên ku ziyanê bigehînin mêşan bikarneynin wê demê em dê mêşan biparêzin. Heta ku mêş hebin jiyan jî dê berdewam bike. Dema ku em li hember jîngeyê bi rêz û hişyar bin, wê demê emê bikarin bi mêşên hingiv ve berdewambûna jiyanê de jî serkeftî bin.

Herwaha diyar kir, mêşên hingiv çawa toza kulîlk û giyayan belav dikin û hewçerxiya jiyanê de xwedî bandorekî mezin in, herwaha ji bo tenduristiya mirovan jî gelek sûdên wan hene. Û diyar kir: Berhemên mêşan wek xorak çawa tê bikaranîn, ji bo gelek pirsgirêkên tenduristiyê jî çareserin û dema pêş de jî zanist dibêjin ku dê bandora wan li ser tenduristiya mirovan dê gelek zêde be.

Jehra mêşên hingiv di çareseriya nexwaşiya epîlepsî de gelek bi bandor e

Kekeçoglu diyar kir wek Beşa Lêkolînên pêşxistina Mêşvanî û Navenda Kiryarî di vê qadê de me gelek lêkolîn kirin, bi taybetî xebatên derbarê jehra mêşan de hatine meşandin encamên gelek balkêş derxistin holê.

Dr. Meral Kekeçoglu got: Xebata me ya dawiyê xebatekî hatî temam kirin e. Nexwaşiya epîlepsî ya ku mirov li ser heş diçe an jî diricife û didanên xwe dişidîne, derfetên wê yên derman kirinê hene, lê di civakê de naha daxwaza çareseriyên xwezayî zêde bûye. Ji bo wê jî berhemên mêşan ên xwezayî ti bandorekî wan a xirab tine. Herwaha jehra mêşên hingiv di çareseriya nexwaşiya epîlepsî de gelek bi bandor û encam wergire û me ev yek îspat kir û me kir nivîseke zanistî jî.

Herwaha got, ji naha û şûnde xebata me ya vê derbarê de dê li ser nexwaşiya Parkinson û Alzheimerê be û ragehand: Jehra mêşên hingiv li ser nexwaşiyên sîstemî û genetîkî jî heye û herwaha li hember nexwaşiyên dermatolojîkî em dizanin ku dermanekî başe û me ev yek bi ceribandinê dît. Herwaha yek ji xebata me ya din jî jehra mêşan antî-aging e ango dijî pîrbûnê ye, herwaha di derman kirin û çareser kirina zirpikan (pirzik) de jî jehra mêşan dermanekî gelek başe. Ev tiştên ku hatine gotin, hemû jî di çarçoveya xebatên zanistî de temam bûne û nivîsên wan ên zanistî jî hatine nivîsandin. Jehra mêşa hingiv xwedî bandorekî ciwan û genç hiştinê ye, lê divê berdewam bê bikaranîn. Tenê hema min carekî bikaranî û min sûd jê nedît! Ew nabe divê berdewam bê bikaranîn û wê demê dê sûda wê ya bêhempa bê dîtin.

 

KURDŞOP
818 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!