Muzîk û tenduristiya derûnî û bedenî

Pêkhateya fîzyolojîkî ya hiş li bersivdana muzîkê re te guhertin, bo mînak tansiyona xwînê û lêdana dil curek pêwendî bi mzîkê re heye. Herwisa muzîk aramiyê dide bi baskan, “Andirofîn” ê bilind dike û hormonên strêsê kêm dike. Lêkolînên di vî warî de behs ji vê yekê dikin ku heta 15 deqan guhdarîkirin bi muzîkê re, bandoreke erênî li ser tak heye.


Roj Qadirî

Di destpêka dîroka mirovahiyê de ji muzîkê bona çareseriyê sûd hatiye wergirtin. Di ferhenga destpêkî ya tarîtiya Afrîkiyan de, mirovek bi navê “Şaman” ku rêberê muzîk, bîjişk û zanayê olî yê eşîra xwe bûye, ji muzîkê bona çareseriyên nexweşiyan li laşên nexweşan de sûd wergirtiye.

Çîna şaristaniyeta Hindû jî bona çareseriyên bijîşkî ji muzîkê sûd werdigirtin. Ji aliyek din ve Romiyan muzîk bo çareseriya nexweşiya Taon û bê xewiyê dizanîn.

Ji sedsala 17`an heta nîva sedsala 18`an, muzîk bi parastina girîngiya xwe, weke alîkariyekî bijîşkî ji bo padîşahan sûd jê hatiye wergirtin. Nivîskarên wekî Spênsêr û Şakispyêr têkoşîn kirin da ku di wî serdemî de pêgeheke zanistî li muzîkê bo dermankirina pirsgirêkên derûnî ava bikin.

Di sedsala 20ê de, bi sebeba derencamên muzîkê di çareseriyên bijîşkî de, bestêna pîşeya muzîkdermanî pêk hat û mifah wergirtin li muzîkê bo dermankirinê, bi taybet di pîşeya derûnî ya bijîşkî de berfireh bû.

Yekemîn encûmena muzîkdermanî li cîhanê de, Encûmena Muzîkdermanî ya Amerîkayê bû ku li sala 1950`an de hat avakirin. Û li sala 1971`an de jî Encûmena muzîkdermanî ya Amerîkayê pêk hat û hevdem digel vê yekê, sêyemîn navenda girîng a muzîkdermanî bi navê Navenda Encûmena Muzîkdermanî ya Kanadayê li sala 1974`an hat avakirin.

Pêkhateya fîzyolojîkî ya hiş di bersivdan bi muzîkê re tê guhertin, bo mînak tansiyona xwînê û lêdana dil pêwendî cura muzîkê heye. Herwisa muzîk baskan aram dike, “Andirofîn”ê bilind dike û hormonên strêsê kêm dike. Lêkolînên di wî warî de behs ji vê yekê dikin ku heta 15 deqan guhdar kirina muzîkê re, bandoreke erênî li ser tak heye.

Bi baldan bi cura deng, muzîk dikare, aramiyê bide bi mirov, bo mînak alîkariya hînbûnê û hîniyê dide û şiyana konsantrasyonê bilind dike. Lêkolînek li ser xwandekaran hatiye encam dan, nîşan dide ku yên dema muzîka klasîk guhdarî dikin, pirsên bîrkarî yên xwe baştir bersiv didin. Herwisa bandora muzîkê li ser hestên mirov selmandiye, bo mînak li ser xewa zarokan.

Di hişê mirov de, navendek bo wergirtina mûzîkê li pişta navbera çavan de heye ku ew her ew xala ye ku erka hînkarî û gotina hestên mirov digre stûyê xwe. Her bi vê sebebê jî, di navbera muzîk, hînkarî, kontrol û gotina hestan têkiliyeke rasterast heye.

Zana gihîştine bi vê encamê ku tak di warên cuda de, helwestên li hember muzîkekê de helwestên cuda ji xwe nîşan didin, ji ber ku rewşa derûnî ya mirovan di demên cuda de bi hev re cuda ne.

Divê em zanibin ka kîjan muzîk aramiyê tîne hişê me û laşê me aram dike; Herwisa divê em zanibin ku muzîk çi “strês” û “xemgîniyê” çêdike û dibe sedema nexweşiyê.

Lêkolîn bas ji wê yekê dikin ku, muzîkê ev şiyana heye ku mirovan li hember nexweşiyên derûnî û laş biparêze, an rola derman bilîze û êş û janên wan kêm bike û pêş ji rûdana hinek bûyeran bigire. Herwisa ev lîkolînên han li ser vê yekê tekez dikin ku dibe di dermankirina nexweşiyan de, bi hûrî bala xwe bidin bi curên muzîkê.

Lêkolîner gihîştin e wê encamê de ku muzîk bandor li ser hûrbînî, rewş, dîtingeh û têgihîştina mirovan heye. Muzîkê bandoreke xuya li ser aramkirina rewşa krîzên nexweşiyên beşa “ACU” li nexweşxaneya de heye. Sîstema hiş, bersivdana erênî ji “dengderên muzîkan” re dide û bi giştî muzîk di guhertina rewşa nexweşan de bi bandor e û sûd wertin ji muzîkê, dibe sebeba arambûna ruh û rewşa hiş.    

Muzîk bandorek erênî li ser hormonên cûrbecûr, lêdana dil, tansiyona xwînê, bêhêziya laş û tevgerên laş dike. Bi vegotinên hûr, muzîk bandorê li tevgera navendî ya hestan dike, wate sîstema "Lîbîk" û hêrsê. Di heman demê de bandorek erênî li ser bîranîn û vebîranîna hestên berê û tenduristiya laş heye.

Nêrînên çend kesayetiyên navûdeng ên cîhanî derbarê muzîkê de

Eflatûn: Muzîk rûmeteke exlaqî ye ku ruh dide cîhaniyan, baskan dide ramanê û jiyanê dide her tiştî.

Beethovên: Muzîk semboleke bilindtir e li her zanist û felsefeyekê. Muzîk hunera zimanê dil û ruhê mirov e û bilindtirîn ronîkirina bedewiya mirov û cîhanê ye.

Hegel: Tiştên ku mûzîk ji yê xwe re dizane, heman kûrahiya jiyana derûnî ya takê ye. Muzîk hunera taybet ya ruhe û rasterast can dike bi dengê xwe. 

Nietzsche: Hemû diyarde, bi danaberhev a li gel muzîkê, tenê sembolek in.

KURDŞOP
895 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!