Eger rast bê bikaranîn qehwe dostê dil e

Pisporê Zanîngeha Dr. Suat Gunsel beşa Kardîyolojiyê Dr. S. Anil Sarica diyar kir, qehwe ku yek ji vexwarinên me yên rojaneye ku em nikarin devjê berdin, dema ku em di pîvanên rast de bikar bînin, ji bo dilê me mertaleke baş a parêzvaniyê ye û got, qehwe pirsgirêkên hindek nexwaşiyên  rih û damaran heta asteke pir cîdî kêm dike.

Şadî

Kurdshop – Pisporê Zanîngeha Dr. Suat Gunsel beşa Kardîyolojiyê Dr. S. Anil Sarica ragehand, qehwe pirsgirêkên rih û damaran heta asteke pir cîdî kêm dike.

Pisporê Zanîngeha Dr. Suat Gunsel beşa Kardîyolojiyê Dr. S. Anil Sarica diyar kir, qehwe ku yek ji vexwarinên me yên rojaneye ku em nikarin devjê berdin, dema ku em di pîvanên rast de bikar bînin, ji bo dilê me mertaleke baş a parêzvaniyê ye û got, qehwe pirsgirêkên hindek nexwaşiyên  rih û damaran heta asteke pir cîdî kêm dike.

Pispor Dr. S.Anil Sarica ku anî ziman, di nava qehwê de rêjeyeke bilind antîoksîdan hene ku bandorên wan yên erênî li ser tendurustiyê hene û diyar kir: Tevî vê jî awayê rêje û bi kar anînê, di heman demê de dikare qehwê ji alternatîfeke bi tendurust derbixe ango ziyanê bide.
rojê 2-4 fîncanên qehwê dostê dile

Pispor Dr. S. Anil agahiyek parve kir û diyar kir, rojê di navbera 2 û 4 fîncan qehwe bikar anîn, weke bikar anîna lawaz nirxand û herwaha bikar anîna 6 û zêdetir ya qehwê, weke bikar anîneke giran  pênase kir.  Pisporê ku diyar kir, rojê  di nav bera 2 û 4 fincan qehwe bikar anîn bi tenduruste û got,’’Yek ji pirsên herî zêde ji kardiyologan re tê pirsîn, bandorên vexwarina qehweyê ya li ser tenduristiya mirovan e. Bi saya zêdetirî 1000 kompleksên biyolojîk ên ku di qehweyê de hatine dîtin û rojê du heta çar fîncan qehwe vexwarin, ji bo dil baş e."

Pispor Dr. S. Anil diyar kir, qehwe di dirêjahiya dîrokê de jî, ji bo  baş kirina birînan, derman kirina zik çûnê, derman kirinên tibî yên weke nexwaşiyên delxa romatîzmayî û kevirên gurçikan jî hatine bikar anîn û got,’’ Hindek naverokên ku di qehwê de heyî, bandorên wê yên fireh kirina rih û damaran jî hene.

Ji ber vê sedemê qehwe dikare di pirsgirêkên nexwaşiyên damar û dil de ku dibin  sedema pirsgirêkên krîza dil û felc bûnê, kêm bike. Bi taybet rojane 4 heta 5 fîncanên qehwê dike 500 mîlîgiramên kafeînê û ew yek tişta ku dibe sedemê kirîza dil yan jî koroner a ku di rih û ew kirêcên ku damara xwînber de çêdike, li ser wan bandoreke erênî dike’’.

Zêde bikaranîna qehwê zirare
Sarica ku di mijara zêde bi kar anîna qehwê ya ku bandora neyînî li ser dil û damaran dike de hişyarî da û di derbarê rêjeya ku divê qehwe çiqasî bê bikar anîn de agahî da û got,’’ Bi berçav girtina genetîkên cuda cuda, dive rojane bi kar anîna kafeînê li ser 300 heta 400 mîlîgiramî derbas neke.

KURDŞOP
792 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!