Çiyayên Kurdistanê zêdetirî 2 hezar cureyên giyayên xwarin û dermanî hene

Çiyayên Kurdistanê zêdetirî 2 hezar cureyên giyayên xwarin û dermanî hene

Kurdshop -   Li gorî lêkolînên ku li ser giyayên dermanî hatine kirin, eşkere bûye li çiyayên her çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 2 hezar cureyên giyayên dermanî hene.Bi hatin û destpêka biharê re li çiyayên Kurdistanê gelek cureyên giyayan tên dîtin û dibin çavkaniyeke girîng a xwarinê ji bo rûniştvanên herêmê û navçeyên derdorê. Herwiha qazancê wan giyayan zaf in û ji xaka Kurdistanê ve çavkanî girtine.

Hebûna van giyayên xwezayî li navçe û bajarên ku bi van çavkaniyên xwezayî dewlemend in, bazarek xweş çêkiriye.

Wek mînak, dever û bajarên wek Raniye, Qeladizê, Hacî Omeran, Şarezûr, Qendîl, Palingan, Kamyaran, Ciwanro, Merîwan, Dîwandere, Sawlawa, Dêrsîm, Kirmaşan û … hwd.

Nebatên ku herî zêde wekî çavkaniyên xwarinê têne bikaranîn 15-25 cure ne; Ya herî girîng ev in:

Kengir, gêlaxe, qaziyax, sûrebine, xûje, gozirwan, helama, piyûng, haz, şing, rêwas, pîfok, kûzele, kinîwal, bereza, kivark, pûnge, turşke û … hwd.

Li gorî lêkolînên ku li ser giyayên dermanî hatine kirin, eşkere bûye li çiyayên her çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 2 hezar cureyên giyayên dermanî hene. Cihê kêfxweşiyê ye ku welatê me bi van giyayên bikêr û dermanî ên xwezayî dewlemend e ku em dikarin wan giyayan ji bo çareseriya xwezayî bi kar bînin.

Yên herî girîng ev in: Kulîlkên heciyane, raziyane, kulîlkên zer, catrirî, talîşke, castî, Şîrîn beyan, kardî, gula wenewşe û … hwd.

Piraniya van nebatên xwezayî dikarin bi awayê hişikkirî jî bi kar bînin, hem wek derman û hem jî bi awayê têkelkirina digel xwarinê.

Di warê tenduristiyê de:

Feydeyên piyûngê: Livîna laş zêde dike, çerm ji zihabûnê diparêze, gera xwînê çalak dike, diran û hestiyan xurt dike.

Feydeyên talîşkeyê: Pankiyasê çalak dike, şekirê birêkûpêk dike, laş ji iltîhabê diparêze, ji bo jinavbirina kevirên gurçikan bikêr e, hormonên jinan sererast dike, zerikê kêm dike, baştirîn derman ji bo bîrdankê ye.

Feydeyên catiriyê: Ji bo sivikkirina êşa zik baş e û dijî werimînê ye; şekira xwînê dadixe, ji bo saxlemiya dev bikêr e, ji bo kuxik û sermayê pir bikêr e, ji bo parastina çerm û dûrketina ji qermûçekan bikêr e, ji bo depresyonê bikêr e û pergala mehandinê çalak dike; ew astengkerek sereke ya penceşêrê ye, nemaze kansera kolonê.

Feydeyên Kardiyê: Ev giya bo kêmkirina kolonê pir bikêr e, ji bo qebzê bikêr e, pêşî ji werîna porê digire, çalakiya gera xwînê zêde dike û ji bo nexweşiyên demsalî bikêr e.

Di vir de em dibînin ku welatê me çiqas dewlemend e di warê samanên xwezayî de ku dikare ji bo gelek armancan were bikaranîn û giyayên xwezayî jî yek ji wan samanan in ku gelê Kurdistanê bi giştî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî dikarin sûdeke mezin ji çavkaniyên dermanî werbigirin. Xweşbextane heta radeya pêwîst hatine bikaranîn û em dikarin bi hinartina wan bo navçeyên derdorê wan bikin çavkaniyeke baş a dahatê li Kurdistanê.

KURDŞOP
940 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!