Ew xwarinên ku bo demsala zivistanê baş in

Lê bi bikaranîna cureyên xurekan di vê demsalê de dikarin pêşiya pêketina bi wan êş û nexweşiyan bigrin

Tendurustî:

Hemû sale li gel hatina demsala zivistanê helamet û vîrus û çendîn êş û nexweşiyên din di nav civakê de belav dibin û hemwelatî divê berdewam di riya bijîşk û dermanxaneyan de bin.

Lê bi bikaranîna cureyên xurekan di vê demsalê de dikarin pêşiya pêketina bi wan êş û nexweşiyan bigrin.

Li jêr em ê hindek ji wan xwarinên ku bo demsala zivistanê û pêşgirtina ji wan nexweşiyan mifadar in em ê bi we bidin nasîn:

Şînkayî:

Şînahî ji xwarinên herî sereke ên demsala zivistanê ne. Şînahiyên wek gêzer, silq û şêlim dikarin şiyana parastina leş li hember hewayê sar de zêde bikin. Şêlim tijî ye ji vîtamînên A û C. Gêzer û bîber û kedo hilgirê radeyeke zehf a “bêtakarotên”ê ne ku di nav leş de ew yek dibe vîtamîn. Kêmiya bêtakarotên di nav leş de dibe sedema tûşbûna bi çendîn cureyên penceşêrê û bi taybetî jî penceşêra hûyrêwiyan.  

Pîvaz:

Herçend pîvaz kêmkalorî bin jî, lê fîber û vîtamîna C-yê zêdtê de heye. Di heman demê de zêde “adenosine” jî heye, ku girêkbûna (tîrbûna) xwînê dereng dixe û pêşî ji kirîza dil digire. Pîvazên xav kolesterol û tansiyona xwînê kêm dike.

Kerewiz:

Kerewiz ji ber fîber, vîtamîna C, fosfor û kaloriya xwe a kêm yek ji baştirîn xwarinên zivistanê ye ku tam û bêhneke xweş jî heye. Ev sebze wê heta mehekê di cemidankê de teze bimîne.

Hinar:

Hinar yek ji fêkiyên demsala zivistanê ye û zêde antîoksîdan tê de ye. Xwarina hinarê dibe sedema başbûna kêşeya dilê microvan, daketina zexta xwînê, û daketina asta kolostrolê, û rê li ber kirîza dil û lawazbûna dil digre.

Li gor lêkolînan, vexwarina ava hinarê dikare done nav demaran bihelîne, û ji vê riyê ve egera kirîza dil kêm bike.

Kelem:

Kelem bi hemû cureyên xwe ve tijî ye ji vîtamînên A,C,K, E û herwiha madeyên kanzayî ên wek asin, menziyom, kelisiyom, potasiyom û antî oksîdan, ku ji bo hezimkirina xurekê mifadar in û kilostrola xwînê kêm dikin û rê li ber pêketina bi penceşêrê digrin. Kelemê kaloriyeke kêm heye ku mirov dikare bixe nav salat û sûpê de.

Hingiv:

Hingivîn xwarineke xwezayî ya şîrîn e ku dikare pêşî li westandinê bigire û enerjiyê zêde bike. Wekî din, hebûna antîoksîdan di hingivê de pergala berevaniyê xurt dike û gelek taybetmendiyên antî mîkrob û antî bakteryal hene ku li dijî nexweşiyan şer dike û werimîn û îltihaba qirikê derman dike.

sêv:

Ji ber hebûna fîbrê û antîoksîdan û çendîn cureyên vîtamînên xwe, yek ji baştirîn fêkiyên zivistanê ye û divê di vê demsalê de zêdetir ji vê fêkiyê bixwin, bitaybetî ger hûn ji şekirê hez dikin.

Çaya Kesk:

Vê demsalê dev ji vexwarina qehweyê berdin ji ber ku kaloriyeke zêde heye. Li şûna qehweyê çaya kesk vexwin, ku bi xwezayî bê kalorî ye û tijî flavnoîd û antîoksîdan e ku ji we re dibe alîkar ku kêşa xwe kêm bikin, û ew di zivistanê de yek ji baştirîn vexwarinên germ e.

Şêlim:

Herçend bi berçav dişibe petateyan jî, lê di rastiyê de di rîza kelemê de ye. Şêlim li aliyê antîoksîdan, folat, vîtamînên C û K, potasyum, kalsiyûm û fîberê ve dewlemend e, û li dijî helametê ye û di demsala zivistanê de rê li ber wan nexweşiyan digre.

Sîr:

Ji ber pêkhateyên xwe yên kalsiyûm, potasyûm û sulfurîk antîbakterî ye û pergala berevaniyê xurt dike.

KURDŞOP
875 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!