Gola Dalamper; Bedewiyek bo geştyaran

Solîn Urmiye

 

Gola Dalamper yan jî gola “Mam Şêx” li quntara çiyayê Dalamperê hilkeftî ye ku 45 kîlometre ji bajarê Urmiyê dûr e. Çiyayê Dalamper dikeve devera Mirgewer a Urmiyê û ev çiyeye 3,500 metran bilind e.

Hêjayî behskirinê ye ku çiyayê Dalamper xwediyê vê gola bêhempa ye û li ser sînorê destkir ên Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê ye û geştyar dikarin ji serê çiya beşek ji van sê beşên Kurdistanê bibînin.

Gola Dalamper an jî gola “Mam Şêx” a Urmiyê yek ji cihên bedew ên geştiyariyê ye ku rojên germ ên Havînê û keşûhewayeke xweş û tendirust gelek geştyarayan bo aliyê xwe dikişîne. Rewşa cografî ya taybet ya vê navçeyê û cemed û bozên sirûştî ku di çiyayê Dalamper de hene bûne sedema çêbûna goleke sirûştî. Dîtina vê seyrangeha bêhempa ji bo geştyarên Kurdistanî, Îranî û biyanî gelek balkêş e û ev yek jî bûye sedem ku gelek kes heta ser lûtkeya çiya ya pir befr biçin.

Gola Dalamper goleke bazneyî bi dirêjahiya 450 metre ye, ku 2,720 metre ji asta deryayê bilind e û xelata temaşekirina vê golê tenê ji bo wan kesan e ku ji sirûşta bedew û xweşik a Kurdistanê hez bikin û çend demjimêran li wir derbas dikin.

Li ser rêya vê golê, li her derê ku mirov lê binêre, keskatî, rûber û çiyayên bi befrî dibîne. Berfa li ser vî çîyayî qet bi dawî nayê, di her duwanzdeh mehan de berf li vir heye, di meha Zivistanê de bilindahiya berfê digîhêje deh metreyan. Li çiyayê Dalamperê tevî hebûna goleke balkêş, sûlaveke balkêş bi nav sûlava “Sûle Dûkel”ê jî heye. Ji kêleka vê sûlavê heta golê bi qasî 10 kîlometran rêyeke axî heye ku zêdetirî nîv demjimêrê pê diçe.

Li derdora golê bêhnek xweş tê ku ew jî ya gulên cur bi cur û bêhnxweş e. Herwisa cûkên avên zelal li derdora golê têne dîtin ku gelek balkêş in. Gelek geştyar ku serdana vê golê dikin, li vir avjeniyê dikin û herwisa bi belemên biçûk rojên xweş derbas dikin. Derdora golê pirapir e ji “gonî, badamên kovî, gêlasên kovî û hin giyanên cur bi cur ên dinê”. Herwisa li wir ajelên wek rêvî, çeqel, teyr, bizinên kovî û keroşk, mar û hwd hene.

Weke ku hate gotin gola Dalamperê li quntara çiyayê Dalamperê hilkeftî ye û li vê navçeyê bi taybetî di demsala Payîz û Zivistanê de bi piranî hewayeke sar, berf û baranî ye. Bi dawîbûna Zivistanê û hatina Bihar û Havînê re berfa çiya dihele û gelek kanî û çem ji çiya diherikin. Wekî din, her ku hewa germ dibe, cemedên sirûştî yên li çiyayê Dalamper dihelin û golên demkî têne afirandin. Bi helîna bozên sirûştî golên hertimî yên vê navçeyê jî ku yek ji wan gola Dalamperê ye ava wan zêde dibe. Ji ber vê yekê, di vê dema salê de, li vê deverê dîmenên pir xweş hene ku mirov dikare di Biharê an Havînê de bi rêwîtiya ber bi vê golê ve bibîne. Di ratî de çavkaniya ava vê golê tenê ji kaniyên derdor nîne, belkî çend kanek avê di nav golê de hene ku nahêlin ti carî ev gole zuhaw bibe.

KURDŞOP
543 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!