Mezintirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê, “Kirmaşan” yan “Kirmanşah”?

Hîra Sarûxî

 

Kirmaşan mezintirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye ku nêzî 2 milyon heşîmet heye; Zêdetirî sed sal dibe ku gelek pirojên siyasî û çandî yên desthilatên navendî yên Qacar û Pehlewî li Îranê bi armanca guherîna rewşa çandî û zimanî, rûbirûyê Kirmaşanê bûne û niha jî her berdewam e. Bêguman yek ji sereketirîn gengeşeyên çandî-siyasî yên Kirmaşanê, li ser navê vê parêzgeh û bajarê Kurdistanê bûye, Kirmaşan navê Kurdî yê vê devera Rojhilatê ye û Kirmanşah jî navê Îranî- farsî yê wê ye.

Navçeyek ku niha bi Kirmaşanê tê nasîn ji serdemên cuda yên dîrokî ve navên cuda hebûye. Parêzgeha niha ya Kirmaşanê yek ji navendên sereke yên nîştecihbûna Kurdan di serdema Med de bûye, di serdemên Hexamenişîn, Eşkanî û Sasaniyan de jî her bi navê “Îyaleta Mad” hatibû naskirin û ew nave li ser bû. Piştî hatina Îslamê bo Rojhilatê Kurdistanê û di çavkaniyên dîrokî yên Erebî de jî heta çend sedsalekê bi “Mah” dihate naskirin ku şêwazek ji guherîna Med bûye. Di serdema Selcûqiyan de tev navçeyên Rojhilatê Kurdistanê bi “Îyaletî Kurdistan” hatibû navbirin ku Kirmaşan jî yek ji wan bajaran bûye.

Peyva “Kirmanşah” heta destpêka bi desthilatgihîştina Sefewiyan wek îşarekirin bi bajarê Kirmaşanê hatiye bikaranîn, lê navçeyên Rojhilatê Kurdistanê her bi “Kurdistanê” hatibûne naskirin. Hevdem bi desthilatdariya Sefewiyan re navê “Kirmanşah”ê ji bo tev navçeyên derdora Kirmaşanê hatiye bikaranîn û navê wan bi “Kirmanşahan” hatiye. Ji serdema Pehlewiyê Yekem ve heta dethilata Riza Şah û di sala 1938an de, Kirmaşan bibû bi “Parêzgeha Pêncem” ku pêk hatibû ji Kirmaşan, Sine, Îlam, Şabad, Selas (Malayir, Nehawend û Tuwîsirkan) û Hemdanê. Her ji wê salê ve bi awayekî fermî û yasayî navê vê parêzgehê kirine “Kirmanşah”.

Fars, ne Fars, siyasetvan û sîstema îdarî û fermî li Îranê, parêzgeh û bajarê Kirmaşanê bi “Kirmanşah yan Kirmanşahan” nas dikin û navê wê tînin; Lê belgên zimanî û dîrokî û heta folklorî yên vê navçeyê jî vê rastiyê îsbat dikin ku Kirmaşan ji mêj ve her “Kirmaşan” bûye û “Kirmanşah û Kirmanşahan” naveke heta astekê koloniyalîstî û destçêkirî ye ku di dawiya Qacar û destpêka desthilata Pehlewî de zêdetir girîngî pê hate dan û hatiye nav sîstema fermî û yasayên hikûmetî yên Îranê.

Li ser wata û bingeha navê Kirmaşanê sê nerînên cuda hene; Nerîna yekem îşareyê bi wê yekê dike ku navê rastî yê vî bajarî her “Kirmanşah” bûye û bi vî rengî li ser kok û wateya wê lêkolîn kirine. Ev kesane li ser wê bawerê ne ku “Kirmanşah” ji Baramê Çarem yê paşayê Sasaniyan ve hatiye ku nasnavê wî “Kirman Şah” wate paşayê Kirman bûye û wî ev bajare ava kiriye. Dîtingeha duyem li ser wê bawerê ye ku kok û bingeha navê Kirmanşah ji “Kirmînşan” û “Kirmaşan” ve hatiye û şêwaza Erebî jî, wekî “Qirmasîn” û “Qirmîsîn” her ji Kirmînşan û Kirmaşan ve hatiye wergirtin. Dîtingeha sêyem îşareyê bi wê yekê dike ku navê vî bajarî “Kirmanşahan” bi wateya Mêwsitan û Takistan bûye.

Mamoste Mihemed Mukrî, zimanzan û lêkolerê Kirmaşanî, piraniya van nerînane red dike û li ser wê bawerê ye ku navê vî bajar û parêzgeha Kurdistanê her “Kirmaşan” bûye; Navê vî bajarî di eslê xwe de “Kirmaçan, Kirmacan yan Kirmaşan” bûye û bi wateya bajarê xelk û reiyetan. Di dîroknivîsiya Îslamî de jî navê vî bajarî bi “Qirmasîn, Qirmansîn, Qirmîsîn yan Qirmînsîn” hatiye ku ji Kirmaç û Kirmanc ve hetiye. Mamoste Hejar jî li ser wê bawerê ye ku peyva Kirmanşa şêwazek ji guherîn û kurtkiriya “Kirmancşar” yan “Kirmancan” bi wateya bajarê Kirmancan e.

Xala girîng û berçav ewe ye ku xelkê vê navçeyê beriya wê ku ev bajar navê “Kirmanşah” ji aliyê Pehlewiyan ve bo bê danîn, bo vî bajarî her Kirmaşan bi kar anîne û ti îşareyek bi “Kirmanşah” nehatiye kirin û nayê kirin. Herwisa folklora vê navçeyê pir e ji helest, stran û çîrokan ku îşare bi navê Kurdî yê Kirmaşanê dikin. Di helbestên folklorî yên Kirmaşanê de ku mamoste Mukrî di sala 1950ê de kom dike, tenê bi Kirmaşanê hatiye îşarekirin û ti şûnek ji “Kirmanşahê” nîne: “Rêyegey Kirmaşan gul û guldest e\ Boşne dusegem xerîbî bes e”; “Her kes bipirsê nav û nîşanim\ Min bedbextgey nav Kirmaşan im”; Kirmaşan meçim, bêstûn ram e\ Qetilgay Ferhad, şev menzilgam e”; “Xwem Kirmaşanî dûsim Qesrî ye\ Xatirxay bûme, texsîr nîye” û hwd.

Bi giştî belgeyên dîrokî û zimanî û folklorî yên Kirmaşanê jî vê rastiyê diselmînin ku renge bi dirêjahiya sedsalekê bi armanca bi Îranî-farsîkirina Kirmaşanê û reşkirina nasnameya Kurdistaniya wê, li ser vî bajarê Rojhilatê kar hatibe kirin, lê heta navê vî bajarê mezin ji zimanê xelkê Rojhilatê her Kirmaşan e û nebûye bi “Kirmanşah”! Kirmaşan wekî navê xwe yê Kurdî maye û Kurdî jî dimîne.

KURDŞOP
618 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!