Gundê Zelm, warê kesayetiyên mezin û seyrangeheke geştiyarî ya bedew

Sîpan Sofîzade

 

Zelm gundek e ku dikeve rojhilatê nahiyeya Xormal ya ser bi parêzgeha Helebc ya Başûrê Kurdistnê.

Ev gunde ji bakûr ve digel gundê Dizlî li Rojhilatê Kurdistanê, ji başûr ve digel gundê Ehmedava, ji rojhilat ve digel gundê Derew Mer û ji rojava ve digel gundê Navbaxan hevsînor e.

Ev navçeye, navçeyeke dijwar û çiyayî ye û kevtiye nav doleke dirêj û li wir erdên pan kêm in.

Gundê Zelm rasterast di beşa serwe ya dola Zelm de ye û nêzî çavkaniya çemê Zelmê ye, çemê Zelm û darên gûz ên blind bûne sedem ji bo bedewiya gundê Zelmê. Navê gund jî, ji Zê ve hatiye hildan yan xwediyê aveke zêde ye, rûnştiyên vî gundî zêdetir mijûlê pîşeya bazirganî û ajeldarî ne.

Herwisa hejmara rûniştiyên gundê Zelmê 540 malbat in ku li derveyî gund dijîn, lê nasnameya vî gundî Zelm e û li gor amarên Kanûna 2022an 18 mal tê de bûne ku 58 kes in û 33 kes ji regeza nêr û 24 jî mê tê de dijîn. Li gund bi giştî 25 mal hene.

Ji aliyê olî ve gundî peyrewê Îslamê ne û nîvê xelkê bi zaraveyê Hewramî û beşeke din jî bi Soranî diaxivin.

Di sala 1995an de li gundê Zelmê bo cara yekê dibistan ji aliyê “Şêx Sidîq Sergetî” ve hate avakirin û wê demê nêzî 28 xwendekar tê de hebû, paşê çend caran dibistan hatiye daxistin û di dawiyê de li sala 2015an di gund de dibistan nema.

Gundê Zelm landika bi dehan nivîskar, kesayetiyên dîrokî, olî, siyasî û hunerî li ser asta Kurdistan û cîhanê ye ku ji nav wan jî zanyarê navdar ê cîhanê “Profesor Dr. Mistefa Zelmî” ye. Herwisa di wêjeya Kurdî û rûpelên dîrokî û siyasî yên Kurdistanê de jî behsa vî gundî hatiye kirin û girîngiyek zêde pê hatiye dan.

Ji ber sirûşta xwe ya bedew, bi girîngtirîn seyrangeha parêzgeha Helebceyê tê hesibandin û bi berhemên xwe yên hinar, hejîr û mirebaya hinarê navdar e. Sûlava Zelmê dîmeneke xweş û çavkaniyeke girîng a ava Kurdistanê ye, dema ku mirov nêzîkî gundê Zelmê dibe, hire hira ava Zelmê û gundê şînayî û xaniyên ku bi destê rûniştiyên gund û kevirên çiya hatine çêkirin, dîmeneke gelek bedew bi gund bexşî ye û ew dîmenane zehmet e di xeyalên mirov de bêne reşkirin.

Di sala 1999an de çavkaniya Zelmê bi sîstema turbînê elektrîka sê gundan dabîn kiriye.

Eger em ji aliyê dîrokî ve lê binêrin, keleha Zelmê li wir heye ku ji aliyê Mîrê Erdelan “Xan Ehmed Xan” ve hatiye çêkirin û “Gope Xiley” jî ku gora şahên Medan e li wir heye.

Zozanên Zelmê yek ji xweştirîn havîngehên Kurdistanê ye û av û hewayeke xweş û hênik heye û ji ber xweşî û bedewiya cih û avûhewayê wê gelek geştyar ji piraniya deverên Kurdistan û derveyî welat serdana vê navçeyê dikin.

Ev seyrangehe milkê Zelmê ye û hin kes bi şaşî navê wê wek seyrangeha Ehmedava tomar kirine, lê Ehmedava li xwarê ye û bax û şînahiyek wisa nîne û av jî ya Zelmê ye ku bi kar tînin.

Çend geştyarek dibêjin: “Her çend rêya gihiştina bi vî gundî zehmet e, lê nebûye astengî ji bo avadankirinê, dîmen û bedewiya Zelmê her çend destçêkiriya gund bi xwe ye û kevnar e, lê bûye çavkaniya debara hin malbatan.

KURDŞOP
718 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!