Gola Zirêbarê: Mezintirîn gola ava şêrîn a Kurdistanê

Çiro Hewramî

Gola Zirêbar yek ji mezintirîn golên ava şirîn a Kurdistan û Îranê ye û yek ji cihên sirûştî yên herî bi nav û bang li Kurdistanê tê hesibandin. Gola Zirêbarê ji kaniyên bin dertî yên di nav golê de çavkanî digire û ti rûbarek naherike nav golê.

Bilindahiya golê ji asta deryayê 1290 metre ye, dirêjahiya wê ji 8 kîlometre y e (başûr-bakur) û panatiya wê jî li (rojhilat-rojava) bi qasî 3 kîlometreyan e.

Gotina çîrokekê derheq çêbûna Zirêbarê:

Derbarê çêbûna gola ZIrêbarê, di nav xelkê navçeyê de çîrokek heye ku dibêjin li cihê niha yê Zirêbar bajarek hebûye ku navê hakimê vî bajarî “Feyleqûs” bûye. Derwêşek bi jina xwe ya ducanî û bi siwarê kerê xwe re digihîjine bajêr. Zilamên Feyleqûs dûvê kerê wî jê dikin û jina wî dikeve xwarê û zaroka wê ji ber diçe. Derwêş diçe cem hakim û gilî û gazinan jê dike. Feyleqûs bi awayekî xerab bersiva wî dide û xulametiyê pê dike. Derwêş diçe ser çiyayekî û serê xwe datîne erdê û ji Xwedê lahî û duayan dike. Dema ku ew serê xwe bilind dike û li jêr dinêre, bajar ketiye di bin avê de û gola Zirêbar bi vî rengî çê dibe. Li bilindahiyên rojhilatê Zirêbarê gorek heye ku tê gotin gora vî derwêşî ye. Ev çîroke di nav xelkê navçeyê de belav bûye û gelek belgefîlm jî li ser hatine çêkirin.

Di rastî de gola Zirêbarê yek ji mezintirîn golên ava şirîn a cîhanê ye û li gorî lêkolînan dîroka çêbûna vê golê vedigere bo 20 hezar sal berî niha. Ev gol    cihê seyranê li bajarê Merîwan û parêzgeha Sinê ye ku her salê gelek geştiyarên biyanî û navxweyî serdana wir dikin.

Cihên geştiyarî yên gola Zirêbarê:

Yek ji cihên geştiyarî yên vê gola bedew hebûna dûrgehên hereketî di hundurê wê de ye.    Dûrgehên hereketî   y ên ku ji tevlîhevbûna rehên daran pêk tên, li ser avê diherikin û carinan bi ba û çêbûna mencên avê bi yektir digehin.

Taybetmendiyek din a cihê geştiyariyê li ser golê, temaşekirina balindeyan e. Bi serdankirina bajarê Merîwanê û çûn bo gola bedew a Zirêbarê, mirov şahidê çendîn cure ji balindeyên wek hecîleylek, werdek û çendîn curên dinê dibe ku li ser ava golê ne. Flamîngo jî yek ji wan balindeyên ciwan û bedew e ku li ser gola Zirêbarê pir in û ciwaniyek taybet bexşîne bi vê golê.

Herwisa çendîn cure ji giyayên taybet li vê deverê hene û hin cureyên giya li derdora golê şîn dibin ku navê wan ji bo gelek kesan nasiyar nîne.

Li nav gola Zirêbarê çendîn cureyên masiyan hene û herwisa canliberên wek “seyê avî” di nav golê de hene. (Sevê avî sûdeke zêde ji bo golê heye û ew masiyên ku nexweş dikevin û dimirin û têne ser rûyê avê, seyê avî wan dixwe). Herwisa pisîka kovî li derdora gola Zirêbarê dijî.

Gola Zirêbar yek ji çavkaniya dahata bajarê Merîwanê ye û di warê paqijkirina keş û hewaya navçeyê de roleke bi bandor heye.

Çend xalên balkêş li ser gola Zirêbarê

Yek ji tiştên balkêş ên gola Zirêbarê, belemvanî ye û xelk ji bo dîtina sirûşta golê siwarê belemên matorî û pedalî dibin.

Ji bo firîna ser golê jî çetirbaz “paragilaydir” hene û ger mirov bixwaze li ser golê bifire, siwarê paragilaydir dibe û li esman li bedewiya golê mêze dike.

Biraştina masiyan li Zirêbarê bala geştiyaran bo aliyê xwe radikêşe û çendîn masiyên xwecihî yên xwedê gola Zirêbarê ji bo xwarinê têne sûdwergirtin.

Gola Zirêbarê di sala 2009an de wek penahgehek bo jiyana ajelên kovî û di sala 2010an de jî wek mîrata sirûştî ji aliyê Îranê ve hate tomarkirin.

Gola Zirêbarê di wêjeya kurdî de:

Helbestvanê navdar ê netewa kurd Narî di helbesteke xwe de ji bo Şêx Mehmûdê Hefîd behsa Zirêbarê kiriye ku ev jî wiha ye:

Ke min xerqî zirêbarî xemî to bim le bîlûda

Le nale û şîwen û derd û xemî exiyar û yarim çî

Helbestvan Mewlewiyê Kurd jî di helbestek Hewramî de wiha behsa Zirêbarê kiriye:

Satîk qafileket sakin ke seyir bo

Ye erzê dêrm oxret xêr bo

Gêcî zirêbar hersim mewc werden

Saray merîwan temam hern kerden

Baziş henasem, sub weneş dero

Yex kero, qetar asan bûyero

Dawî:

Hêjayê behskirinê ye ku ev gola bedew û balkêş a Rojhilatê Kurdistanê ku cihê balkêşandina geştiyaran li navxwe û derveyî welat e, metirsiya jinavçûnê li ser e. Ava averoyên gemar ku metirsiyek e li ser sirûşt û jîndarên derdor û nav golê de. Herwisa lêdana bîrên bin erdî li derdora golê ji bo karê çandiniyê ku metirsiyeke dinê ye li ser çikbûna kaniyên nav gola Zirêbarê û kesên li dijî    jîngeha Kurdistanê bi berdewamî qamîş û sirûşta derdorê gola Zirêbarê dişewitînin û her sal ziyaneke mezin digihînine bi sirûşta golê. Ev çend mînak û dehan mînakên din hene ku ger pêşiya wan karesatan neyê girtin, bi alxahînî ve sedemên herî mezin ji bo çikbûna golê û nemana jîndarên li derdora golê ne.

KURDŞOP
661 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!