Avgirika Bêkodiyan: Bilindtirîn û bedewtirîn avgirika Başûrê Kurdistanê

Sîpan Sofîzade

Avgirika Bêkodiyan    ku bilindtirîn û bedewtirîn avgirika Başûrê Kurdistanê ye, dikeve navçeya Balekayetî ya ser bi navçeya Çoman a girêdayî parêzgeha Hewlêrê. Ev avgirik    di navbera lûtkeya çiyayên Pirxêlind û Qered ên zincîre çiyayên Hesara Sekran de hilkeftî ye û 34 kîlometreyan ji zozana Pirjê ya ser bi navçeya Çomanê dûr e.

Rûbera avgirika Bêkodiyan nêzî 300 metreya ducî ye û 3,198 kîlometr ji asta deryayê bilind e. Çavkaniya ava vê ji çîrîngehên wê û helandina berfa navçeyê ye. Ew navçe, navçeyeke berfî ye û di naverasta meha Tebaxê de jî berfa wê dimîne.

Çiyayê Bêkodiyan dikeve rojhilatê bajarê Hewlêrê û 210 kîlometre ji navenda bajarê Hewlêrê û kêmtir ji kîlometrekê ji sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dûr e. Ji ber nêzîkbûna wê avgirikê ji sînorê Rojhilatê Kurdistanê, gelek caran çiyager û geştiyarên Rojhilatê Kurdistanê jî serdana avgirika Bêkodiyanê dikin.

Navê avgirika Bêkodiyan

Navê avgirika Bêkodiyan ji navê malbata “Bêkodiyan” li gundê Rêzêne    yê ser bi navçeya Serkepkan a ser bi navçeya Raniyê ve hatiye, ku berê wek zozançî ji bo çêrandina ajelên xwe çûne derdora vê avgirikê û ji ber guncawbûn û keşûhewaya navçeyê, gelek li wir mane û her lewma jî bi navê wê malbatê tê nasîn.

Keşûhewaya avgirika Bêkodiyan

Pileya germaya navçeyê di çileya havînê de ji 10 bo 15 pileya sîlîzî derbas nabe. Zivistana wê navçeyê    gelek sar û dijwar e û bi havînan jî gelek hênik e. Heta dema demsala havînê jî berfa vê nayê helandin û ew ketiye aliyê Helgord û Sekranê.

Avgirika Bêkodiyan û geştyar

Bêkodiyan bi ava xwe ya sar û dîmenên balkêş ên xwe ve, welatiyan ecêbgirtî dike. Bi taybet di demsala havînê de hevwelatî ji ber hênikbûna keşûhewayê serdana wê dikin û tamê ji dîmenên wê yên bedew werdigirin. Salane gelek geştiyar û çiyagerên Kurdistan û Iraq û yên biyanî jî, ber bi vê navçeyê ve diçin. Hin ji geştyar jî bi şev li wir dimînin û di nav ava berfê ya Bêkodiyan de avjeniyê dikin û nexweşiyên xwe li wir fire didin. Ava avgirikê gelek sar e û kes nikare heta qasek zêde di nav wê ava sar de bimîne. Lê gelek kes jî li ser wê bawerê ne ku avjenî di nav wê ava berfê de ji bo tendirustiyê bi sûd e.

Rêyên avgirika Bêkodiyan

Avgirika Bêkodiyan çend rêyên cuda hene. Beşek ji wan rêyan nêzîk û gelek dijwar in; hin ji wan jî rêyên hêsan û dûr in. Bi şêweyek giştî ji bo gihîştin bi wê avgirikê, divê nêzî 8 heta 10 demjimêr di nav çiyayan û dîmenên sehrayî û hajehaja sûlavên berfî de bi pêyan rê derbas bikin û bigihîjine avgirika Bêkodiyan. Yek ji rêyên nêzîk ên wê ji Çomanê ve heta rêya pêyan nîv demjimêrê dûr e. Bo gihîştin bi avgirika Bêkodiyan, mirov dikare ji ajelên barbir ên wek hesp jî sûd wergire.

Rêyên çûn û vegerîna Bêkodiyan pir in ji sûlav û kanî, bi dehan cur ji balindeyên dengxweş têne dîtin û sedan cur ji gulên bedew li wir jîngeh û sirûşt xemilandine.

KURDŞOP
596 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!