Sûlava “Rêjaw” (Pîran): Bilindtirîn sûlava pêlekanî ya Rojhilata Navîn li Kirmaşanê

Hîra Sarûxanî

Sûlava Rêjaw an jî Pîran ku li nêzîkî bajarê Rêjawê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye û yek ji bilindtirîn sûlavên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Rêjaw navê bajarekî parêzgeha Kirmaşanê ye ku li 120 kîlometriya bakurê rojhilata wê parêzgehê hilkeftî ye û ser bi bajarokê Dalahû di navbera rêya Kirin û Serpêlê ye.

Ev sûlav li 10 km bakurê rojavayê bajarokê Sarpêla Zehaw û di gundê Jalke de ye. Sûlava Rêjaw ango Pîran, yekane û bilindtirîn sûlava Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Ev sûlav di çaremîn civîna Encumena Siyasetdarêjiya Tomarkirina Şûnwarên Netewî yên Îranê de wek mîrata sirûştî hatiye tomarkirin.

Peyva “Rêjaw” di zimanê kurdî de tê wateya serrêjkirina avê û derheq tomarkirina fermî ya vî navî ji aliyê dewleta Îranê ve, çi ji tomarkirina vê mîrata sirûştî û çi ew tabloyên ku ji bo hevkarîdan bi geştyaran re hatine danîn, navê “Rîjab” bikar hatiye ku ne kurdî ye û ne jî farsî û tenê peyveke bêwate ye. Ev jî di berdewamiya siyaseta zimanî ya dewleta Îranê û guhertina navên kurdî de ye.

Sûlava Rêjaw bi sêqatbûnî tê nasîn, ew kevirên taş di rêya serrêjiya vê sûlavê de ne, sûlav bi ser sê beşan de parve kirine. Bilindahiya vê sûlavê ji bilindtirîn cih ve heta ser rûyê erdê nêzî 150 metreyan e û bilindtirîn beşa sûlavê bi 100 metreyan jî digihe; bi vê sedemê sûlava Rêjaw yek ji bilindtirîn û li gorî hin çavkaniyan yek ji bilindtirîn sûlava pêlekanî li Kurdistanê ye, bi curekê ku cudahiya bilindahiya wê ji serî heta binî ango heta qata sêyemîn ku bi GPSê hatiye destnîşankirin, 180 metreyan e. Ev sûlav xwedan sê qatan e ku du qatên jorîn pir bilind û ya jêrîn nizimtir e. Qata sêyemîn a sûlava Rêjawê di nav daristanekê de hatiye veşartin û nayê dîtin.

Kevirên li dora vê sûlavê pir taybet in û derfetek baş ji kevirtiraşan re çê kiriye ku wan bitiraşin; taşevanî li taşevanên sûlava Rêjawê ji taybetmendiyên werzişî yên herêmê ne ku her sal bala hejmareke zêde ji taşevan û çiyageran bo aliyê xwe dikişîne. Ev taşekevir bi awayekî hilkeftî ne ku bo xelkê asayî rêyek nîne ku ser bikefin û divê taşevanên şareza van taşekeviran bipîvin.

Sûlava Rêjaw di navbera du gundên Rêjaw û Pîran û nêzî du gundên Banzerde û Yaran de ye. Ev navçeye taybet e û di nav yek ji helbestên mamoste Mewlewî de hatiye ku dibêje: “Dîdem rêjawe, roxsarim zerden\ Ce dax yaran, pîran im kerden”.

Sûlava Pîran yan jî Rêjaw tek ji wan şûnwarên sirûştî ye ku di navçeyeke taybet de jî cih girtiye, bilî vê sûlavê, şûnwarên din ên taybet di vê navçeyê de hene; Yên wekî goristana Ebû Dugiyane, çiyayên Dalahû, keleha Yezdgêrd û berdnivîsa Anobanînî. Mixabin beşek ji sûlava Rêjawê ji ber erdheja sala 2018an a Serpêla Zehawê, rastî zirarê hat û çend kevirên mezin rêya ava vê sûlavê girtine.

KURDŞOP
598 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!