Gola Çildirê bi bedewbûna xwe balê dikşîne

Şadî

Kurdshop – Gola Çildirê yek ji wan golane ku weke qadeke geştiyariyê hem havînê, hem jî zivistanê, mirov dikare tê de demeke xweş ya geryanê derbas bike û geştê bike.

Gola Çildirê dikeve parêzgeha Erdexan a Bakurê Kurdistanê. Gola Çildirê 44 kîlometreyan li navenda parêzgehê dûre. Mesafe û dûrbûna di navbera Gola Çildir û bajarê Qersê jî, 123 kîlometreye û ev dûrbûn nêzîkî demjimêrek û nîv dikêşe. Herwaha dûrbûna di navbera golê û Erdexanê jî 58 kîlometreye. Ev mesafe yan jî dûrbûyîn, nêzîkî 54 deqeyane.


Mijareke din a ku cihê meraqêye jî, mezinahiya Gola Çildirê ye. Gola Çildirê ku di navbera bajarê Qersê û Erdexanê de dimîne, xwedî qadeke 123 kîlometrekareyî ye.  Dirêjahiya golê jî 18 kîlometreye.

Bi qasî ku mezinahiya Gola Çildirê tê meraq kirin, di heman demê de kûrahiya wê jî ew qas tê meraq kirin. Ev gola xweşik û bedew ya Bakurê Kurdistanê, di asta behrê de 1959 metreyan bilinde. Xala herî kûr ya Gola Çildirê jî 49 metre ye.

Gola Çildirê xwedî dîrokekî 65 mîlyon sal berê ye. Gola Çildirê serdema sêyemîn de ava bûye. Serdema sêyemîn ku jê re serdema Tersiyer ango sêyemîn tê gotin, di vî warî de yek ji mijarên herî girîng a dîroka avabûna golê ye.

Dema ku avahiya jeolojîk ya Gola Çildirê tê lêkolînkirin derdikeve hole ku beşa bakur û ya başûrê golê xwedî avabûyînekî lîm, qumî û kevirî ye. Dema ku mirov temaşeyî avahiya wê ya axê dike jî, pêkhateyeke wê ya xakî xwedî avabûna volkanîk e. Gola Çildirê bendaveke xwezayî ye ku bi bi xireberan ango kevirên grover û li gel alavên agir pêk hatiye û ji wan golekî weke bendaweke xwezayî ava bûye.

Taybetmendiyên Gola Çildirê

Gola Çildirê, yek ji gola herî mezin a şirîn a li Bakurê Kurdistanê ye. Yek ji taybetmendiyên din ên herî berçav jî ewe ku xwedî pêkhateyeke tektonîke ango rengekî piştî wan serûbinbûnên xwezayî yê erdê ku derketî holê ye. Nebûna keskahiyê ya li dora Gola Çildirê, di heman demê de cudabûna golê ya ji golên din e.

Gola Çildirê, zivistanê ji bo çalakî û festîvalên cuda cuda re mêvandariyê dike. Di nava van festîvalan û çalakiyan de, festîvala Gola Çildirê û şahiya Eşqê eleqeyeke mezin dide nîşandan.

Li ser gola ku zivistanan bi cemedê tê sergirtin, mirov dikare li şemitokan siwar bibe û bi xweşikî li ser wê qeşaya bedew bigere. Herwaha ev rêwîtî deriyên Cîhaneke çîrokan ji mêvanan re vedike.

Li ser G ola Çildirê reqsa kafqasî jî ji hêla temaşevanên wêderê ve bi heyranî tê temaşe kirin. Mala bi tifika agir-şömine ya li kêleka golê de, xwarina taştê jî di nava çalakiyên hatine pêşniyar kirin de cîh digre.

Gola Çildirê û derdora wê, ji bo kesên ku dixwazin di nêzîk de jiyana çolê jî bibînin xwedî dîmenekî bê hempa û suprîze

KURDŞOP
625 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!