Hewris, Dareke hezar salî li Rojhilatê Kurdistanê

Şino

Kurdshop -   Li vê Kurdistana kevnar dema ku lêkolînê li ser her quncikekî wê diki, herdem dîrokek eşkere dibe, rûpeleke nû ya dîroka Kurdistanê diyar dibe, dibe belgeyek zêrîn li ser Gelê Kurd.

Dema ku ji bajarê Şinoyê ber bi Urmiyê ve diçî, gelek avedanî li ser rê û di nava çiya û dol û newalan de hene û bi dehan rûbar têde diherikin. Li wê deverê ku bi nava devera Deştebêlê ya ser bi Şinoyê re derbas dibî, di navbera "Geliyê Qasimlo" û Deştebêlê de gundek heye ku jêre dibêjin  "Dostek" hejmara şêniyên wê ne zêde ye. Xelkê wê karê çandinî û werzîrî û ajeldariyê dikin. Li ber wî gundî nizarek heye ku jêre dibêjin "Kanî Hewa" li wê derê darek heye ku temenê wê bêhtirî hezar salan e û navê wê "Hewris" e.

Xelkê kal û bi temen dibêjin ku Hewris dara herî bi temen a Şinoyê ye û dirêjahiya liqên wê 50 metre dibe. Yek ji sedemên ku dibêjin ew dar gelek bi temene ew e ku gelek bi kêmî zêde dibe û temenê wê zêdetir ji hezar salan e. Heta niha lêkolîneke zanistî li ser wê darê nehatiye kirin, lê mamosta Qadir Gozê di pirtûka bîranînên xwe de bi navê "Ez û Şeqlawe" behsa wê darê dike.

Yek ji mijarên balkêş ên bîranînên wî, mijareke derbarê darekê bi navê Hewris ku herdem kesk e û weke Sinewberê ye.  Ew di wê baweriyê de ye ku Hewris dareke pîroz a Zerdeştiyan bû û di dema Ebasiyan de bo nehêştina sembolên çand û ola zerdeştiyan dest bi birîna vê darê kirine û nîva wan birîne.

Lê ew di wê baweriyê de ye ku tevî wan hewlên tund ew dar nehatiye jinavbirin. Ew teqeze ku di jiyana xwe de bi kêmanî li du cihan ew dar dîtiye. Carekê li gundê Kanyawan li quntara çiyayê Sorik û careke din jî dema di salên 60î de Pêşmerge bûye li gundê "Bîrêj" li nêzî Korê.

Mamosta Gozê dibêje ew ne yekem kes e ku li pey vê darê digere û ev mijar vejandiye. Dibêje ku Mamosta Celal Mela Hesen jî di sala 19882an de li pey wê darê geriyaye û zanyariyên pêwîst dane wî.

Li gor zanyariyan, Hewris dareke pîroz a Zerdeştiyan bûye û sedema pîroziya wê bo vê yekê vedigere ku Zerdeşt bi destê xwe ev dar çandiye. Wê yekî jî pîroziyek daye vê darê. Lê ev mijar ji pîroziyan derbas dibe û deriyeke berfireh bo lêkolîneke dîrokî vedike.

Li gor zanyariyan hewla jinavbirina vê darê di dema Xelîfe Mutewekil Ebbasî de gelek berfireh bûye, bi awayekê ku dewletê bêrehmane dest daye jinavbirina wê darê. Ya ku dikare wan zanyarin piştrast bike ev e, hesteke şovênî ya sunnebûnê bi ser xelîfeyê dehem ê Ebbasiyan de zal bûye, bi awayekê ku dema xelîfeta wî, dema derxistina Şîe û Muitezileyan bû. Ji ber wê ne tiştek ecêb e ku tevî derxistina Şîe û Muitezileyan dest dabe jinavbirina paşmayên Zerdeştiyan.

Ev jî tişteke din nîşan dide ku dewleta Ebbasî 200 salan piştî ku Kurd bûne Musilman, mijûlî jinavbirina sembolên ola Zerdeştî ye. Ew jî wateya wê yekê ye ku dewlet heta wê demê piştrast nebûye ku Kurd Musilman in, ji bandor û karîgeriya paşmayên ola Zerdeştî tirsiyaye.

Ji aliyê din ew yek nîşan dide ku di sed sala 19an de Kurdan bi rêz serederî li gel vê darê kiriye, eger em hinekê dû bikevin em dibînin ku di sed sala 19`an de jî Kurdên Zerdeştî bi awayê grûp û bi veşartî jiyane, xwe weke Musilman dane nasandin lê ew her pabendî ola xwe ya berê bûne, di vê rewşê de nekarîne perestgehên agir ava bikin, lê karîne sembolên xwe yên din weke dara Hewrisê biparêzin. Ew jî nîşan dide ku wê demê Kurdan jî wek Şîeyan planek hebûne ku baweriya xwe veşêrin û xwe biparêzin.

Ji aliyê din me nêzî teoriya Mêhrdad Êzedî dike, Êzedî ku bixwe Kurde û professor e li beşa ziman û medeniyetên Rojhilata Nêzîk li zanîngeha Harvard a Amerîkî, di pirtûka xwe de bi navê "Kurd" di wê baweriyê de ye ku proseya Musilmanbûna Kurdan di sed sala heftem a mîladî de destpê bûye, çend sed salan berdewam bûye, wê demê Kurdan weke civakeke girtî jiyana xwe ya olî rêkxistine.

Ev rewşa girtî bûye sedem ku hin paşmayên çandî û nerîta Kurdan wek xwe bimînin.

Di dema Mutewekil de dewletê giringî daye jinavbirina dara Hewris, lê dibe ku ew hewil piştî Mutewekil berdewam nekiribe. Ji ber ku Mutewekil bi planekê ku kurê wî Munteser jî têde beşdar bû li ser destê serbazên Turk hat kuştin û piştre kurê wî Xelîfe Munteser jî ji aliyê serbazên Turk hate jehrîkirin û edî dema nemana tirs û heybeta dewleta Ebasî destpê kir. Diyare ew yek bûye derfetek bo parastina dara Hewris.

Her li gundê Dostek dema ku ji Deştebêlê derdikevî û piştî derbaskirina çend gundan ku bi quntara çiya ve ne, hin gundên din derdikevin pêş ku yek ji wan gelek dîrokî ye ku ew jî gundê "Bêmizurtê" ye, lêkolînên dîrokî behsa wê yekê dikin ku temenê wî gundî çend hezar sal dibe û ciheke olî bûye.

Herwaha çend gundên din li wê deverê hene ku li navçeyên çiyayî hatine avakirin û navê olî hene ji ber wê dibe ku her yek ji wan gundan dîrokek veşartî hebe ku destê dagîrkeran rê nade ew dîrok were eşkerekirin.

KURDŞOP
614 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!