Sûlava Xorxora ya Selmas a Rojhilatê Kurdistanê

Edîb

Kurdshop - Sûlava Xorxora yan jî bi navê wê yê din Sûlava Memekanê yek ji balkêşiyên xwezayî ya Selmasê ye ku dikeve parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye û    eger rêya Selmasê ber bi urmîyê we bigrin, piştî mesafeya 11 kîlometreyan, rêyeke feriî di aliyê rastê ber çav dikeve ku tabeleya gundê Temerê nîşan dide. Piştî derbaz bûna li Temer û Şorgolê û derbas kirina mesafeya nêzîkî 20 kîlometreyan digehine gelîyê Xorxorê.

Ew sûlava bedew ku dikeve kûrahiya gelî de, 32 kîlometreyan jî bajarê Selmasê dûre û dikeve navbeyna Şorgol û Memekanê. Ji bo gihîştina noqteya jêr ya sûlavê kûrahiyek bi qasî 80 metreyan pêwîst e, ava sûlavê di jêrdestê hewzeke biçûk de ye ku di qalibê rûbareke biçûk de diherike.

Ava sûlavê di demsala biharê û destpêka baran barînan û helandina ava berfê digihîje asta xwe ya herî jorîn.

Demsala herî zêde ku serdana sûlava Xorxora tê kirin di demsala biharê û meha nîsan û gulanê ye. Ava sûlavê di demsala havînê de digihîje asta xwe ya herî jêrîn. Di demsala zivistanê de jî bi sedema girtina qeşayê balkêşiyeke zêde ya geştyaran dikêşe ser xwe. Ew sûlava navborî bi sebeba nêzîkbûna xwe ya gundê Memekanê jêre sûlava Memekanê jî dibêjin.

KURDŞOP
710 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!