Nirxê şiyana erdnîgariya geştûguzara Herêma Kurdistanê

Hanî

Herêma Kurdistanê ji aliyê cihê erdnîgarî, siyasî û stratejîk ve xwedî pêgeh û girîngiyeke taybet e. Ev navçe di heyama van salên borî de pêşkeftineke mezin a aborî, civakî û rewşenbîrî dîtiye, ku bandor li ser tevahiya çalakiyên mirovî li Herêma Kurdistanê kiriye.

Geştyarî di serdemê îro de bûye yek ji pêdiviyên bingehîn ên jiyana mirovan. Şiyanên cografî yên geştiyariyê ew şiyanên ku dibin bingeha derketin, geşekirin û ber bi pêşvebirina çalakiyên geştiyariyê û mil bi milê dezgehên îdarî û aborî, yek ji bingehên vejandin û geşepêdana vê sektorê ne. Ev bingehên han çi xwezayî be, çi mirovî bin, herêm çiqasî ji aliyê potansiyela geşt û guzarê ve dewlemendtir be, ew ê bihêztir be ku geştyaran bikşîne û bibe sedema geşepêdana tevgera geştyariyê.

Potansiyelên geştyariyên xwezayî pir û cu bi cur in. Em dikarin bêjin ku potansiyelên xwezayî ji hêla gelek geştyaran ve weke faktora sereke ya naskirina deverên geştyarî têne hesibandin. Ji ber ku dîmenên xwe yên bedev ên xwazayî û hemû curên dîmen, av û hewaya geştyariyê ya her herêmekê, materyaleke xav e ji bo geştyariyê û hebûna vê şiyana Herêma Kurdistanê bi rêjeyek û taybetmendiyên cuda nîşan dide.

Hilkeftiya erdnîgariya Kurdistanê, zêdekirina şiyana xwezayî û mirovî ya geştiyariyê li Herêma Kurdistanê, destnîşankirina bi sedan deverên geştyarî û geşepêdana sektora geştyarî û xizmetguzariyê li Herêma Kurdistanê, bûye sedem ku Kurdistan bibe girîngtirîn cografya geştiyariyê li Iraqê. Her sal hejmareke mezin ji rûniştvanên herêmên navîn û başûrê Iraqê, ji ber hênikbûn û hewayê xweş a Kurdistanê û navçeyên geştyariyê, bi taybetî di demsala havînê û çiyayên bilind ên vê di demsala zivistanê de, ku berf zêde dibare serdana Kurdistanê bikin, bo çend rojan hinek caran jî bo çend hefteyek dimînin. Ev yeka tevî vê ye ku geştyarên biyanî jî serdana Herêma Kurdistanê dikin.

Geştyarî îro weke pîşesaziyek nû tê naskirin û di aboriya nîştimanî û dabînkirina dahata neteweyî de rolek girîng dilîze. Çalakiyên geştyarî her tim di nû bûnê de ne. Ew yek dê bihêle ku feydeyên aborî û civakî bi berdewamî û bê guhertin werin bidestxistin.

Di bin meylên cîhanîbûnê de yek ji hewcedariyên geştyariyên ew e ku herêmên geştyarî bi geştyarên biyanî re bidin nasîn ku rolek sereke heye di berhema neteweyî de. Ji ber ku bi rêya vê sektorê, em dikarin ji sermayeguzariyên navxweyî û biyanî zêdetir berhemên netewî bihêztir bikin, bi avakirina komînên geştiyariyê yên mezin li navçeyên girîng ên geştiyarî yên Kurdistanê.

Girîngtirîn sedemên ku bûne sedema geşepêdana geştiyariyê li Herêma Kurdistanê

1 . Pêngavên pêşketina aborî û çalakiya aborî û zêdekirina asta dahata takekesî di dahata neteweyî de.

2. Zêdebûna hejmara rûniştiyan, başkirina şert û mercên tenduristiyê, kêmkirina rêjeya mirinan û başkirina jiyanê di hemû aliyan de.

3 . Derketina daxwaz û hewcedariyên mirovî wek hewcedariyên serdemê, ku tê de warên "çandî, geştyarî, tendirustî û … hwd, bixwe dibe bi şêweyek berfirehbûna hemû aliyên berçav yên pêşketina tevgera geştyariyê li Herêma Kurdistanê.

4. Pêşveçûn û berfirehkirina şebekeyên veguhestinê yên wek hewa, av û bejahî, ku hemû bûne sedema şoreşeke mezin di cîhana geştiyariyê de.

5 . Yek ji sedemên din ên girîng wek zêdekirina hest û xwesteka takekesan ji bo xweşderbasiya jiyanê û bilindkirina asta hişyariya mirovî û dûrketina ji rêgirtinê û nehiştina krîzan û peydabûna pirsgirêkên siyasî di welat de.

Geştyarî di cîhanê de sêyemîn sektora herî dahatî ye ku Kurdistan dikare biafirîne. Di heman demê de, destkeftiyên vê sektorê, ji bilî zêdekirina dahata neteweyî, dê li deverên ku çalakiyên geştyarî lê hene, bi hezaran hêlên kar peyda bike.

Li Herêma Kurdistanê 3 Hezar û 100 cih hene ku xizmeta geştiyariyê dikin.

Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê ragihand, di sê mehên destpêkê yên îsal de zêdetirî 2 milyon geştiyariyan serdana Herêma Kurdistanê kirine ku ji sedî 25ê wan biyanî bûne.

Herwaha ragehand: Hatina geştyaran bo Kurdistanê berdewam e.

KURDŞOP
660 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!