Sûlava Qewal yan jî Sîneber, biheşta veşartî ya Colemêrgê bi bedewiya xwe ya efsûnî ve

Li sûlava Sîneber ku 50 kîlometreyan ji navenda bajarê Colemêrgê dûre û di her demsalekî de jî dîmenên cuda pêşkêşî ziyaretvan ango geştyaran dike, av ji nû ve gur dibin.

Şadî

Kurdshop – Sûlava Qewalê ya li bajarê Colemêrg a Bakurê Kurdistanê ku bi destpê kirina germayê re dîmen û dîdbariyeke kesk û bedewiyeke xwezayî pêşkêş dike, rastî eleqeyeke mezin ya geştyaran tê.

Li sûlava Sîneber ku 50 kîlometreyan ji navenda bajarê Colemêrgê dûre û di her demsalekî de jî dîmenên cuda pêşkêşî ziyaretvan ango geştyaran dike, av ji nû ve gur dibin.

Xwazahezên ku diçin sûlava Sîneber, bi ber wê ava ku di  bilindbûna 20 metreyan diherike û  avabûna wê ya xwezayî heyran dimînin.

Sûlava li gundê Qewalê 50 kîlometre dûrî navenda bajarê Colemêrgê ye.

Sûlava ku li herêmê jêre biheşta veşartî tê gotin, bi destpê kirina germa  hewayê re, gelek caran dibe cihê hezkiriyên xwezayê.

Xwezahezên ku diçin sûlava sîneber, bale dikşînin ser wê yekê ku li parêzgeha Colemêrgê gelek cihên hîn nehatine naskirin hene û hemû xwezahezan vedixwînin wê herêmê.

Yek ji hemwalatiyê bi nave Kerem Onay ku ji xwezayê hez dike û nêzîkî 10 salane çiyageriyê dike, diyar dike ku parêzgeha Colemêrgê hem ji bo werzîşên zivistanê hem jî ji bo werzîşên xwezayî gelek guncave.

Kerem Onay bang li xwezahezan dike û dibêje, sûlava Sîneber yan jî Qewalê yek ji sembolên bajêre û got: ‘’ Em Sûlava  Sîneber weke navenda turîzmê ya Colemêrgê dibînin. Ev der cihekî ku 4-5 sale tê zanîn. Dema ku mirov tê vêderê, hemû westandina li ser mirov diçe.’’

Gelek geştyarên ku tên wê derê, hem ji bo demekî xweş derbas bikin û jî dikevin av û sûlava Sîneberê.

Hemwelatî nîgeranin ku eger, rêyekî qîrkirî bê çêkirin, dibe ku ew yek ziyanê bigehîne xweza û jîngehê û ji ber wê jî pêşniyar dikin ku ew xweza bê parastin û herkes ji aliyê xwe ve xwedî lê derbikevin.

Ziyaretvan û geştyarên ku tên sûlava Qewalê, bi awayê qefleyan tên û wek kevneşopiyekî strana ‘’Geliyê Qewalê’’ dibêjin û govend û dîlanê digerînin.

KURDŞOP
1015 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!