1000 hektar daristanên Merîwanê di şewatê de bûn xwelî

Encûmena Kesk a Çiya ragihandiye ku 400 hektarên wan daristan û quntaran, di heyama 3 rojan de (29`ê Pûşperê heta 1`ê Gelawêjê), di agir de şewitîn û tevî agir girtina darên cuda, bi hezaran canliber jî ji ber agir girtina daristanan mirin.

Li gor rapora Encûmena Kesk a  Çiyayê Merîwanê, ku encûmendeke naskirî ye li Rojhilatê Kurdistanê, di heyama 25 rojên berbasbûyî de, 1000 Hiktar daristan û quntarên bajêrê Merîwanê di agir de şewtîn.

Encûmena Kesk a Çiya ragihandiye ku 400 hektarên wan daristan û quntaran, di heyama 3 rojan de (29`ê Pûşperê heta 1`ê Gelawêjê), di agir de şewitîn û tevî agir girtina darên cuda, bi hezaran canliber jî ji ber agir girtina daristanan mirin.

Agirê mezin yê daristanên Merîwanê  roja 29ê Pûşperê li 5 navçên cuda yên Merîwanê yên wek (Pişt Merîwanê, Herdî Xelîfe ya pişt Sêf Jûrû, Herdî kanî mîran û herdî kaniya Pelik li Çavg) destpê kir û kontrolkirina wan agiran ji aliyê çalakvanên jîngehparêz yên Merîwanê ve 3ê rojan dem bir.

Her weha jêngehaparêzên Merîwanê bi kêmtirîn îmkanatan û bi bê alîkariya navendên pêwendîdar ên hikûmetê û bi awayê xwebexş bi hawara daristanên nîştimana xwe diçin û di heyamên borî de û di rewta vemrandina agirê daristanên Merîwanê de, nêzîkî 10 jîngehparêz yên xelkê wî bajêrî birîndar bûn. Ev yekemîn car nine ku jîngehparêzên Merîwanê canê wan dikeve metirsiyê de, di demsala Havîna sala 2018`an a Zayînî de jî, Şerîf Bacwer jîngehparêzê naskirî yê Merîwanê di gel 3 jîngehparêzên din, yên xelkê wî bajêrî, di vemrandina agirê daristanên Merîwanê de canê xwe ji dest dan.

Jîngehparêz û xelkê Merîwanê li ser vê baweriyêne ku hikûmeta Îranê rasterast û nerasterast di agir bedana daristanên bajêrê Merîwanê de dest hebûye û ev çendîn sal in ku siyasetên kavil kirina jîngeha Kurdistanê girtine berahîka xwe.

Ji aliyek din ve Ferhad Mewlevî, Endamê Birêveberiya Desteya Encûmena Keska Çiya derbarê wan bûyerên vê dawiyê yên bajêrê Merîwanê de li ser torên civakî behsa vê yekê kiriye ku: Encûmena Kesk a Çiya ev nêzîkî 2 Hezar cih destnîşankirine ku ji nav çûne. 10 salan beriya naha ev cihên han daristan bûne, lê naha baxçên taybet yên welatiyane. Hinek jî daristanan agir ber didinê, bo vê ku di demsalên Payîz û Zivistanê de darên hişk bibirin û cihên wan bikin bi cihê baxçê mêveyên wek tirî, an dagîr bikin. Bo mînak ev cihên agir girtine, bi xatircemî ve dikarin bibêjin yek û du salên din dê bibin cihê baxçê welatiyan û ti kes jî nikare rêgirî lê bike.

Her weha Bêhzad Şerîfpûr, Birêveberê Çavkaniyên Sirûştî yê parêzgeha Sinê di şiroveyekê de di gel medyayên navxwe yên Îranê de ragihandiniye ku îsal 80 caran daristanên wê parêzgehê agir berbûnê ku 41 ji wan tenê li navçên Merîwanê rû dane. Û behsa vê yekê jî kiriye ku di wan şewatan de Hezar û 220 hektar daristan û quntar şewtîne ku 953 hektar li daristanên navçên Merîwanê ne û yên din jî daristan û quntarên bajarên wek Seqiz, Qorve, Kamêran, Bîcar û Bane bûne.

Rûbera parêzgeha Sine Du milyon û 937 Hezar hektar e û ji vê jî 374 Hezar hektar daristane ku li navçên agir kevtî û beşa herî zêde jî li bajêrê Merîwanê hilkeftiye.

Hilberîna oksîjenê û kêmkirina qirêjiya hewayê di jiyana me ya mirov û ajelan de ji nirxên herî girîng ên daristanan in. Bi giştî ji sedî 60ê oksîjena cîhanê ji hêla riwekan ve tê hilberandin. Li gorî hin texmînan, her hektarek daristan dikare salane 2.5 ton oksîjen ku hewcehiya saleke 10 mirovan hilberîn bike.

Kêmkirina deng, kişandina tozê, girtina hin gazên kîmyayî û jinavbirina gelek bakterî û madeyên din ên zirardar feydeyên din ên daran in.

70 Ji sedî yek riwek û ajelên cîhanê di nav daristanan de ne û ji ber wêranbûna daristanan ajelan jîngeha xwe winda dikin û jinavbirina jîngehê dibe sedema jinavbirina riwekan.

Dar di çerxa avê de roleke girîng dilîzin, ava baranê berhev dikin, piştre vê avê dikin bi hilm û berdidin atmosferê û rê li ber qirêjiya ava bixurê digirin.

KURDŞOP
616 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!