Germava Çaldiranê

Germava Çaldiranê xwedî du hewzên avjeniyê yên ser girtî ji bo jin û mêran e û xwedî derfetên  civakî, dem derbas kirin û avhewayeke bi şînkayî ye. Herwaha bi tesîsên zêde yên navxweyî bala geştiyaran dikşîne.

Şadî

Kurdshop – Li parêzgeha Urmiyê bi hebûna 46 kaniyên germ û madenê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di rêza yekemîn de ye. Heman ev mijar bûye sedem ku gelek geştyar berê xwe bidin vê parêzgehê. Hindek ji kaniyên germ yên parêzgeha Urmiyê di şûnwarên dîrokî yên binirx de cîh digrin.

Germav an jî kaniyên germ ê Mehala Barandoz li Urmiyê, kaniya germ a Ehmedabad li qiraxa textê Silêman Tekab, kaniya Germav û Zenbîl li Urmiyê, ava madenê ya girtîgeha Silêman, kaniya Sedeqiyan, kaniya Baş kendî ya Maku û germava Grav a Mahabadê jî herwaha  germavên wê parêzgehêne.

Di vê navberê de, bajarê Çaldiranê yan jî bi navê xwe yê din ku wek Qelenî tê gotin, tevî abîdeyên dîrokî yên hêja û xwezayî û herwaha bi germava madenê jî, bala gelek geştiyaran dikşîne ser xwe û rêjeyeke zêde ya geştiyaran berê xwe didin wê herêmê.

Kaniyên germ xwedî teybetmendiyên pir cudane ku ji bo derman kirina nexwaşiyên bêhndan û wergirtin û henaseyê, romatîzma, nexwaşiyên çermî, nexwaşiyên jinan û warimînandinên di beden de, rihetkirina nervê ango esab, hevsengiya zexta xwînê, derman kirina movikan û derman kirina êşên hevbeş û êşên gurçikan, pir bi sûd û xwedî rolên dermanîne.

Kaniyên germav gelek caran ji ber hebûna sodyumê ya di pêkhateyên wan de, xwedî taybetmendiyên wek dermanê nermkirina rovîkan e û di dema vexwarinê de tirşbûna zêde ya mîdeyê pêş dikeve û di encam de ji ber hebûna hesin a di pêkhateya wan de, di heman demê de di derman kirina  anemiyê ango kêm xwîniyê de jî gelek bi bandorin.

Li bajarê Çaldiranê bi dehan cihên geştiyarî, bermahiyên dîrokî û cihên bêhempa hene. Çavkaniya Germava Çaldiranê, li gundekî bi heman navî ango gundê Germavê ya ser bi navenda bajarê Çaldiranê ye.

Germava Çaldiranê xwedî du hewzên avjeniyê yên ser girtî ji bo jin û mêran e û xwedî derfetên  civakî, dem derbas kirin û avhewayeke bi şînkayî ye. Herwaha bi tesîsên zêde yên navxweyî bala geştiyaran dikşîne. Herwaha germava Çaldiranê ji ber navdariya xwe ya di warê tendurustî û dermanî de her di dema kevin de, bala  niştecihên wê herêmê û bajarên cîran kişandiye ser xwe.

Ji ber çiyayî bûyîna wê herêmê û hewaya xweş û xwezaya xweşik, her sal ji deverên cuda yên parêzgehê gelek kes di bihar û havînê de tên herêma Çaldiranê.

Taybetmendiyên dermanî yên germava Çaldiranê

Ji ber xwêyên dewlemend yên ku di germava wê herêmê de heyî, ji bo dermankirina nexwaşiyên çerm û gelek nexwaşiyên cuda, bi taybetî romatîzmayê gelekî bi bandore.

Cîh

Kaniya germava Çaldiranê li gundê Germavê ye û 5 kîlomêtreyan nêzîkî  bajarê Çaldiranê ye. Herwaha Germav, dikeve jora gundê Germavê.

Cihên geştiyariyê yên Çaldiranê

Bajarê Çaldiranê ji ber ku di demsala zivistanê hewaya wê sare û di demsala germê de jî hewaya wê hênike, yek ji herêmên geştiyariyê yên parêzgeha Urmiyê ye. Ev bajar yek ji barajên herî bilind yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Gola ‘’Nawurê’’ ku li devera herî  sînorîde ye, zozanên cûrbecûr û avî yek ji diyardeyên xwezayî yên wî bajarîne. Herwaha di nava abîdeyên bajêr de mirov dikare îşaretê  bi Dêra Tataus(Dêra Reş), gundê Delîk daş, gundê Qeşqeblax, Gîxbilax û Germavê bike.  Di heman demê de Bendava Barun ku bi navê Bendava Maku tê naskirin, 20 km dûrî navenda bajarê Çaldiranê ye.

KURDŞOP
871 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!