Sûlava Xelef a Çewlîg a Bakurê Kurdistanê

Sûlava Parmûk an jî bi navekî din sûlava Xelef yek; ji sûlavên Çewlîgê ye ku bi serpêhatî û çîroka xwe hem balê dikişîne ser xwe û hem jî bi salan e bê westan û rawestan diherike.

Şadî

Kurdshop – Sûlava Parmûk an jî bi navekî din sûlava Xelef yek; ji sûlavên Çewlîgê ye ku bi serpêhatî û çîroka xwe hem balê dikişîne ser xwe û hem jî bi salan e bê westan û rawestan diherike.

Sûlava ku havînan bo geşt û ger û wênegiriyê dibe mekaneke xweş zivistanan jî dibe cemed û bi wê cemedbûnê jî dîmen û xweşikiyeke din radixe berçavan. Herwiha niştecîhên gund û hezkiriyên xwe yên derve jî li hember xweşikiya xwe heyran dihêle. Lê herçend bi van dîmenên xwe yên xweşik li ber çavan jî be, di rastiyê de jî çîrokeke wê ya dilşewat jî heye.

Ev sûlava xwaşik ku hetanî demên dûr û dirêj bi navê gund tê naskirin jî, lê piştî mirina kesayetekî, navê wê jî tê guhertin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê gundiyan ve hatiye dayîn,  çîroka wê waha ye; Rojekî kesekî bi navê Xelef ji bo ku kêmekî bêhna xwe vede û li cihekî hênik birûnê, diçe li ser sûlavê, lê Xelef li wê derê dikeve sûlavê û dixeniqe. Termê Xelef ku bi dehan metreyan xişikiye xwarê, piştre ji aliyê gundiyan ve hatiye dîtin. Êdî piştî vê bûyerê ev sûlav weke sûlava Xelef hatiye naskirin.

Çûnûhatina sûlavê:

Ev gundê ku girêdayî bajarê Çewlig a Bakurê Kurdistanê ye, bi qasî 20 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e.  Di nava bajêr de geştyar û şêniyên wê herêmê hem bi wesayîtên gund, hem jî bi wesayîtên xwe yên şexsî diçin gundê Parmûkê û berê xwe bidin sûlava Xelef ji bo ku ji xweşikiya wê bêpar nemînin. Debara gundê Parmûkê li ser xwedîkirina ajaldarî û çandiniyê ye.

Herwiha niştecihên wî gundi piranî bi zaravayê Zazakî yê kurdî diaxivin û gelek ji wan jî bi zaravayê Kurmancî bi awayekî baş diaxivin. Di heman demê de li wî gundî li derveyî sûlava Xelef hindek cihên weke Girê Keçel, Ava Serkaniyê û Aşê Kevir jî hene ku hêjayî dîtinê ne. Ango dikare bê gotin ku ew gund bi dîmenê xwe yê xwezayî û xweşik ve bala herkesekî dikşîne û yek ji cîhên giring ê geştyariyê ye.

KURDŞOP
652 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!