Çawgî Rêşîn, çemek ji nav dilê çiyayekî derdikeve

Gundê Rîşên yek ji gundên delal yên Başûrê Kurdistanê ye ku ji ber hebûna kaniyekî li wî gundî, bûye cihekî balkêş û geştiyariya girîng li Başûrê Kurdistanê.

Hanî Murteza

Kurdshop - Gundê Rîşên yek ji gundên delal yên Başûrê Kurdistanê ye ku ji ber hebûna kaniyekî li wî gundî, bûye cihekî balkêş û geştiyariya girîng li Başûrê Kurdistanê.

Ev gund dikeve sînorê bajarokê Xurmal li parêzgeha Helebce. Li bakûrê rojhilatê Xurmalê, gundê Rêşîn heye ku ketiye bintara çiyayê Sûrên. Li wî gundî kaniyek heye ku çemek av li ber diçe. Ew kanî ji binê çiyayê Sûrên derdikeve. Çavkaniya wê avê jî jora gundê Rîşên e û ji ber wê jî navê wê bûye Çawgî Rîşên.

Dibêjin helbestvanê mezinê kurd, mamosta Qanih, ku wek dengê bindestên Kurdistanê tê nasîn û di serdema Komara Kurdistanê de li gundê Serçinar li navçeya Çomî Mecîdxan li devera Mukriyan ya Rojhilatê Kurdistanê, mamosta bûye, li gundê Rîşên ji dayîk bûye.

Ji ber Çawgî Rîşên, salane di hemû werzan de gelek kes serdana gundê Rîşên dikin.

Xelkê gundê Rîşên tenê 65 malbat in û xaniyên gund ji ber zeviyên çandiniyê, gelekî ji hev dûr hatine çêkirin. Karê serekî yê xelkê vî gundî, çandinî û ajeldarî û xwedîkirina balindeyan e.

Ava kaniya Rîşênê hem bo çandiniyê hem jî bo vexwarinê tê bikaranîn.

Berhemên ku li gundê Rîşên tên berhemanîn, ev in: Genim, tirî, xiyar, hinar, firing, pîvaz, sêv, nok, hirmî û çendîn berhemên din. Li gund, piraniya xelkê karê çandiniyê dikin û malbatên ku ajeldariyê dikin, kêm in.

Ava ku ji Çawgî Rîşên derdikeve, wek çemekî digihê gundê Qedefer li bin gundê Rîşên. Piraniya cotkarên wî gundî jî ava Rîşên bo vexwarin û çandiniyê bikar tînin.

Li gundê Rîşên, kaniyek din jî navê wê Şilim. Ava wê kaniyê hinek şorr û germ e û wek ava Çawgî Rîşên nîne.

Gundê Rîşên çend caran bi darê zorê hatiye valakirin lê xelkê resen yê gund dîsa vegeriyane gundê xwe û avedan kirine û heta niha jî li ser kar û jiyana xwe berdewam in.

 

KURDŞOP
774 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!