Çiyayê Qendîlê

Cografya Kurdistana mezin bi awayekê ye ku hejmareke zêde ya çiya û girên bilind lê hene ku em dikarin bêjin bêhtir ji nîva topografya Kurdistanê navçeyên çiyayî ye

Kurdshop – Cografya Kurdistana mezin bi awayekê ye ku hejmareke zêde ya çiya û girên bilind lê hene ku em dikarin bêjin bêhtir ji nîva topografya Kurdistanê navçeyên çiyayî ye.

Ev çiya ji encama guhertinên navxwe û derve çêbûne ku bi tevgera Alp tên naskirin.

Çiyayê Qendîlê beşeke ji zincîre çiyayê Zagrosê ku di navbera 3 perçeyên Kurdistanê de ye ku ew jî Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê ye.

Qendîl yek ji wan çiyayane ku herî zêde berf lê dibare, bi dirêjahiya demsalên cuda berf li ser çiya heye, di nava salê de jî bi taybetî di demsala zivistanê de çend metreyên berfê lê dibarin

Girê herî bilind ê Qendîlê "Kewkez" e ku dikeve Bakurê Kurdistanê û bilindahiya wê 3800 metre.

Beşeke Qendîlê dikeve sînorê bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê û her sal grubên çiyageriyê yên Rojhilatê Kurdistanê û navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê serdana vê navçeyê dikin.

Çiyayê Qendîlê 3,585 metreyan bilind e, tevî hebûna dîwareke kevirîn ku bi bilindahiya 450 metreyan bi navûdeng e û bi dîwarê çiyayî tê naskirin.

Çiyayeke din jî li Rojhilatê Kurdistanê bi dîwarê çiyayî tê naskirin ku ew jî Dîwarê çiyayî yê Bêstûnê ye ku bilindahiya wê 1200 metreye ku dîwarê çiyayî yê herî mezine li Kurdistanê.

Ev zincîreya çiyayên ku Qendîl jî beşeke wê ye, heta Bakur dirêj dibe û digihêje girêya Ermenîstanê û li wê derê bi dawî dibe.

Çiyayê Qendîlê di warê xweşikbûnê de di nava çiyayên Kurdistanê de di pileya sêyemîn de ye. Ev çiya xwedî çend corên giyayên xweriste "xwezayî" ye ku di biharê de weke çavkaniya xwarinê têne bikaranîn û herweha bo çêkirina dermanan jî tên bikaranîn.

Herweha çend coreyên gulên xwezayî lê şîn dibin.

KURDŞOP
1166 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!