Şikefta Pirraw ya Kirmaşanê

Şikefta Pirraw ketiye 21 kîlometriya bakûrê rojhilatê bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê û navbera her du çiyayên Taqwesan û Bêstûn de ye

Kurdshop - Şikefta Pirraw ketiye 21 kîlometriya bakûrê rojhilatê bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê û navbera her du çiyayên Taqwesan û Bêstûn de ye. Ev Şikeft bilindtirîn û kûrtirîn Şikefta Kurdistanê ye û li bilindahiya 3050 metiran li çiyayê Pirraw ji zincîre çiyayên Zagrosê ketiye. Çiyayê Pirraw bi bilindahiya 3357 metran ji asta deryayê bilind e, yek ji bilindtirîn çiyayên wê navçeyê ye û Şikefta Pirraw jî bilindtirîn Şikefta Kurdistan û cîhanê ye.

Şikefta Pirraw yek ji mezintirîn Şikeftên cîhanê ye û bi giştî 1450 metran dirêj e û 752.5 metran jî kûr e. Di nav Şikeftê de 26 çal hene ku ya herî kûr, kûrahiya wê 42 metre ye. Sala 1971, ku ev Şikeft hat dîtin, kûrtirîn Şikefta ku heta wê demê hatibû dîtin, 1174 metran kûr bû, lê bi dîtina Şikefta Pirrawê re ev rekor bû pişka Pirrawê û nasnavê “Êvêrêsta Şikeftên cîhanê” wergirt. Lê ji wê demê ve heta niha çendîn Şikeftên din jî hatine dîtin û niha Şikefta Pirraw di warê kûrbûnê de di rêza 221 de ye.

Dîtina Şikefta Pirraw

Sala 1971 dema hejmarek pispor û endazyarên Brîtanî mijûlî rûpîvan û lêkolînê li bilindahiyên Zagros bûn, deriyê Şikefta Pirrawê dîtin û texmîn kirin ku Şikeftek mezin û kûr dîtine.

Wan vekoleran, encamên lêkolîn û xebatên xwe di pirtûka bi navê “Cokên Zagrosê” belav kirin û tê de behsa egera hebûna Şikeftek gelekî mezin li wê navçeyê kirin. Çapkirina vê pirtûkê bû sedema wê yekê ku 11 kes ji baştirîn endamên Encumena Şikeftnasiya Brîtanya sala 1971 bi serpereştiya John Milton bo dîtina wê Şikeftê serdana Kirmaşanê bikin.

Wan pisporan di nav çend rojan de karîn bigehin çala hejmara 26em Şikefta di kûrahiya 750 metrî de. Ji ber ku ji wir şûnde pêwîstiya wan bi kelûpelên zêdetir hebû, dest ji kar berdan û xebatên lêgerîna Şikeftê hîştin sala paştir. Piştî ku vegeriyan Brîtanya, wek yekemîn gruba ku Şikefta Pirraw dîtine, navê wan hat tomarkirin.

Salekî piştî wan, grubeke din a Şikeftnasên Brîtanya bi serpereştiya David Judson û bi piştevaniya Encumena Paşatiyê ya Erdnîgariyê û Şikeftnasiya Brîtanya serdana Kirmaşanê kirin. Ev grub jî, her çiqas dixwastin rekora gruba beriya xwe bişînin û zêdetir derbasî nav kûrahiya Şikeftê bibin, lê nekarîn vê yekê bikin û tenê lêkolînên gruba berî xwe temam kirin û tenê karîn heta çala hejmar 26 biçin.

Piştî serdana wan tîmên pispor, Saziya Şikefta Pirraw hat damezirandin. Kesên ku dixwastin Şikeftên din bibînin, dibûn endamên wê saziyê. Heta niha jî zêdetirî nîv sedsal e ev sazî li ser xebatên xwe berdewam e.

Sala 1975 grubeke Şikeftvaniya Polendî gihîşt Kirmaşanê lê wan jî nekarîn rekora gruba Brîtanî bişkînin û tenê metrekî ji wan zêdetir daketin nav Şikeftê, ev jî tenê bo reklamê bû û aliyê wê yê sembolîk hebû.

Piştî 16 salan û sala 1991ê, grubek ji çiyavan û Şikeftnasên kurd ên Kirmaşanê, Hîşmet Heyderiyan, Behmen Muştkûb û Menûçêhr Dêhşet, ku endamên Encumena Çiyavania Kirmaşanê bûn, çûn nav Şikeftê û wek yekem gruba kurd karîn heta dawiya Şikeftê biçin.

Şikefta Pirraw yek ji zehmettirîn Şikeftên cîhanê ye û asta dijwarî û metirsîdarbûna wê Şikeftê, D5 e ku bilindtirîn asta dijwariyê di pîvana Şikeftan de ye. Ew kesên ku dixwazin bigehin binê Şikeftê, pêwîst e ji 26 çalên mezin û 252 çalên biçûk derbas bibin. Heta niha 5 Şikeftvanên Îranî di nav vê Şikeftê de canê xwe ji dest dane, ji ber wê jî navê wê bûye “Şikefta Kujer”. Termê hinek ji wan heta niha jî ji Şikeftê nehatiye derxistin.

KURDŞOP
786 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!