Deştên mezin yên Kurdistanê

Deştên Kurdistanê ji gelek aliyan de xwedan girîngî û nirxa xwe ya taybet in; girîngî di warê nîştecêbûn, aborî û siyasî û hwd. de

Hanî Murteza

Kurdshop – Deşt yek ji diyardeyên topografî ne. Deştên Kurdistanê ji gelek aliyan de xwedan girîngî û nirxa xwe ya taybet in; girîngî di warê nîştecêbûn, aborî û siyasî û hwd. de. Ji ber wê jî deşt, girîngtirîn beşa topografiya Kurdistanê ne.

Deşt li Kurdistanê, navendên girîng ên avedanî û geştûguzar û dabînkirina xizmetguzariyên wek elektirîk, rê û cade, kelûpel û çandîn û hwd. ne.

Em dikarin girîngtirîn deştên Kurdistanê ku cihek girîng vergirtine, bi vî rengî destnîşan bikin:

Deşta Hewlêrê, Deşta Şarezûr, Deşta Şingalê, Deşta Ranye, Deşta Herîr, Deşta Hemrîn, Deşta Zaxo, Deşta Qerac û Deşta Kendînavê li Başûrê Kurdistanê.

Deşta Kamyaran, Deşta Mahîdeşt, Deşta Sehne û Kirmaşan, Deşta Merîwan, Deşta Dêgulan, Deşta Hesen Ava û Deşta Bîcar li Rojhilatê Kurdistanê.

Deşta Sindî, Deşta Riha, Deşta Îdir û Deşta Talî Bene û hwd. li Bakûrê Kurdistanê.

Her yek ji wan deştan, rûberek mezin ji xaka Kurdistanê vegirtine û xwedan girîngiya xwe ne.

Deşta Îdirê: Yek ji deştên dewlemend yên Bakûrê Kurdistanê ye ku li rojhilat di navbera 600-800 metran ji asta derya bilind e û heta mirov berev rojava ve biçe, bilindahiya wê zêdetir dibe û digehê nêzîkî 1000-1200 metran.

Deşta Şarezûr: Yek ji deştên din yên dewlemend yên Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê ye û di warê çandinî de xwedan pêgeheke girîng e, Deşta Şarezûr e. Ev deşt, bi axa xwe ya reş navdar e û dirêjahiya wê ji rojhilat ber bi rojava ve, 44-46 km e.

Deşta Hewlêrê: Deşta Hewlêrê jî li Başûrê Kurdistanê ye ku di warê nîştecêbûn û çandiniyê de girîng e û nêzîkî 1.5 heta 2 milyon kes tê de dijîn û rûbera wê jî 43 km e.

Deşta Rihayê: Ev deşt li başûrê bajarê Urfa li Bakûrê Kurdistanê ye. Dirêjahiya wê ji bakûr berev başûr, 49-51 km e û navgîna bilindahiya wê ji asta deryayê, derdora 500-700 metran e. Deşta Urfayê di navbera çiyayên Bîdsurx û Elwend de e û ji ber ku axa ku ji bilindahiyan hatine daşûştin, gelekî dewlemend e.

Deşta Merîwan: Ev deşt jî dikeve Rojhilatê Kurdistanê. Li bakûrê Deşta Merîwanê, çiyayê Pişt Şehîdan heye û li başûr û rojavayê wê jî çiyayên Weyse û Mîrhac tê dîtin û li rojhilat jî rûbarê Garane heye. Deşta Merîwanê deştek dewlemend e û di warê çandinî de jî xwedan pêgeheke mezin e, navgîna bilindahiya wê ji asta deryayê jî derdora 1250-1360 metran e.

Deşta Sehene û Kirmaşan: Ev deşt jî wek deştên din yên Kurdistanê, deştek pan û berîn e û panahiya wê digehe 90 km. Li bakûrê wê deştê, çiyayên Şaho û Pirraw hene û çend rûbar jî tê de derbas dibin.

Ev çend nimûne ji deştên dewlemend û berîn yên Kurdistanê ne ku çavkaniya jiyan û dahata xelkê Kurdistanê ne. Tevahiya van taybetmendiyan, vedigere bo pêgeha cografî ya Kurdistanê.

KURDŞOP
720 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!