Pira dîrokî ya Cendere ya Semsûrê di erdhejê de jî berxweda û li ser piyan ma

Pira Cendere ji 92 blokên kevir ên hatine birîn hatiye çêkirin û 12 metre dirêjayiya wê ye, 30 metreyan bilinde û 7 metreyan jî berfireh e.

Kurdshop – Pira Cendere yan jî Gendere ya dîrokî ku li nav sînorên navçeya Kolik (Kexte) ya ser bi parêzgeha Semsûr a Bakurê Kurdistanê ye û di dema împaratoriya Roma de hatiye ava kirin, di herdu erdhejên ku navenda wan Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê bûn û 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiye û Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bû sedemê mirina bi deh hezaran mirovan û xirabûna bi deh hezaran avahiyan de wê pirê ziyan nedît û li ser piyên xwe ma.

Di erdhejê de parêzgeha Semsûrê bixwe jî ziyanên mezin dîtin û bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da, lê pira Cendere ya ku di dema Împaratorê Romayê  Septimius Severius  de Piştî Mîladê 192-211ê de hatiye ava çêkirin û li ser çemê Cendere hatiye avakirin, di karesata erdhejê de ziyan nedît.

Pira Cendere ji 92 blokên kevir ên hatine birîn hatiye çêkirin û 12 metre dirêjayiya wê ye, 30 metreyan bilinde û 7 metreyan jî berfireh e. Li ser du lingan hatiye rûnişkandin û bê ku xerc hatibe bikaranîn hatiye çêkirin û heta roja me ya îro jî li ser piyan xwe ye û gelek bi heybet e.

Ev pir 55 kîlometreyan ji Semsûrê dûr e û di navbera navçeyên Kolîk û Sincikê de cih digire. Li gorî çavkaniyên dîrokî, Pira Cendereyê ji beriya 1.900 salan ji aliye Împaretorê Romayê Septîmîus Severius ve hatiye çêkirin. Bi taybetî di mehên havînê de bi hezaran geştyarên xwecih û biyanî serdana vê pira dîrokî dikin û li vê derê demên xwe derbas dikin.

KURDŞOP
857 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!