Herî kêm xwedî dîrokekî kevnar a 6 hezar salî bû

Di erdheja mezin a navenda wê navçeya Pazarcix a bajarê Gurgume ku 10 bajarên din jî bandor kir de beşeke mezin a kelha dîrokî ya bajarê Dîlokê ziyan dît.

Şadî

Kurdshop – Li bajarê Gurgum(Mereş) a Bakûrê Kurdistanê du erdhejên mezin ên bi hêza 7.7 ku navenda wê navçeya Pazarcix bû û erdheja duyem jî ku navenda wê navçeya Elbîstan bû û bi hêza 7.6 du erdhej pêkhatin. Piştî erdheja yekem a bi hêza 7.7 û navenda wê Pazarcix a Gurgumê bû, erdhejeki pişterdhejî ya bi hêza 6.4 pêkhat û Kelha Dîlok a (Entep) Bakûrê Kurdistanê bi bandora wê erdhejê ve hilweşiya.  

Di erdheja mezin a navenda wê navçeya Pazarcix a bajarê Gurgume ku 10 bajarên din jî bandor kir de beşeke mezin a kelha dîrokî ya bajarê Dîlokê ziyan dît. Hindek bircên kelhê ku dikevin milê Rojhilat, Başûr û Başûrê rojhilat, ji ber erdhejê bandor bûn û hilweşiyan. Herwaha bermahî û kavilên wê jî li ser rê belav bûn, dîwarên ragirtinê yên li kêleka kelhê jî hilweşiyan.

Kurte dîroka Kelha Dîlokê:

Kelha Dîlokê ku nayê zanîn di kîjan serdemê de hatiye ava kirin, lê tê pêşbînî kirin ku xwedî dîrokekî 6000 sale, li navenda Dîlokê li ser girekî hatiye ava kirin û di dema Hîtîtiyan de bi armanca çavdêriyê hatiye bikaranîn û kelheya ku wekî bazineyekî hatiye ava kirin dora wê 1200 metre ye û ji blokên kevir hatiye çêkirin. Herwaha 12 bircên wê hene. Di serdema Romayê de jî bi armanca çavdêriyê hatibû bikaranîn, yek ji kelheyên herî xweşik û bi mînak bû ku li ser piyan mabû.

Ev kelhe li ser girekî bû ku hem bi heybet û xweşikiya xwe hem jî bi dîroka xwe ya nepenî ango veşartî ve li navenda bajêr, li qiraxê başûrê çemê Aleben û bi bilindahiya 25-30 metreyan hema bala herkesî dikşande ser xwe.

Herçend di derbarê dema avakirina kelha Dîlokê û ji aliyê kê ve hatiye çêkirin de, agahiyeke teqez tine be jî, ew li ser girekî ku  dîroka wê vedigere bo 6000 sal berê hatiye avakirin û piştî mîladê sedsala 2-3yê de jî tê zanîn ku li derdorê kelhê  bajarekî biçûk yê bi navê ‘’Theban’’ hebûye.

KURDŞOP
902 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!