Danasînek li ser jînegerî û xebatên Findê Findê (1935 – 1991)

Aras Hiso

 

Gava ku mirov li qulik û qewêlên li ser behremendiya biyografiya Kurdan digere, rastî gelek kesên ku bi pênûs û hunera di nava koşeyeke tarî de veşartî ne tê. Di vê babeta dilbizm de jî emê vê carê li bajarê Kobanî bigerin û rasterast berê xwe bidin ew kesayetê veşartî, ew kesayetê ku kêm caran di nava suhbetan de tê qal kirin. Ew Findê ye, ew finda ku gelek caran kêm ronahî daye. Lewma em ê bi vê xelekê bi şexsiyeta Findê re rohahiyê li ser ciwanê xwe yên nûhatî re belav bikin.

Findê Findê ew kesayetê rûxweş ku gelekî navdar bû li gel Kobaniyan, hezkiriyê xwendin û zanistê, kesayetekî rewşenbîr, wênegir û Xetat bû. Ew bixwe li ser sûretekî xwe yê kesayetî nivîsandiye ku di sala 1935an de li bajarê Kobanî ji dayîk bûye. Findê bixwe bi rewşeke ku di nav malbateke belengaz, perîşanî û xerab de rabûye û mezin bûye. Di sala 1970î de bawernameya Bekeloriya distîne, piştre di Zanîngeha Libnanê  di beşa xwendina Zimanê Erebî de dest bi xwendinê dike. Lê ji ber sedemên tenduristî nikaribû xwendina xwe berdewam bikra. Ew 13 salan li gundewarê Kobanê yên mîna  Qertel, Qurfilê, Keltê, Mişko, Ce'dê û salekê jî li bajarê Efrînê mamostetî kiriye. Lê ji ber çalakiyên wî yên siyasî û xemxuriya wî ji Kurdewariyê re ji aliyê sîstema Beis ve ji mamostetiyê tê derkirin. Piştî ku hate derêxistin berûvajî vê yekê bîtir bi çalakiyên xwe yên siyasî, çand û Kurdewariyê ve tê pirtir tê girêdan. Lewma ew dibe sembolek di nav vê tevgerên siyasî û çandî de. her wiha piştre dikaneke xwe yê wênegiriyê û teswîrê vedike û tê de dixebite û navê wê jî dike ''Studiyoya Azadî''. Di wê navberê de bi riya karê xwe, gelek sûretên hunermendan, pakrewanan û nivîskarên Kurd çap dikir û bi riya xwe re belavî her derê dikir. Ew di sala 1957an de, tevlî nava xebatên partiya Hevgirtina Gel dibe ku ew bixwe yek ji damezrênerê tevgerê bû. Ji ber van kirinên wî nêzî bîst caran hatiye girtin. Ew dizewice û heft zarokên wî jê çêdibin, çar kur û sê keç in.

Her wiha wî pirtûkxaneyeke ji hejmarek pirtûkên wêjeyî, zanistî, dîrokî  û yên cihêreng vekir bi mebesta ku bikare xwendin û zanînê di nava Kobanê de belav bike. Wî gelek ji nivîs û xwendinê hez dikir, her tim dixwend û dinivîsand. Li ser lênûskên xwe gelek caran helbest, bîranîn û pexşand nivîsîne. Du berhemên wî yên neçapkirî heye; yek jê bi navê “Wadî Qews Quzeh” ango “Newala Keskesorê” ku li ser kurtejiyana wî bû, mixabin ji ber bêderfetiyan temam nekir û ya din berhemeke wî yê bi navê “Metelokên Kurdî” bû ku bi xetên destên xwe nivîsandine.

Helbesteke xwe ya bi navê ''Ey Şehîd'' heye ku çar caran bi awaz hatiye çêkirin, yek jê Baran Kendeş a koma Zêwa li ser xebitî ne. Koma kawa ya li şamê jî bi awaz li ser xebitiyê û Siyamendê Kobanê bi awaz li ser xebitiye. Di vê helbestê de parçeyek jê wiha dibêje:

''Ey Şehîdê pir mezin, tu yî agir tu hesin

Tu birûska li ser dijmin, tu yî xemla doza min

Em pê de dimeşin, ger şehîd bi kêfxweş im

Ji cengê qet natirsin, azadî em dixwazin''

Ew di êvareke bêyom de di dawiya gulana sala 1991an de bi nexweşiya celtayê diçe ser dilovaniya xwedê. Ji ber bêşandî û derfetiya behremedniya wî di nav qulik û qewêran de ortêmayî dimîne û nikare bi pênûsa xwe bejna helbest, bîranîn û nivîsê bixemlîne. Bi hevaltiya xwe ya diyarker yên wekî “Hecî Bîlal, Mihemed Hebeş, Ebdî Nehsan, Ebdilqadir Qetwan” gelek xuyayî bû. Her wiha di mala kurê wî de sûretekî xwe yê bi “Osman Sebrî” re hate dîtin û gelek sûretên din jî pê re hene. Findê wê bi ronahiya xwe mîna sembola hezkirina xwendina di bîra xwendevanan de bimîne.

 

Çavkanî: Ji hevpeyvîna bi kurê wî Xebatê Findê re

KURDŞOP
151 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!