Jînenîgeriya nivîskar û romanivîsê Kurd Helîm Yûsif

Zara Elî

 

Em di vê babeta xwe de jiyana nivîskar û romanivîsê Kurd Helîm Yûsiv bi we re parve bikin, emrê ku ji ziman û wêjeya Kurdî derdaye û hîna di wê riyê de berdewam dike. Hêjaye were gotin di warê ziman û wêjeya Kurdî xwedî nirxekî bilind û bala civak û derdorê kişandiye. Em ê jî bi vê xeleka xwe ya nû ronahiyê bavêjin ser jiyana Helîm Yûsif û çend kurteyan bi we re parve bikin.

Nivîskarê wêjeya nûjen, çîrok û romana Kurdî di heman demê de çalakvanê wêjeya Kurdî, Helîm Yûsiv di sala 1967an de li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê ji bavekî serxetî û dayîkeke binxetî wekî biçûkê bira di nav malbateke pênc kur û sê keçan de ji dayîk dibê.

Di temenkî biçûk de dest bi nivîsandina çîrokan dike. Di demeke wisa de ku hemû hevtemenên wî yên şagirt helbest dinivîsandin, wî berê pênûsa xwe da nivîsandina çîrokan, heta bekeloriya (dibistana amadehî) li Amûdê xwend û ji bo xwendina fakulteya mafnasiyê çû Zanîngeha Helebê li gel xwendina xwe û nivîsandina xwe ya bi Erebî û Kurdî berdewam dikir. Li Helebê beşdarî şevbuhêrkên wêjeyî yên salane ku zanîngeha Helebê çêdibû, dibê.

Ji destpêkê ve çîrok û nivîsên wî hem bala rexnegir û komîteyên nirxandina edebiyetê dikşandin û hem jî bala xwendevanan. Ji hêla din ve jî beşdarî şevbuhêrkên wêjeya Kurdî dibû yên li malan û yên dûrî dezgeh û deverên fermî pêk dihat. Wisa jî ji destpêka sala 1990î ve li Helebê bû endamekî çalak di koma Xanî ya Wêjeya Kurdî de.

Yekem pirtûka wî ya çîrokê ya bi zimanê Erebî bi navê “Mêrê Avis” li Şama paytexta Sûriyê hate weşandin. Ev pirtûka wî ya yekem û ya dawî bû ku bi destûrgirtina ji wezaretgeha ragihandinê ya Sûriyê hatibû çapkirin. Her wiha yekem pirtûka wî ya çîrokan ya zimanê Kurdî bi navê “Mirî Ranazin” di sala 1996an de ji hêla weşanxaneya Avesteyê li Stenbolê hate weşandin.

Bi weşandin û belavkirina berhemên wî re roj bi roj lêpirsîn û metirsiya rayedarên istixbaratên li dijî wî bêhtir dibû, piştî weşandina sê pirtûkên çîrokan û romanekê neçar ma ji axa welat dûr bikeve û di sala 2000î de berê xwe dide Ewropayê û li Almaniya bi cih dibe. Di sala 2004an de, li gel keça Serhedî ji bajarê Bazîdê bi Sewda Xanim re dizewice, du zarokên wan çêdibin.

Helîm Yûsiv bi jiyana xwe ya berdewam li Almaniyayê heta niha bi 6 pirtûkên çîrokan û 6 jî roman nivîsandine, weşandine û belav kirine. Ew li gel nivîskariya xwe di heman demê de wekî mirovekî çalak yê wêjeya Kurdî li gor dem û derfetên xwe her tim di nava çalakiyên wêjeyî de cihê xwe girtiye.

Nivîskarê Kurd rêveberî û edîtoriya gelek kovarên wekî Dîwar, Pêl, Orkêş û Ewraq kiriye. Di heman demê de, di gelek kovar û rojnameyên wekî Azadiya Welat, Rûdaw, KurdistanNews û Diyarnameyê de bi awayekî demdirêj nivîs belav kirine. Her wiha di televizyonên Ronahî TV, Mezopoyamiya TV, Medya TV û Roj, TV’î de deh salan bernameya Gava Sêyemîn pêşkêş kiriye. Piştre bernameya bi navê

“Deriyê Din” di Ronahî Tv de berdewam hatiye pêşkêş kirin.

Helîm Yûsiv ne tenê di nava Kurdan de, lê belê di hêla navnetewî de jî ji aliyê gelek kesên têkildar ve hatiye lêkolînirin û şîrovekirin. Berhemên wî dem bi dem bi zaravayê Soranî têne wergerandin. Her bi zimanê Erebî, Tirkî, Almanî, Inglîzî û Farisî jî têne wergerandin.

Her wiha ji nivîsên wî yên bi navê “Komara Dînan”, ‘’Bidarvekirina Pozekî’’, ‘’Sol û Serî’’ û ‘’Mezintirînin Rawestgeha Tirênan a Cîhanê’’ lîstikên şanoyê hatine çêkirin. Her wiha Helîm Yûsiv sê pirtûkên zarokan jî ji Almanî wergerandine Kurmancî.    

Berhemên Helîm Yûsiv ev in:

Mêrê Avis, çîrok, (1992 bi erebî, 1997 bi Kurdî, 2004 bi Almanî).

Jinên Qatê Bilind, çîrok, (1995 bi erebî, 1998 bi Kurdî).

Mirî Ranazin, çîrok, (1996 bi Kurdî, 1998 bi tirkî).

Sobarto, roman, (1999 bi Kurdî û erebî).

Meme Bê Zîn, roman, 2003 bi Kurdî.

Tirsa Bê Diran, roman, 2006 bi Kurdî.

Gava Masî Tî Dibin, roman, Amed 2008, bi Kurdî, weşanên Lîs.

Romana Kurdî, Lêkolîn, 2011, bi Kurdî, weşanên Ronahî.

Auslander Beg, çîrok, 2011, bi Kurdî, weşanên Lîs.

99 Morîkên Belavbûyî, roman 2015, bi Kurdî, weşanên Peywend.

Wehşê Di Hundirê Min De, roman, 2018, weşanên Peywend.

Firîna Bi Bskê Şikesî, roman, 2019, weşanên Ava.

Serdema Qazîmazî(Mêrê ku li teriya xwe digere), çîrok 2021, weşanên Ava.

KURDŞOP
163 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!